6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cangoriyên fermanê bi bîr anîn

Di 9'emîn salvegera fermana 3'ê Tebaxê ku bi destê DAÎŞ'ê li Şengalê hate kirin de YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ji bo cangoriyên fermanê merasîmeke bîranînê lidar xistin.

Bi wesîleya salvegera 9’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şervanên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîmek li dar xistin. Di merasîmê de şehîdên meha tebaxê û şehîdên fermanan hemû hatin bibîranîn û banga li gelê kurd û civaka êzidî hate kirin ku li dijî konsept û planên qirêj ên li ser civaka êzidî û tevayî gelê kurd rêxistinkirina xwe xurt bikin.

Di merasîmê de li ser navê fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Kûrtay Şengalî axivî. Şengalî, di şexsê cangoriyên Şengalê de hemû şehîdên fermanê bi bîr anî. Her wiha qala wateya meha tebaxê ji bo civaka êzidî kir û got: “Meha tebaxê ji bo me civaka êzidî mehek reş e. Ji ber ku dijmin û dagirkeran di vê mehê de xwestin gelê me qir bikin û fermanên dijwar li ser gelê me de anîne.”

‘Gelê me firotin’

Kûrtay Şengalî, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di 3’yê Tebaxê de her dewletê çavê xwe ji qirkirina gelê me re girt, fermanên dijwar û hovane li ser gele me de anîn û wiha got: “Bi hezaran dayik, jin, kal û mêr qetil kirin, bê ku wijdanê yekî bişewite yan jî çavên wan hêstir bike, tu kesî li vî gelî mêze nekir. Yên ku ev ferman dîtin û xwe feda kirin, şervanên Rêber Apo bûn. Rihê Rêber Apo ev gel parast. Fermandarên weke hevalê Berxwedan, hevalê Egîd, hevalê Seîd, hevalê Hemîd û hevalê Zerdeşt, ev gel ji fermanan parastin. Her çiqas bixwazin fermanên mezin bînin serê me, lê her tim we qehreman û fermandarên mezin li pêş wan hebin ku li hember wan bisekinin. Ev fermanên ku li ser me hatin sedema wan kî bûn, sedema wan, ew kesên ku xiyanet kirin, li berjewendiyên xwe mêze kirin û li pey berjewendiyên xwe yên şexsî reviyan. Wan kesan gelê me firotin. Ji bo vê yekê jî divê em dost û dijminê xwe baş nas bikin.”

‘Tenê reva xwe fikirîn’

Şengalî, axaftina xwe wiha domand; “Di rojên tengasiyê de, tenê dostekê me jî nebû. Yên ku ji xwe ve dostên me bûn û parastina me dikirin, li ser xwîna gelê me dijiyan. Gef û xeteriyên ku li ser gelê me  hebûn çavê xwe ji re giritn û dema gelê me di dorpêçê de ma, nekarîn zarokekî yan jî dayîkekî xelas bikin. Tenê çawaniya refa xwe fikirîn. Ji bo vê jî divê em dostên xwe yên rojên tengasiyan baş nas bikin, xwe bi îrade bikin, xwe rêxistin bikin. Yên ku ev gef û xeterî dîtin, Tevgera Azadiya Gelê Kurd bû û li ser wî esasî mudaxeleya ve rewşê hate kirin. Em hemû ji fermanan parastin, zarokên me parastin. Ya ku me ser lingan bigire û bide sekinandin, fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ev şehîdên ku di oxira vê riyê de canê xwe dane divê em bi van şehîdan xurt bibin. Me di vê oxirê de bi sedan şehîd dan, sedem û armancê ve hene. Em bi van şehîdan serbilindin, ji ber ku wan em ji qirkirina topyekûn parastine. Divê gelê me ji hêzên xwe bawer be. YBŞ’ê, YJŞ’ê û Asayişa Êzidxan bi xwîna gelê me û bi keda Rêber Apo hatine avakirin.”

‘DAIŞ perçeyek komployê ye’

Her wiha Şengalî, bal kişand ser Peymana Lozanê û da zanîn ku divê gelê kurd û civaka êzidî ya kurd xwe nespêre tu kesî, nebêje tank û wesayitên zirxî yên dewletan hene û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Yên ku hebûn jî, lê çi kirin? Ne karîn tiştekî bikin. Dema mijar bibe gelê me ye Kurdistanê, hemû dewlet dibin yek û li hev dikin. Peymanên tunekirinê li ser gelê me îmze kirin. Di Lozanê de çawa xwestin gelê me di qirkirinê re derbas bikin û erdnîgariya Kurdistanê dagir bikin, îro jî bi heman hişmendî û armancê ev konsept û komployên li dijî netewa kurd û Kurdistanê berdewam dikin. DAIŞ jî beşek ji komploya navnetewî ye, lewra divê em vê rastiyê tu carî ji bîr nekin.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe’’ bi dawî bû.