28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye

Di rapora têkildarî îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hat diyarkirin ku qeydên kamerayan ên kêliya îşkenceyê kişandin li dosyayê nehatine zêdekirin û îşkence di wan qeydan de veşartî ye. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê têkildarî îşkenceya di 31’ê tebaxê li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê li girtiyên bi navên Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer hatiye kirin de raporek amade kir û li avahiya komeleyê parve kir. Rapor, di encama hevdîtina bi girtiyan re hatiye amadekirin û ji hêla parêzerê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkun ve hate xwendin.

Rêveberiya girtîgehê daxwaza hevdîtinê red kir’

Coşkun, anî ziman ku şandeya ÎHD’ê xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bike lê ev daxwaz hatiye redkirin û wiha got: “Şandeyê ji rêveberiya girtîgehê re daxwaznameyek nivîsand û di vê daxwaznameyê de îşkenceya sîstematîk û binpêkirinên heyî bi berfirehî vegot. Lê belê pirsgirêkên heyî bi tu awayî nehatin çareserkirin û hîn bêhtir giran bûn. Ji bo bidawîkirina îşkence û miameleya xerab, em ê ji her alî ve têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Gardiyanên mêr ên ku divê nekevin qawîşên girtiyên jin, îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî kirin, tev li hejmartina li qawîşan bûn û bi zanebûn hesas nêzî jiyana taybet a girtiyên jin nebûn.”

Li cihekî bêav û bêhewa hatin ragirtin

Coşkun, encamên hevdîtinên bi girtiyên jin re hatine kirin wiha eşkere kir:

“*Di esasê xwe de hewl didin îşkenceyên ku di 31’ê tebaxê de hatine kirin û li ser çapemeniyê gelek deng vedan li ser bingehekî bidin rûniştandin. Cezayên disiplînê û tundî jî xelekeke vê pergalê ne.

*Jinên girtî li cihekî bêav û bêhewa hatin hiştin, piştî îtîrazan jî cezayên disiplînê lê hatin birîn.

*Girtiyên jin ji bo şênberkirina van cezayên disiplînê yên keyfî bûyerek vegotin. Ev bûyer jî, jinên li cihekî bêav û bêhewa hatine hiştin gotine; ‘Em ji ber bêhewatî û bêaviyê dişewitin. Em qebûl nakin ku rêveberî mafên me yên herî însanî binpê dike.’ Gardiyanan ev gotinên girtiyan berevajî kirine û weke ku girtiyan gotibe ‘Em ê xwe bişewitînin’ li girteka xwe nivîsandine û li ser vê yekê cezayê hucreyê li girtiyan hatiye birîn.

*Daxwaznameyên girtiyan ên ku dibêjin ‘em miameleya xerab qebûl nakin’ hatine çirandin û berçav nehatine girtin.

*Piştî bûyera hatiye rûdan, hemû pirsgirêk dubare bûne heta çendek roj berê hejmareke zêdetir a gardiyanên mêr ji bo hejmartinê ketine qawîşên girtiyên jin. Li ser vê yekê girtiyên bi navên Mizgîn Atabey, Lale Kabîşen û Nazlican Bariş bertek nîşan dane û nîqaş derket.

*Piştî bûyerê van girtiyan têkildarî bûyerê gilîname da. Tevî vê yekê jî derheqê wan de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin. Di naveroka vê lêpirsînê de hatiye xwestin ku 11 roj cezayê hucreyê lê were birîn. Piştî teblîxkirinê jî li dijî îfadeyên bêbingeh, neheq û derhiqûqî yên memûran bi daxwaznameyekê parastina xwe ji meqamên peywirdar re şandin. Hefteyek piştre jî hemû parastin hatin redkirin û cezayê hucreyê yê 11 rojan lê hate birîn.

Kesên taxim li xwe kiribûn jî tev li îşkenceyê bûn

*Girtiyan dan zanîn ku hatibûn mexdûrkirin û ji bo neheqiya li wan hatiye kirin bidin bihîstin, qederê nîv saetê li deriyan xistine. Bi domdarî gotin ku piştî vê protestoyê, 40 memûrên girtîgehê û cendirmeyan bi ser qawîşê de girtin û dest bi derbkirinê kirin.

*Her wiha girtiyan diyar kir ku hin kesên taxim li ber bûn û li gorî texmîna wan berpirsyarên payebilind ên girtîgehê ne, bêyî ku tiştekî bipirsin bi copên di destê xwe de dest bi lêdana wan kirine, îşkence li wan kirine, piştre bi rêbaza girêka beraz û kelemçeyên plastîk hatine bêbandorkirin û di tevahiya vê pêvajoyê de van kesên cilên taximan li xwe kirin gotina ‘bêbandor bikin’ bi kar anîne û gotine; ‘bila êdî dengê wan dernekeve û careke din van bûyeran li ser çapemeniyê parve nekin.’

*Piştre bi copan lê hatiye xistin, piştî lêxistinê ji beşa girtiyan derbasî odeya vala kirine, li vir ji wan re gotine ku dê wan bibin nexweşxaneyê, nêzî 2-3 saetan jî birina Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê, li wir derbasî cem bijîşkekê zilam ê navê wî nehatiye zanîn kirin, li vir hewl dan şopên îşkenceyê yên li ser laşê xwe nîşanî bijîşk bidin, lê bijîşkî bi zimanekî esebî jê re gotiye; ‘hûn dema min digirin, tu tiştekî we nîne, hûn çima hatine vê derê?’,  girtiyan jî bi israr hewl dane birînên xwe nîşan bidin lê ev daxwaza wan bi tu awayî nehatiye qebûlkirin.

Dibe ku qeydên îşkenceyê bên jêbirin

*Di dema tedawiyê de cendirme li cem bijîşk bûn, bijîşk jî tedawî bi ser guhê xwe avêt, piştre dîsa ji pişt ve hatin kelemçekirin, li rîngê hatin siwarkirin, cendirmeyan çêrên zayendperest li wan kirin û gefên giran lê xwarin.

*Girtiyan dan zanîn ku di 13’ê îlonê de ji bo bûyerên behsa xeberê parastineke nivîskî dane û ditirsin ku bi taybet jî qeydên kamerayan ên îşkence kişandin bên jêbirin.

*Girtiyan got ku îşkence ne tenê îdia ne, belgeyên wê yên şênber hene, meqamên eleqedar li ser nasekinin. Îşkence, di qeydên kamerayan ên ku hewl didin tune bikin de veşartî ne.

*Girtiyan got ku ev dîmenên îşkenceyê tenê dikara bi saya wijdan û dengê gel derkevin holê.”