5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hesekê pirsgirêka ava vexwarinê

Piştî ku bajarê Serêkaniyê ket bin kontrola dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê, stasyona Elok ku ava vexwarinê dide bajarê Hesekê jî ket bin kontrola wan û gelek caran avê ji ser Hesekê qut dikin

Şêniyên bajarê Hesekê zehmetiyên peydakirina ava vexwarinê dikişînin. Şênî di saetên sibehê de ji bo peydakirina ava vexwarinê dikevin liv û tevgerê

Ji dema ku bajarê Serêkaniyê hatiye desteserkirin ve, dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ava stasyona Elokê li ser kantona Hesekê qut dike.

Stasyona Elokê ya ku ava vexwarinê dide mîlyon û nîv mirovên li Hesekê wekî çekekê li dijî şêniyên herêmê tê bikaranîn.

Li gel bilindbûna pileya germê ku dighêje 47’an, şêniyên bajarê Hesekê zehmetiyên peydakirina ava vexwarinê dikişînin. Hinek şênî avê bi rêya erebeyên zarokan, hinekên din bi alavên veguhestina sebzeyan û hinekên din jî bi kursiyên astengdaran avê dikişînin.

Girînendeya Avê ya Kantona Hesekê di 3’ê Tîrmehê de bajarê Hesekê wekî bajarekê karesatî ragihand ku dewleta tirk zêdetirî 36 caran av li ser wê qut kiriye. Şêniyên bajar rojane ji saetên sibehê ve şiyar dibin da ku ji tankeran ava vexwarinê bikişînin.