28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanc qirkirina erdnigariya Kurdistanê ye

Li Kurdistanê bi polîtîkayênk AKP - MHP'ê her roj xweza tê talankirin û wêrankirin. Li gelek deverên weke Geliyê Godernê, Heskîf, Colemerg, Licê û hwd. gelek qad hatin şewitandin. Têkildarî mijarê Ekolojîst Zekî Kanay anî ziman ku desthilatê çav berdaye axa gundiyan û axa gundiyan pêşkêşî şîrketan bikin

Desthilata AKP’ê her roja ku xwezaya Kurdistanê talan neke tune ye. Li gelek deverên weke Geliyê Godernê, Heskîf, Colemerg, Licê û hwd. Li gelek deveran daran dişewitînin û bi destê cerdevanan û xwefiroşan daran dibirin. Dewlet bi wêrankirina xwezayê  dixwaze hebûna civakê bi civakê bide jibîrkirin. Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Zekî Kanay, der barê qirkirina xwezaya Kurdistanê de ji rojnameya me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Ekolojîst Zekî Kanay, diyar kir her roja ku diçe axa Kurdistanê ji xwezaya xwe û ji rastiya xwe tê dûrxistin û wiha got: “Zihniyeta dewletê nayê guhertin, ji ber ku axa Kurdistanê aîdê xwe nabînin dixwazin axa kurdan talan bikin. Ne bi tenê li Bakûr, her çar parçeyên Kurdistanê dane ber xwe û hemû hêrêmê qir dikin. Di nava vî 40-50 salên dawî de li gelek deverên Kurdistanê gelek bendav çêkirin. Armanca wan ew e ku erdnîgariya Kurdistanê bi bendavan tije bikin û bênefes bihêlin. Erd û zeviyan tune dikin, dixwazin ku herkesî li ser axa wan bidin koçberkirin. Ji bo welatiyan koçber bikin polîtîkayên qirêj dimeşînin. Ji bo vê yekê pêk bînin çavên xwe berdane hemû çavkaniyên binerd û sererdên Kurdistanê.”

Rantxwariyê bi pêş dixin

Di berdewamiya axaftina xwe de Kanay, bi bîr xist ku di salên borî de jî armanca desthilatê dîsa qirkirina xwezayê bû û got: “Mixabin heta niha Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ji bo pêşiyê li van kiryarên bigire tu tiştek nekiriye. Wezaretê di sala 2013’yan de li ser geliyê Dîcleyê ya Amedê xwest ku avahiyan bide çêkirin. Armanc ew e ku hemû dar û berên çemê Dîcleyê qir bikin.  Ev jî rê li ber rantê vedike. Wê demê ji ber berteka gel projeya xwe paşve kişandin. Niha hewl didin ku heman tiştî li geliyê Godernê bikin. Niha darên li daristana geliyê Godernê dibirin. Weke Komeleya Ekolojiyê me giliyê wan kesan kir, lê mixabin tu encam jê derneket. Niha hemû sazî û dezgehên dewletê bi qirkirina ekolojiyê re cihê rantê ji xwe re çêdikin.”

Hewsel jî di xetereyê de ye

Kanay, qala baxçeyên Hewselê kir ku ew jî bi qirkirinê re rû bi rû ne û axaftina wiha domand: “Armanc ew e ku mirovan ji dîroka wan bidin qutkirin û bîra wan jî bidin jibîrkirin. Baxçeyên Hewselê jî di sala 2015’an de ketiye lîsteya mîrateya UNESCO’yê ya cihanê. Divê ku li wir qet mudaxeleyê neyê kirin, lê belê îro em dibînin ji sedî 40-50 darên baxçeyên Hewselê hatine birîn. Li wir çandiniya endusturiyel dan destpêkirin. Beriya niha li wir bostan û darên fêkiyan hebûn. Dîroka Hewselê ya nivîskî ji 3 hezar salan pêk tê. Hewsel bixwe jî bi tunekirinê rû bi rû ye. Di navbera Dîcle û Firatê de du giravên biçûk hene. Têkiliyê wan giravan bi çemê Dîcleyê re tune bû anîn wan jî berî nava çem dan. Pêl bi pêl mudaxaleyî xwezayê dikin. Her wiha rewşa pira deh derî jî gelek xirab e. Her çar aliyên wê hatine dagirkirin. Tu kes dengê xwe nake, hemû qirêja bajêr li wir digihije hev û bi ser Hewselê de dişînin.”

Di dawiya axaftina xwe de Kanay, ev tişt anî ziman: “Di heman demê de çav berdane hilberîna gundiyan jî. Êdî dixwazin ku gundiyan ji gundan derxin û axa gundiyan pêşkêşî şîrketan bikin. Ji bo mecbûr bimînin ji gundên xwe derkevin bên bajêr û li wir jî wan bi birçîbûnê rû bi rû bihêlin. Polîtîkaya wan ev e.”