spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

60 rojnameger girtî ne

DFG’ê diyar kir ku di tîrmehê de 54 caran mafên jiyanê û ewlekariyê yê rojnamegeran hatiye binpêkirin û bang li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran kir ku li dijî vê zext û polîtîkaya teslîmgirtinê ya îktîdarê piştevaniya hev bikin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirinên li dijî rojnamegeran a meha tîrmehê eşkere kir. Di raporê de DFG’ê bal kişand ser hilbijartinên 14-28’ê Gulanê û diyar kir ku zextên li ser rojnamegeran di pêvajoya hilbijartinê de jî berdewam kirine.

Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Li Tirkiyeyê di meha gulanê de 2 hilbijartinên girîng pêk hatin. Her çiqas weke partî û zîhniyet desthilata li welat neguherîbe jî hema bibêje hemû endamên hikumetên hatin guhertin. Lê tenê endamên desthilatê hatin guhertin, polîtîkayên beriya hilbijartinê bi heman rengî tên domandin û heta niha tu guhertinê xwe nedaye der. Weke her carê jî piştî hilbijartinê zextên li ser çapameniyê roj bi roj girantir bûn û rojnameger ketin hedefa endamên desthilatê û daraza di bin kontrola wê de. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê ne rojnameger dikarin bi awayekî azad karê xwe bikin û ne jî dikarin fikr û ramanên xwe yên der barê bûyerên ku li welat diqewimin de parve bikin.”

 Operasyona li dijî rojnamegeran

Bi domdarî DFG’ê bal kişand ser operasyonên li dijî rojnamegeran û wiha domand: “Herî dawî navenda wê Amedê li dijî rojnamegeran careke din operasyonek hate kirin. Di vê operasyonê de polîsan bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal nûçeyeke der barê darazê de parve kirine, bi ser malên rojnamegeran de girt û ew binçav kirin. Polîsan dema binçavkirinê destê rojnamegeran kelemçe kir û bi armanca ku rojnamegeran çavtirsandî bike dîmenên vê yekê kişandin û parve kirin. Ji rojnamegeran nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan bi îdiaya ‘peywirdarên cemaweriyê hedef nîşan daye’ hat girtin.

 Rojnamegeran armanca desthilatê teşhîr kirin

Tevî van hemû hewldanên desthilatê yên ji bo têkbirin û astengkirina rojnamegeriyê jî di meha tîrmehê de geşedanên ku em pê kêfxweş bibin jî qewimîn. Ew jî berdana hevserokê me Serdar Altan û 14 rojnamegeran bû. Piştî girtina xwe ya 13 mehan di 11 û 12’ê tîrmehê de 15’ê girtî bi giştî 18 rojnameger li Edliyeya Amedê derketin dadgehê û parastina tawanbariyan kirin ku di şexsê wan de li rojnamegeriyê hatibû kirin. Di parastinên xwe de hevserokê me Serdar Altan û hempîşeyên xwe polîtîka û armanca desthilatê ya li dijî çapameniya azad teşhîr kirin û hatin berdan. Her wiha beriya wan bi çend rojan Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş jî hatibû berdan.

60 rojnamevan girtî ne

Lê têvî yekê jî di serî de hevseroka me Dîcle Muftuoglû û gelek rojnameger hê jî girtî ne. Li gorî daneyên li ber destê me heta 1’ê tebaxê 60 rojnameger li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê girtî ne. Ev tablo jî rûyê rasteqîn ê desthilata ku tenê endamên wê hatine guhertin nîşan dide. Wisa diyar e ku wê qarneyê qebîneya nû yê çapameniyê wê ji qebîneyên beriya niha ne cudatir be. Weke komele ji bo ku ev rewşa li welat ji holê rabe kar û xebatên me yên rêxistinkirina rojnamegeran didomin. Herî dawî em bang li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê dikin ku li dijî zextên li ser rojnamegeran mil bidin hev da ku bikaribin li zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin.

 Di raporê de ev daneye hatin parvekirin:

* Rojnamegerên bi ser Malên Wan de Hatiye Girtin: 4

* Rojnamegerên Hatine Binçavkirin: 13

* Rojnamegerên Hatine Girtin: 1

* Rojnamegerên Îşkence û Muameleyên Nebaş li Wan Hatiye Kirin: 18

* Rojnamegerên Gef li Wan hatiye Xwarin û Teklîfa Sîxuriyê li Wan Hatiye Kirin: 2

* Rojnamegerên Şopandina Wan a Nûçeyê Hatiye Astengkirin:  12

* Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran ên li Girtîgehan: 4

* Rojnamegerên der barê Wan de Lêpirsîn Hatiye Destpêkirin: 3

* Rojnamegerên der barê Wan de Doz Hatiye Vekirin: 6

* Rojnamegerên Hatine Cezakirin: 2 hatin cezakirin û ji bo kesekî jî cezayê îdarî yê pere hate dayîn.

* RTÛK’ê 5 caran cezayê rawestandina bernameyê, 2 caran biryara qedexeya weşanê û 7 jê platformên medyaya dijîtal bi giştî bo 6 dezgehan cezayê pereyê îdarî da.

* Malperên Înternetê yên Hatine Girtin: 1

* Nûçeyên Xwegihandina Wan Hatiye Qedexekirin: 90

* Naverokên Medyaya Dijîtal ên Xwegihandina Wan Hatiye Astengkirin: 905

Navên Rojnamegerên girtî yên DFG’ê parve kirin jî ev in:

* Abdurrahman Gok – Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê

* Ahmet Metîn Sekîzkardeş – Rojnameya Zamanê

* Ahmet Uzan – Midûrê Nûçeyan a Rojnameya Sabah Egelî

* Alaattîn Akkaşoglû – Xwediyê Rojnameya Akîsê

* Alî Aşîkar – Rojnameya Azadiya Welat

* Alî Unal – Nivîskarê Rojnameya Zamanê

* Aytekîn Gezîcî – Rojnameger – Nivîskar

* Baran Karadag – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat

* Cengîz Dogan – Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Mavî ve Kentê

* Çetîn Çîftçî – Nûçegihanê Rojnameya Bugunê yê Parlamentoyê

* Derya Ren – Nûçegihana JINNEWS’ê

* Devrîm Ayik – Xebatkara Kovara Ozgur Halkê

* Dîcle Muftuoglû – Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê

* Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat

* Elîf Ersoy – Berpirsyarê Karên Nivîsan ê Kovara Yuruyuşê

* Ercan Gun – Midûrê Nûçeyan ê Fox TV’yê

* Erdal Susem – Edîtorê Kovara Eylûlê

* Erol Zavar – Xwedî û Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Odakê

* Fatîh Tezcan – Rojnameger

* Ferhat Çîftçî – Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Dîlokê

* Firat Can Arslan – Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA)

* Gultekîn Avci – Nivîskarê Rojnameya Bugunê

* Hamdullah Bayram – Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê

* Hasan Taşar – Nûçegihanê TRT’ê yê Enqereyê

* Hatîce Duman – Xwedî û Midûrê Karên Nivîsna ê Rojnameya Atilimê

* Hudaverdi Yildirim – Edîtorê Nûçeyan ê Can Erzincan TV’yê

* Îbrahîm Halîl Ozturkerî – Peywirdarê Avadanî-Weşanê yê TRT’ê yê berê

* Îbrahîm Karakaş – Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê

* Îsmaîl Çoban – Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat ê berê

* Kenan Karavîl – Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyo Dunyayê

* Mahmut Gulecan – Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Ozgur Halkê

* Mehmet Baransu – Nivîskarê Rojnameya Tarafê

* Mehmet Şah Oruç – Rojnameger

* Mehmet Gundem – Rojnameger

* Melîh Gasgar – Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê yê Balikesirê

* Merdan Yanardag – Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê

* Mîktat Algul – Gerînendeyê Giştî yê Weşana Mezîtlî FM’ê

* Mîkaîl Barut – Rojnameger

* Mûrat Çapan – Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Noktayê

* Mûrat Verîm – Rojnameger

* Mûstafa Gok – Nûnerê Dovara Ekmek ve Adalet ê Enqereyê

* Mûstafa Unal – Rojnameya Zamanê

* Nadiye Gurbuz – Edîtora ETHA’yê

* Osman Çalik – Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyoya Samanyolu Haberê

* Ozden Kinik – Xebatkarê TRT’ê

* Ozlem Seyhan – Rojnameger

* Recaî Morkoç – Edîtorê Buroya Herêma Antalyayê yê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê

* Remzî Akkaya – Rojnameger

* Rifat Soylemez – Xwediyê Rojnameya Adana Haberê

* Samî Tunca – Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Mucadele Bîrlîgiyê

* Sedat Yilmaz – Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê

* Semîh Elîtaş – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat

* Serkan Sedat Guray – Produktorê Bernameyê yê Burç FM’ê

* Sertan Onal – Rojnameya Halkin Gunlugu

* Sîbel Mustafaoglû – Xebatkarê Azadiya Welat

* Taner Talaş – Rojnameger

* Turgut Usul –  Nûçegihanê TRT’ê

* Tulay Canpolat –  Nûçegihana Rojnameya Sabahê yê Enqereyê

* Zafer Ozcan –  Edîtorê Aboriyê yê Rojnameya Bugunê

* Ziya Ataman – Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA)