3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên 3 gerîllayên YJA-Star û HPG’ê hatin veşartin

Cenazeyên 3 gerîllayên YJA-Star û HPG’ê Hulya Demîrer, Çetîn Temel û Havîn Karakoç  ku li navçeya Licê jiyana xwe ji dest dabûn li Mûş, Wan û Êlihê hatin veşaritn.

Di 18’ê îlonê de artêşa tirk li navçeya Licê ya Amedê operasyoneke leşkerî da destpêkirin û li gundê Daraqolê li dijî komeke gerîllayên YJA-Star û HPG’ê êrîşeke hewayî pêk anî. Di encama vê êrîşê de gerîllayên YJA-Star û HPG’ê Havîn Karakoç, Hulya Demîrer (Axîn Mûş), Çetîn Temel (Demhat), Cîhat Ay (Pasûr Rohat) jiyana xwe ji dest dan.

Malbatên gerîllayan duh cenazeyên zarokên xwe ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê girtin û birin bajarên lê ji dayik bûn. Malbata Çetîn Temel cenazeyê kurê xwe bir Wanê. Malbat vecîbeyên olî yên kurê xwe li Êlihê pêk anî û piştre bir li Goristana Karşiyaka ya Wanê spart axê. Di merasîma cenaze ya di bin dorpêça polîsan de hate kirin de destûr hat dayîn ku tenê ferdên malbatê beşdarî merasîmê bibin.

Malbata Hulya Demîrer ku di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû jî cenazeyê keça xwe ji Amedê girt û bir Mûşê. Malbatê cenazeyê Demîrer li gundê Hoşgeldî yê navçeya Kopê yua Mûşê spart axê. Beriya ku cenaze biçe gund leşkeran gund û goristana gund ku cenazeyê Demîrer lê hat veşartin dorpêç kirin. Malbat Demîrer di bin dorpêça leşkeran de keça xwe spart axê.

Malbata Havîn Karakoç jî cenazeyê keça xwe bir Êlihê û piştî vecîbeyên olî li Goristana Gundê Girbareşkê spart axê. Dema merasîma cenaze polîsan goristanê dorpêç kir û ji bilî ferdên malbatê destûr neda ku kes tev li merasîma cenaze bibe. Girseya li hev kom bûbû û malbatê bi çepikan vê zordestiya polîsan şermezar kirin.

Li aliyê din malbata Cîhat Ay jî duh bi roj cenazeyê kurê xwe wergirtibû û li gundê Ciheka yê navçeya Pasûrê spartibû axê.