6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn

Danişîna ewil a doza têkildarî îşkenceya li Y.D. yê 14 salî hate kirin de hatibû vekirin pêk hat. Polîsên bersûc beşdarî danişînê nebûn. Y.D. tundiya polîsan vegot û xwest polîs bên girtin.

Polîsan 21’ê adara 2023’an de li navçeya Licê ya Amedê YD’yê 14 salî revandin û îşkence lê kirin. Derheqê bûyerê de doz hat vekirin û ji 5 polîsên hatin binçavkirin 3 jê hatibûn girtin. Piştî îtîraza parêzerên polîsan, her 3 polîs jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Danişîna ewil a doza derbarê polîs Î.A., E.O., G.B., A.O. û H.Ç. de hatibû vekirin li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Licê hate lidarxistin. Polîsên ku bi sûcdariya “Bi zor û gefan kes ji mafê wî yê azadiyê bêpar hiştine” û “zerardane mal” tên sûcdarkirin tev li danişînê nebûn. Malbata Y.D., parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren û Halîde Turkoglû, parêzerên ÎHD û Baroya Amedê di danişînê de amade bûn. Bi hinceta “eywan biçûke” nehiştin ku rojnamevan danişînê bişopînin.

Dayik û bavê Y.D. yên di danişînê de mafê axaftinê girtin û giliyê polîsên bersûc kirin. Y.D. yê bi pedagogî re tiştên qewimîn vegot, wiha got: “Polîsan ez girtim û li min dan. Ez darb kirim. Îşkence li min kirin. Pişt re ez li wesayîta zirxî siwar kirim. Li wir jî li min dan. Gotin ‘Ji kurdan re xebaran bibêje’ , ‘Ji Abdullah Ocalan re xeberan bibêje’. Vîdeo kişandin. Gef li min xwarin û ez derb kirim. Bi kontaxa çekan li min dan. Destên min bi kelemçeya plastîk girêdan û avêtim kêleka rê. Ez ji çalê derketim ser rê. Mirovekî di rê de derbas dibû ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Ji wir jî ez birim Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Li her du nexweşxaneyan jî polîsan ji min xwest ku ez giliyê wan nekim. Ez gilîker im.”

‘Bila polîs bên girtin’

Baroya Amedê û Şaxa ÎHD’a Amedê daxwaza tevlibûna dozê kirin. Lê dadgehê daxwaz red kir. Parêzeren Y.D. diyar kirin, bûyer sûcê îşkenceyê ye, amadekirina îdianameyê ya bi vî şiklî xeletî ye. Parêzeran xwestin ku dosya biçe dadgeha cezayê giran, lêpirsîn were berfirehtirkirin û polîs bên girtin.

Dîmenê hundirê wesayitê xwestin’

Parêzeran Rapora Lijneya Vêneranê ya Wezareta Karên Hundir der barê polîsan de amade dike û dîmenên nava wesayîta maşîneya zirxî ku îşkence lê hatiye kirin xwestin. Parêzerên bersûcan jî, xwestin ku polîs bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bibin û biryarên şertên kontrola edlî bên rakirin. Xwestin telefonên wan ên hatine desteserkirin bên teslîmkirin. Dadgehê piştî navbereke kurt, biryar da ku parastina polîsan bi fermanê bê wergirtin, daxwaza girtina polîsan red kir, şertên kontrolên edlî yên polîsan berdewam bike, polîs di danişîneke din bên amadekirin, ji bo qeyda kameraya nava wesayîtê ji Miduriyeta Polîsan a Bajêr re nivîs bê nivîsîn.

Danişîn taloqî 24’ê çileya 2024’an kir

Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, diyar kir ku heta ku polîs ji ber sûcê îşkenceyê ceza bigirin wê têkoşîna wan bidome.

Parlamenter, Halîde Turkoglû, anî ziman ku li cem malbatê ne. Turkoglû, diyar kir ku îşkenceya li dijî zarokên kurdan pêk tê bûye sîstematîk û da zanîn ku zarokên kurdan bûne hedefa kesên di saziyên dewletê de dixebitin.

Turkoglû, destnîşan kir ku îşkenceya li zarokan hate kirin îşkence ye û wiha got: “Em dixwazin her kes tev li vê pêvajoyê bibe. Rejîmeke ku dema faîl dibe dewlet bi necezakirinê destên xwe dihêjîne û digere heye. Em dixwazin ku ev hêzên ewlehiyê yên îşkence kirine bên girtin.”