28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kobanê û McDonalds

Xwende meraq dikin, cahil meraq nakin û heta ku bi xwe yan bi şaşî yan bi tesadufî dernekeve pêşiyan wan, ew fêr nabin û nizanin.

Dem her ji berê de lezgîn bû, lê di serdema hemdem de dema mirov bi hezar tiştên beradayî ve dagirtî ye. Lewma êdî dema kesî nîne ku bibîne, bixwîne an bifikire. Ji ber wê ye ku di rojname an malperan de an jî li ser tora civakî kes danakeve kûrahiya mijaran, tenê sernivîsan dixwînin û hew.

Xwendina sernivîsan civaka cahilan ava dike. Lewre yên zana hewl didin ku xwe bigihînin hûrgiliyan.

Lewre dema cahilan nîne, wexta wan tuneye. Jiyana wan bi agahî û tevger û karên weha ve hatiye dagirtin ku bala wan êdî nakeve ser tiştekî din. Tora civakî, lîstikên ser telefonan, rêzefîlmen beradayî, peyamên rojane yên bêwate, hezkirinên sexte û hwd. Mirov nizane bê çawa li mirov dibe êvar.

Cahil sernivîsan dibînin lê hûrgiliyan naxwînin, danakevin kûrahiya wê, meraq jî li cem wan çênabe.

Meraq zanîn e û kûrahî ye.

Kûrahî bi sernivîsê tenê ve nayê bidestxistin.

Bidestxistina kamiliyê ji xwendin û fikirînê tê. Herçî fikirîn e, nabe para herkesî lewre zanîn jê re lazim e.

Zanîn bi dîtin û xwendinê çêdibe.

Xwendin divê pirhêl û pirceleb be. Lewre mirov pirhêl û pirceleb e.

Pirhêlî û pircelebî di nava axavtina te de û di nava nivîsa te de û di nava kamiliya te de xuya dibe, nayê veşartin.

Veşartina cahiliyê jî û ya kamiliyê jî ne mimkun e.

Peydabûna civaka zanayan bi perwerdehiyê û sebrê çêdibe.

Herçî sebr e, tenê li cem cahilan nîne.

Lewre dema wan tuneye.

Ew zû ji tiştan aciz dibin.

Ew acizî li cem zanayan jî heye.

Gava ku nizanibin pirr aciz dibin.

Hingî mirov bi kesên mîna xwe re digere, mirov dibêje qey dunya alem hemû mîna mirov in.

Wê rojê min ji ciwanekê re got: “Ez bi hevalekî Rojava re peyivîm.”

Got: “Ew kîder e?”

Min jê re xweşkî got: “Ev duwazdeh sal in ku kurdan piştî şikandina DAIŞ’ê li wira welatekî nû ava kiriye.”

Got: “Li Iraqê?”

Min got: “Na, ew berê hebû; ev e li Sûriyeyê ye.”

Got: “Min nizanîbû.”

Min got: “Te qet navê Kobanê nebihîstiye?”

Got: “Na.”

Min bi sebir ji destpêkê heta dawîn jê re hêsan kir û behs kir. Rêveberiyeke çilo hatiye danîn, civakeke çawa hatiye avakirin, jiyaneke aborî, hunerî, civakî, çandî û herweha siyasî, çawa rengê xwe diguhere.

Tenê pirsek kir: li wira dikan û kafe û dibistan hene?

Kafe? Pirseke balkêş, ecêb ku yên mîna me qet lê nafikirin. Behsa qahweyên me nake. Lewre em ji bîr dikin ku nifşên nû ne mîna me ne, li tiştine nû digerrin û alternatîf gellek in heger em nikaribin rêyê ber bi wan ve bixin. Feq gellek in, newal û çol gellek in.

Min got: “Erê, çawa tunene!”

Got: “Yanî weke McDonalds û Starbucks.”

Min got: “Ji wan xweştir in, lê ne bi wan navan.”

Got: “Çima?”

Min got: “Kapîtalîzmê ji te re pêdiviyên weha ava kirine ku tu xweşî û bextewariya xwe bi wan ve bipîvî.”

Got: “Kapîtalîzm çi ye?”

Min jê re çîroka sê jinan got:

Sê jinên li ser tenûrê behsa hevjînên xwe dikin. Ya pêşîn dibêje; “Hevjînê min naxebite, heta êvarî li malê ye, û heta êvarî li min dixe.”

Ya duyem dibêje; “Hevjînê min dixebite, heta êvarî li kar e, êvarî jî gava ku tê heta sibê li min dixe.”

Ya sêyêm got: “Hevjînê min şîrketa wî heye, bi kêfa xwe diçe kar û bi kêfa xwe tê malê; heta êvarî xelk weke keran ji bo wî dixebitin, gava ku tê male, li rûyê min jî nanihere, paşê diçe maline din, ez nizanim bê li ku dimîne; carinan ez qet wî nabînim”

Cîrana çaran a ku li hersêyan guhdar kir, tiştek negot. Hersêyan li wê niherî.

Jinika çaran got: “Yê min, min hevjînê xwe berda; ev sê sal in ku her êvar ji kar tê, li ber deriyê min rûdine û digirî. Ez dihêlim ku were hundir. Bi zarokan re dilîze. Gava ku ez li kar bim, li ber zarokan dimîne. Ji ber ku baş fahm kiriye, êdî doza vegerê li min nake. Heger ez vegerim ez ê bibim wek we.”

Wê got: “Çar rewşên cuda ne.”

Min got: “Kîjan ya herî baş e?”

Got: “Di nava van 4 rewşan de, jina dawîn baş e.”

Min got: “Kîjan ya herî xerab e?”

Got: “Hersê jî xerab in.”

Min got: “Ew hersê hevjînên pêşîn, berhema kapîtalîzmê ne, temsîla wê dikin, li gorî wê dijîn; lê mêrê çaran berhema şoreşê ye. Fahm kiriye ku nikare bi wê jinê, lewre jinê biryar daye.”

Wê got: “Ma li Rojava jin dikarin biryarê bidin?”

Min jê re behs kir û min sûretê wê dayikê nîşanî wê da, ya ku deq li eniyê, kirasê kurdî lê, hinne li poran e û li Hesekê rahiştiye keleşê û êvaran derdikeve parastina bajarê xwe li dijî gefa vegera DAIŞ’ê.

Min got: “Lı gorî te, kes êdî dikare lêxistinê li vê jinê bike?”

Got: “Na.”

Min got: “Ev dayika 6 zarokan e. 2 zarok ji wan piçûk in. Ji ber ku dizane ku DAIŞ’ê tê, her êvar radihîje keleşa xwe û derdikeve kolanê. Bi roj jî zarokên wê diçin şerrî.”

Got: “Jiyana wan zehmet e.”

Min got: “Li gorî te, ji vê jinikê re McDonalds lazim e yan aramiya herêmê û saxiya zarokên wê?”

Got: “Ez weha nefikirîbûm”.

Min got: “Lê te baş fahm kir, ne weha?”

Got: “Ez pirr cahil im, bibihure.”

Min got: “Na, tu pirr zana yî, ji ber ku tu meraq dikî.”