13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çend sedemên girtina Radyoya Swêdê (SR)

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê ragihand ku ewê di 1’ê Nîsanê de dawî li weşana xwe bîne û rêvebirîya Radyoya Swêdê ji bo kêmkirina mesrefan ew biryar daye. Têkildarî biryarê niqaş didomin.

Rêveberiya Radyoya Swêd di 31’ê Adarê de biryar da ku 5 serwîsên radyoyan bigire. Yek ji van serwîsên radyoyê jî serwîsa kurdî ye. Radyoya Swêdê li gel beşa kurdî dê weşanên bi zimanê Rûsî û Tîgrînî jî bisekinîne.

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê di serê sala 2001’ê dest bi weşanê kiribû û vê gavê 4 rojnamevan xebatê dimeşîne.

Li gorî biryarê ji SR (Radyoya Swêd) tê xwestin ku bi zimanên kêmneteweyên li Swêd wek fînlandî, laponî û yîdîşî cîh bide weşanan. Her wiha Eko ya RS bi ingilîsî, erebî, farisî, somalî û kurdî nuçeyan biweşîne. Van salen dawî rûsî û tigrîyanînî lê zêde kirine.

Berî bi 23 salan, belkî ji ber hoyên naskirî, bêhtir dilê kurdan xweşkiribû. Li  gor rojnama DN, medya ya swêdî û rojnamegerê beşa kurdî  Beşir Kavak; dê ji meha nîsanê û pêve, SR hej rê bide nûçeyên bi kurdî. Li gor berpirsarê SR Caysa Lindberg, çend sebebên  bingehîn  yên vê biryara wan hene;

Sedema yekemîn; Kurd bi civata swêd re entegre bûne.Sedema duyemîn; Di nav penaberên ku têne Swêd de, hejmara kurdan kêm e. Sedema sêyemîn; Destê SR teng bûye û hej pêwîstî bi redaktionen kurdî heye. Sedema çaremin; Lorîn Berzencî ku Li SR kar dike tiştekî din dibêje. Sedema pêncemîn; Hejmara penaberê ji Rojhilata Navîn pir in û di nav wan de kurd gelek in…

Bi qasî karmend dibejin, redaksiyona (serwîs) kurdî ya SR kalîteyek bidest xistine ku beşên din yê Radyoya Swêd jê sûd vedigrin. Û beşê kurdî ji seranserê cîhanê nûçeyan bi guhdarê xwe ve dighîne.

Her çiqasî îtiraz heminredning jî, civata kurdan jî wek nivîskar Wilhen Moberg, rastîyê di tiştên nayên gotinde dibînin û vê mijarê bi pêvajoya endamatîya NATO ve girê didin. Mirov ji kîjan alî ve li vê biryara SR binere, biryar ne di cihê xwe de ye. Neheqî ye, ne rast e, ne rast.

Bi her alîyên xwe ve, kurd û hevalbendên wan li ser piyan in û doktor li rêveberîya SR dikin ku ji ya xwe dakeve û biryara li ser beşa kurdî bi paşve bikşîne.