6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnivîska Gurbetellî Ersoz êdî bi fransî jî heye

Rojnivîska Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz a “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş Kir” bi zimanê fransî hate weşandin

Rojnivîska Ersoz a “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş Kir” ku di navbera 1995-1997’an de nivîsandiye, ji hêla Les Éditions d’en Basê ve wergerî zimanê fransî kirin. Danasîna pirtûkê dê di 29’ê îlonê de li Le Pavillon a bajarê Lozanê ya Swîsreyê saet di 18:00’an de were kirin. Edîtorên Les Éditions d’en Basê Pascal Cottin û Jean Richard û midûrê Musée des Beaux Arts’ê yê berê Bernard Fibicher dê weke axêver tev li bibin.

Gurbetelî Ersos kîye:

Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya jin a ewil a Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz bû. Dema Gerînendeya Weşanê ya Ozgur Gundemê dikir, hate girtin û îşkence lê hate kirin. Piştre jî tev li refên PKK’ê bû. Ersoz, di pêvajoya şerê di navbera salên 1995-1997’an de rojnivîska bîranîn, helbest û xwerexnekirinan girt. Rojnivîska wê bi navê “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş Kir” hate weşandin. Gurbetellî Ersoz di 32 saliya xwe di pevçûneke 8’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da.