18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Şehmus Akyol li Amedê hat veşartin

Cenazaeyê endamê HPG'ê Şehmus Akyol ê di encama êrîşa balafirên bêmirov de li Geverê jiyana xwe ji dest dabû li Amedê li goristana Yenîkoy hate veşartin

Endamê HPG’ê Şehmus Akyol (Serxwebûn Amed) di operasyona leşkerî ya li gundê Tiloran a bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve di 16’ê hezîranê de hatibû destpêkirin di êrîşa Amûrên Hewayî yên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) de li gel du hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Piştî aşkerekirina encama testa DNA’yê malbatê cenazeyê lawê xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê wergirt. Malbatê cenaze anî Goristana Yenîkoya navçeya Rezan a Amedê.

Malbata Akyol, rêveberên MEMEBYA-DER, HDP, Partiya Çepên Kesk û DBP’ê tev li merasîma cenaze bûn. Piştî karûbarên wacibên olî cenaze di dorpêça polîsan de li goristanê hat veşartin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku endamên HPG’ê  Ahmet Demîr (Avareş Pirsûs) û Muhammed Fuad Nûsretî (Raman Sine) jî di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê