18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Konyayê fasîstan hewl da malbateke kurd bişewitînin

Li Konyayê, komeke faşîst ku beriya niha gefa komkujiyê mîna komkujiya Dedeogûllari li malbata Şan a kurd xwaribû, duh agir berî kadîn û beşeke malbatê da.

Di 30’ê tîrmeha 2021’an li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûlları êrîşeke faşîzane pêk hatibû û 7 ferdên malbatê li ser hev hatibûn kuştin. 3 roj piştî salvegera vê komkujiyê li Konyayê dîsa malbateke kurd bû hedefa êrîşeke faşîzane. Vê carê jî faşîstan li Taxa Saraçoglû ya navçeya Karatay a Konyayê agir berî kadîn û beşeke mala malbata Şan da û gefa kuştinê lê xwar.

Ji ferdên malbata Şan Erol Şan, der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku kadîa wan ji aliyê H.A. û M.E.A ku beriya niha bi gotina “Em ê we jî weke Dedeogûllari bikujin” gef li wan xwarine ve hatiye şewitandin.  Şan, da zanîn ku beşeke mala wî û 160 ton kaya wî bi temamî şewitî ye û têkildarî bûyerê ev agahî parve kirin:

Berê gef xwarine

“Îhtîmaleke mezin faşîstên ku beriya niha bi lawê min re nîqaş kirin, kirine. Deynê kurê min bi wan re hebû. Zarokên min beriya salek û nîvan çûn pereyê xwe ji H.A. bigirin. Wê demê gef li zarokên min xwarin. Li ser zarokên min jî bersiv dan nîqaş derket û zarokên min bi xespkirina wan sûcdar kirin. Di wê nîqaşê de ji zarokên min re wiha gef xwaribûn ‘Hûn hêj şerm nakin? Em we jî weke Malbata Dedeogûllari bikin?’ Piştî nîqaşê kekê kesê gef xwarin li min geriya û bi van gotinan gef xwarin ‘Ez ê we ji Konyayê bişînim, tune bikim. Ez ê we bişewitînim’. Em ji ji ber gefan difikirin ku van kesan ev bûyer kirine.”

Milyonek xesara malbatê çêbû

Şan, anî ziman ku ji kamerayan hewl dane faîlên bûyerê tespît bikin lê encam negirtine û wiha dewam kir: “Miduriyeta polîsan dê tiştekê bike neke nizanim. Ji kamerayan tiştek nehate tespîtkirin. Lê ev êrîş bi zanebûn û daxwaz hate kirin. Ev agirpêxistine ne tiştekî din. Ji milyonekê zêdetir zirara me çêbû. Birayê wî herî dawî di meha remezanê de jî li min geriya û wiha got ‘Ez ê we ji vir bişînim, ez ê we bikujim, ez ê we bişewitînim’. Me serlêdan kir ku qeydên HTS’ê û daneyên BAZ’ê bên lêkolînkirin.”