30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedema krîzê ne aborî, siyasî ye

Hikûmeta defakto ya Mesrûr Barzanî hem dibêje pere tune hem jî bi şîrketên xwe ve dibe sponsorê stranbêjên tirk ên weke Cecelî û keça Îbrahîm Tatlises û bi sedhezaran dolar dide wan

Li başûrê Kurdistanê bi destpêka werza payîzê re dîsa boykota mamosteyan, kedkarên tenduristiyê heta bi karmendên saziyên federal hat rojevê. Sedema van boykotan, wernegirtina mûçe ango heqdestên xwe ye. Kedkar dewa heqê keda xwe dikin. Dixwazin debara xwe bikin. Daxwazeke maqûl û di cih de ye. Lê gelo sedema vê krîzê çi ye? Gelo di qaseya maliyeya herêma federe de pere tune ye?

Niha halê hazir li Başûr hikûmetek tune ye. Ji ber ku hilbijartin lê pêk nehatin hikûmeta berê bi serokwezîrtiya Mesrûr Barzanî bi awayekî defakto li ser wê postê rûniştiye. Ev aliyekê meselê ye. Û aliyê herî muhîm e. Ji ber ku sedema krîz û qeyranê ne, nebûna pere ye. Krîz ne krîzeke aborî ye, krîzeke siyasî ye. Bi heman rengî heman krîz li Bexdayê jî heye. Heke li van çend salên dawîn bê mêzekirin wê bê dîtin ku gel bi sedhezaran li kolanan dewa mafê xwe dike. Lê li vê derê nehsî û qurnaziyeke hevpar a Hewlêr û Bexdayê heye.

Ev herdu navend jî dixwazin hev di ser meseleya pere de tewambar bikin û ji xelkê re nîşan bidin ku sedema mexdûriyetê aliyek ji aliyê din e. Ji ber wê ye hikûmeta Sûdanî dema hat ser kar li hemberî wezîr û krîz, li hemberî burokratên hikûmeta Mustafa Kazimî dest bi operasyona gendeliyê kir. Hemû rayedar selefên xwe bi gendeliyê tewambar dikin. Li ber çavê xelkê wan reş dikin. Lê tu carî bi rastiya meselê danekevin.

Rastiya meselê nebûna demokrasiyeke rasteqîn e. Tanzîmnebûna mekanîzmayên demokrasiyê dibe sedema kûrbûna krîzê. Di demokrasiya rasteqîn de gel ne tenê dema hilbijartinan lê di her demê de tevli biryaran, şopandina wan dibe. Lê hem li Hewlêrê hem jî li Bexdayê bi zanebûn ev derî li gel tê girtin.

Weke mînak PDK bêyî ku qanûnên Iraqa federal li ber çavan bigire rabû bi dewleta tirk re peymaneke 50 salî ya firotina petrolê îmze kir. Bi salan jî perê petrol firotî xist qaseyên xwe yên şexsî. Ev dizî heta dadgeha navneteweyî biryara betalkirina peymanê da dewam kir. Niha Hewlêr ji karmend û karkeran re dibêje; Bexda pere nade ji ber wê mûçe nayên dayîn. Lê bi vî awayî dixwaze ser diziya xwe bigire. Da ku kes jê nepirse ka perê firotina petrolê çû ku derê?

Hikûmeta defakto ya Mesrûr Barzanî hem dibêje pere tune hem jî bi şîrketên xwe ve dibe sponsorê stranbêjên tirk ên weke Cecelî û keça Îbrahîm Tatlises û bi sedhezaran dolar dide wan ku ev hîn di deryayê de ne dilopeke ji gendeliya wan. Li Hewlêrê xanedaniyek ji gendelî û diziyê avakirine û weke ku ev xanedanî pîroz be û kes bêyî bismîla nikaribe nave wan hilde tevdigerin ji xwe re wisa pîroziyeke sixte çêkirine. Lê li aliyê din jî bi dewleta tirk a dagirker e li dijî hêzên kurd, li dijî Tevgera Azadiya Kurd di nava  liv û tevgera xiyanetê û hevkariyê de ne.

Pergalên federal ji pergalên hikûmetên navendî bi şêwaza xwe ji demokrasiyê re hîn guncawtir in. Lê mînaka Bexda û Hewlêrê ji ber siyaseta serdest a nesîbê xwe ji demokrasiyê negirtî derî li vê mekanîzmaya bi şareza digire. Derî ji xelkê re tê girtin lê kesên derî digirin ji xwe re di xan û mana de dimînin û xelkê muhtacî nanekî tisî dikin.

Erê ev tespît e ku ne tenê ez vê tespîtê dikim. Çare çi ye? Yek çareyek heye ew jî çi bi xweşî û çi bi zorê standina maf e. Divê gelê me yê Başûr ji xwe bipirse; min xwîna xwe ji bo çi rijand? Ma min xwîna xwe ji bo zarokên min birçî bimînin û nanê li ser sifrê wan jî ev xanedan bixe devê Ceceliyan min xwîna xwe rijandin? Divê ev gelê xwedan şehîd, ked û xebat vê dizî û talanê qebûl neke. Divê nehêle ku ev xanedan axa Kurdistanê bike paspas di bin nigê faşîst û dagirkeran de.