8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwaza girtina tecawizkaran hate redkirin

Li Mêrdînê îtîraza li dijî berdana yek jê cerdevan 3 kesên der barê wan de bi hinceta tecawizî jinekê kirine lêpirsîn hatibû dest pê kirin, hate redkirin

Li Mêrdînê cerdevan Yakûp A. û hevalên wî Çetîn T. û Suûd Ç. ku bi hinceta bi awayekî sîstematîk tecawizî jinekê kirine hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn berdan. Îtîraza li dijî berdana her sê kesan hatibû kirin, hate redkirin.

Parêzerên jina tecawiz lê hate kirin, piştî Dadgeha Ceza ya Sulh a Dêrikê her sê gumanbar berdan îtîrazî Dadgeha Ceza ya Asliye ya Dêrikê kirin û ji ber gumanbar ji rêzesûcan tên sûcdarkirin û gumana ku delîlan ji holê rakin heye xwestin ku girtî bên darizandin.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin wergirtin, Dadgeha Ceza ya Asliye ya Dêrikê bi hinceta rapora ser giliya jinê têkildarî bûyera di sala 2021’an de qewimî ji nexweşxaneyê hatiye wergirtin, îdia kir ku sûcê gumanbar jê tên sûcdarkirin “razber e” û daxwaza darizandinê red kir.