17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in li morga nexweşxaneyê ne

Cenazeyê endamên HPG’ê 14 roj in li morga Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin

Di 16’ê gulanê de li herêma Besta ya Şirnexê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şer derketibû. Di encama şerê qewimî de 4 leşker û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha di di vî şerî de  5 endamên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van 5 cenazeyan 3 cenaze 14 roj in li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Midûriyeta Polîsan a Şirnexê bang li malbateke ji navçeya Gevera Colemêrgê û malbateke ji navçeya Hezexê kiribû.  Malbatên ku ji bo teşxîskirina cenazeyan hatibûn, diyar kirin ku cenaze ji ber cenze nayên naskirin, wan nikarî  teşhîs bikin. Malbat ji bo ku cenazeyên xwe werbigirin ji bo testa DNA’yê xwîn dane.  Malbat li bendê encamên testa DNA’yê ne da ku cenazeyên xwe ji nexweşxaneyê bigirin.