13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe deriyê Îmraliyê vekin”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya Sêrtê de axivî û wiha got: “Heke daxwaza we ya çareserkirina pirsgirêka kurd hebe, wê demê deriyê Îmraliyê vekin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Sêrtê, bi tevlibûna Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir  1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate lidarxistin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di kongreyê de bal kişand ser êrişên li ser Kurdistanê. Saritaş, wiha got: “Dewlet li 4 parçeyên Kurdistanê êrişî kurdan dike. Armanca wê ew e ku yekitiya kurdan ji holê rake. Divê em xwedî li mîrateya berxwedanê derkevin û ji van re bibin bersiv.”

Bayindir: Divê em berxwedaneke mezin bikin

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, di serî de zanayê kurd Apê Mûsa bi bîr anî. Piştre jî Keskîn bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan, daxwaza sereke ya gelê kurd e. Di pêvajoya jinûveavakirinê de me bi gel re bi dehan civîn li dar xistin. Di van civînan de daxwaza azadiya birêz Ocalan derket pêş. Gel dibêje ku heke birêz Ocalan azad bibe dê tevahiya pirsgirêkan bên çareserkirin. Divê em vê rastiyê bibînin û têkoşîna me jî li gorî vê rastiyê be. Dê bi saya berxwedana mezin a gelê kurd, birêz Ocalan jî azad bibe. Ji bo vê ji destê kê çi were divê bike. Em di qonaxeke dîrokî de ne. Dewlet dixwaze me ji xaka me, xwezaya me bike. Hewceye li dijî vê pergala tu pîvanan nas nake em jî pir mezin li ber xwe bidin.”

‘Deriyê Imraliyê vekin ERIYÊN’

Bi domdarî Bayindir destnîşan kir ku li dijî gelê kurd êrişên piralî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan qala Destûra Bingehîn a nû dike. Lê dema qala vê dike, li ser bingeha dijminatiya li kurdan ava dike. Erdogan ê di yekperestiyê de israr dike, dîsa qala ‘yek milet, yek welat’ dike. Gelo ev makeqanûneke çawa ye? Em vê makeqanûna li ser bingeha înkarê tê amadekirin qebûl nakin. Tekane armanca wan dijminatiya li kurdan e ku em jî vê qebûl nakin. Heke daxwazeke wan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hebe, wê demê bila deriyên Îmraliyê vekin. Gelê kurd vaye 50 sal in li dijî vê pergalê têdikoşe. Daxwaza aştiyê dike. Heta ku em mafên xwe bi dest dixin jî dê têkoşîna me ya li hemberî vê pergalê bidome.”

Bayindir, got “Roj, roja çalakî û xwedîderketina li nirxan e” û diyar kir ku qetilkirina endamê KNK’ê Denîz û YNK’iyan nîşaneya bêtehemûliya li hemberî kurdan e. Bayindir, axaftina xwe wiha qedand: “Lı ku deverê kurdek hebe qetil dikin. Lı kîjan deverê kurdek were qetilkirin, em ê xwedî li bîranîn û têkoşîna wî/wê derkevin.”

Muazzes Bulga û Ferhat Başkurt weke Hevserokên DBP’a Sêrtê hatin hilbijartin.