spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şewata li Çala Guza ya Şirnexê mezin dibe

Zêdeyî 2 meh in xwezaya Kurdistanê bênavber tê talankirin. Şewata ku doh serê sibehê li qada Çala Guza dest pê kir, belav dibe. Ji ber qedexeyê jî şewat nayê vemirandin

Li Şirnexê agirê ku di bin kontrola dewletê de bi daristanan tê xistin, dewam dike. Ji meha Tîrmehê ve daristanên Şirnexê bi rêk û pêk têne şewitandin. Herî dawî daristana li nêzî gundê Cifaneyê hate şewitandin ku li Cûdî ye û bi 8 kîlometreyan dûrî navendê ye. Şewata ku doh serê sibehê dest pê kir berfireh û mezin dibe.

Qada ku weke Çala Guza tê naskirin, weke herêma baregeha leşkerî hatiye ragihandin. Ketin û derketina ji vê herêmê re jî tenê bi destûrê tê kirin. Tîmên arkujî û şaredariyê nikarin xwe bigihînin herêmê û şewatê vemirînin.