6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran: Em ê piştgiriya xwe bi hêzên Lubnanê re bidomînin

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir ku ewlehiya Lubnanê jî dişibe ya Îranê, divê Amerîka di şerê herêmê de dest ji piştgiriya Îsraîlê berde û got “Em ê piştgiriya hêz û komên çekdar yên Lubnanê bidomînîn.”

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan li Beyrûtê di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ku ewlehiya Lubnanê jî dişibe ya Îranê, divê Amerîka di şerê Rojhilata Navîn de dest ji piştgiriya Îsraîlê berde û got “Em ê piştgiriya hêz û komên çekdar yên Lubnanê bidomînîn.”

Fûze avêtin Israîlê

Ji aliyekî din ve Hizbulaha Lubnanê duh bişev bi dehan fûze avêtin Israîlê. Li gorî nûçeyeke SKY News Hızbulaha Lubnanê bi dehan fûze avêtine Israîlê lê der barê ziyanan de tu agahî nehatine belavkirin. Kanal SKY news duh dîmenên avêtina fûzeyan bi rengekî zindî anî ser ekranên xwe.

Hêjayî gotinê ye ku gelek caran hêzên filistînî jî bi fûzeyan êrîş dikin lê piraniya wan ji alî pergala (Qubeya Hesinî) ya Israîlê ve beriya bigihên erdê tên rûxandin.