Pêşangeha Rojava bi dirûşma “Bi hev re em hunerê bikin bihara dilan” ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin. Ji herêmên cuda 100 şêwekar bi 109 tabloyan beşdarî pêşangehê bûne. Tabloyên hatine pêşandan bi mijarên cur be cur in; wekî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, pirsgirêkên civakê, zarokatî, xweza û jin.
`Rêwîtiya mirinê`
Şêwekarên jin ên ku beşdarî Pêşangeha Şêwekariyê ya Rojava bûne, mijarên tabloyên xwe ji ajansa ANHA’yê re şîrove kirin.
Sîham Hico ya ji Kobanê, bi tabloya xwe ya bi navê `Rêwîtiya Mirinê` tev li pêşangehê bûye wiha got: “Gelek ji welatiyan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Min xwest di tabloya xwe de bangekê bikim.”
Berxwedan û parastina çandê
Şêwekara bi navê Nesrîn Mihemed ku ew jî ji Kobanê ye, di tabloya xwe de bal kişandiye ser berxwedana Kobanê. Temaya berhema Nesrînê, peykerê şervana YPJ`ê şehîd Arîn Mîrkan, Girê Miştenûr û Kobanê ye. Nesrînê der barê tablopya xwe de wiha got: “Bi vê tabloyê banga parastina folklor û bîranîna şehîdan dikim.”
Şêwekara bi navê Kewser El Xelef ya ji Reqayê jî di tabloya xwe de xweza nîgar kiriye. Kewserê der barê tabloya xwe de wiha got: “Ez ji xwezayê pir hez dikim û girêdana bi xwezayê ve taybetmendiyeke jinan e.”
Eleqeyeke mezin ji bo pêşangehê heye û dê îro ev pêşengeh bi dawî bibe