2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew bûye çavkaniya moralê ji bo berxwedana Mexmûrê

Ji 20’ê gulanê û vir ve artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî û leşkeran hewl dide ku dor li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bigire, li dijî vê ev 11 roj in xelkê Mexmûrê ji 7 salî heta 70’ê salî kon vedane û li ber xwe didin.

Di van du rojên dawî de, artêş hewl dide bîrên avê yên Mexmûrê bixe bin kontrolê û bi wî rengî zextê li xelkê Mexmûrê bike, li ber vê yekê bê navber berxwedan dewam dike.

Di berxwedanê de m gelek mînakên hêja jî dedikevin, yek ji van jî dengbêj Xelîl Mehmûd e ku hem çalakvan û hem jî bi dengê xwe hêzê û moralê dide gel.

Dengbêj Xelîl Mehmûd ji gundê Hîlal a ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ye, ji salên 90’an ve ji ber zilm û zexta dewleta tirk penaber bûye, li Mexmûrê dijî. Xelîl Mehmûd ji nûçegihanê ANF Awyer Botan re axivî.

Dengbêj Mehmûd bi dengbêjî û hûnera xwe li hemû civat û govendan cihê xwe girtiye û yek ji endamê koma dengbêjan a Mexmûrê ye, bûye yek ji çavkaniya moralê ya nobeda berxwedanê ya li Mexmû ku li dijî artêşa Iraqê ya ku dixwaze warê wan dorpêç û têl bike.

Zext û zilmê dike

Mehmûd diyar dike ku ji derveyî berxwedanê tu riyeke ji din wan re nemaye. Ji derveyî vê wargehê em ciheke din ji bo xwe bi ewle nabînin û got: “Li nava kampê, piranî jin, zarok û extiyar in. Ev zilmê û zoriyê li me dikin.”

Kes vê zilmê qebûl nake

Dengbêj Xelîl Mehmûd bal kişand ser ambargo û dorpêçê jî û wiha pêde çû: “Ev nêzî 3-4 sal in ambargoyek li ser me heye, niha dixwazin bi vê yekê rewşa me girantir bikin. Em ji zarokan dipirsin, dibêjin ‘em qebûl nakin’, em ji jinan dipirsin dibêjin; ‘em qebûl nakin’ em ji zilam û extiyaran dipirsin dibêjin ‘em qebûl nakin’. Her kes tîne ziman ku vê yekê ser xwe qebûl nake. Me tu zilm li kesekî nekiriye, me mal û milkê kesî nebiriye li ser bi cih nebûne. Dewleta Iraqê bi xwe cih daye, gotiye ‘li vir bijîn.’ Neteweyên Yekbûyî em bixwe anîne vir bi cih kirine. Heqê kesî nîn e vê zor û zehmetiyê li ser me bike. Pir zoriyê ji bo me çêdikin. Em daxwaz ji mafê mirovan a cîhanê dikin ku li me bipirsin. Dawî li vê zilm û zordariyê bînin.”

Dengbêj Xelîl Mehmûd ji roja pêşîn a çalakiyê û heta niha li konê berxwedanê yê Mexmûr hatî danîn cihê xwe girtiye li aliyê din bi stranên xwe bûye çavkaniya moral a ji bo xelkê Mexmûrê û got: “Ew qas vî gelî rezalet û bûyer bi serê wan hatiye, dema ku em stran dibêjin; moralên wan ew qas xurt û bilind dibe ku mîna ku wehî ji bo wan bê bêje ku cinetê ji bo we çêdike. Çiqas tengavî be, bi vî rengî moral û hêz digirin.”

‘Her kes ji bo çareseriyê amade ye’

Mehmûd diyar kir ku em ji vê berxwedanê razî ne û baweriya me heye ku her kes ji bo rabûna tengasiyê amade ye.

Herî dawî dengbêj Xelîl Mehmûd bang li hûnermendên kurd û her kesî kir ku bi zimanê xwe bistirê û têkoşînê bike û got: “Hemû hunermend û kesayet bi yek dengî û tifaqî dengê xwe bilind bikin bêjin; ‘em ya li ser kampa Mexmûrê qebûl nakin’. Ev wargeh keda Serok Apo ye. Xwîna şehîdan hatiye avakirin. Divê her kes xwedî lê derkeve.

Di dawiyê de dengbêj Xelîl Mehmûd helbesta ‘he lêde lêde şervanê min, egîdê min lêde’ ji bo civatê got.