8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bunuel, di Labîrenta Kûsiyan de

Bunuel di sala 1933’yan de belgefilma Las Hurdes: Tîerra Sîn Pan dikişîne. Di belgefilma de ew dengê îronîk dibêje; “Las Hurdes, cihê hêrî xizan û cihê herî hatiye jibîrkirin ê li ser rûyê erdê ye.”

Yek ji zarokên herî serhildêr ê sînemayê derhêner Luis Bunuel di 1900’î de li  Spanyayê ji dayik dibe. Yek ji navdartirîn derhênerê dinyayê ye û wek nûnerê surrealîzmê yê sînemayê tê nasîn. Rêwîtiya wî ya sînemayê bi wênesazê surrealîst Salvador Dalî re di sala 1929’an de bi çêkirina filma Kuçikekî Endûlûs (Un Chien Andalou) dest pê dike. Film ji xewnên herdu hunermendan pêk tê. Piştre bi dehan film dikişîne ku gelek caran dibe sedema hîn aloziyan. Bunuel, di filmên xwe de rexneyên hişk li çîna bûrjûwayan, ol û zagonên civakî dike. Helbet Bunuel rexneyên xwe wek propagandayek polîtîk nayne ziman lê bêhtir azadiya takekesî, ramana azad diparêze û rexneyan li dijî civakê jî dike. Ango propagandeyeke zipî ziwa nake lê vegotineke gerdûnî tercîh dike. Filmên wî ku di nav xewn û rastiyan de diçin û tên hewl didin bîneran ber bi lêpirsînekê ve dahf bidin. Bunuel di van filmên de piranî hêmanên kelavijîk û mîzaheke îronîk bi kar tîne. Piştî filma Kuçikekî Endilus filma Serdema Zêrîn (L’Âge d’or, 1930) dikşîne. Filma ku rexneyên pir dijwar li çîna bûrjûwa û olî dike rastî bertekên tund tê. Holên sînemayê yên ku film tê de tên nîşandan rastî êrîşan tên, heta bombe jî tê avêtin. Film tê qedexekirin heta salên 1980’î jî nîşandana wê qedexe ye, piştî pêncî sal derbas dibe tê nîşandan. Piştî vî filmî Bunuel, dest bi çêkirina belgefilmekê dike, derhênerê surrealîst vê carê xwe di belgefilm de ango şêwêya herî nêzî rastiyê ya sînemayê de diceribîne. Lê ji ber bertekên li dijî filma Serdema Zêrîn, wê kêşana vê belgefilma ne ewqas hêsan be.

Tîerra Sîn Pan (Axa Bê Nan)

Bunuel di sala 1933’yan de belgefilma Las Hurdes: Tîerra Sîn Pan dikişîne. Di belgefilm de ew dengê îronîk dibêje; “Las Hurdes, cihê hêrî xizan û cihê herî hatiye jibîrkirin ê li ser rûyê erdê ye.” Her wiha dema ji dûr ve dinêre ser xaniyên malên wan dişibe kûsiyan û kuçeyên wê yên teng jî dişibin labîrentan. Di belgefilm de xizanî, paşvemayîn, pirsgirêkên civakî tên nîşandan. Rexneyek hişk li hemberî dêrê, burjuva û destilatdaran tê kirin. Armanceka kêşana belgefilm a Bunuel jî ew e ku xizanî, neçarî ya vê heremê nîşan bide û bi vî awayî ji bo guherînê şert û mercên neyînî tiştek bike. Nakokiya navbera gelê xizan û çina serdest bi awayekî hişk tê vegotin. Tunebûna erdên hilberdar ên çandiniyê, dibe sedem ku gelê li vir dijî negihije pêdiviyên serekê ên jiyanî. Gelê xizan li hemberî birçîbûn û xizaniyê têdikoşin, hewldana jiyînê heye lê ji ber derfet pir kêm in ev yek pir zehmet e. Film, dijwariya pêrgalê, newekheviyê, xizaniyê, birçîbûnê, bêdadiya civakî û sedemên van ku desthilatdar, baweriyên olî ye û nakokiyên civakî ên çînî bi vegotin û dîmenên balkêş bi awayekî bi bandor nîşan dide.

Gund bi hurgulî tê qeydkirin û dengek li ser dîmenan vedibêje. Pêre çand, bîr û bawerî û kevneşopiyên heremê jî nîşan dide. Di belgefilm de dîmenên ku bîneran aciz dike cîh digirin. Zavayên ku nû li ser hespan serê dîkên ku bi benekî li herdu aliyê kuçeyê ve hatiye girêdan jê dikin. Em jî nêz ve dîkekî ku serê wî hatiye jêkirin û dipirpite dibînin, tu cudahiya wê û gelê Las Hurdesê ku di bin nîrê xizaniyê de dipirpite tune ye.  Dîmenên wek pezkoviyek ku tê kuştin ji çiyê ve berjor dibe, kereke ku barê wê mêşên hingivîn ji hêla mêşan ve tê kuştin hene. Pêre zaroka biçûk di kuçeyekê de serê xwe daniye ser kevirekî. Nexweş e, êş dikişîne û li benda mirinê ye. Ne dikare tedawî bibe ne jî li vê derê derman hene. Du rojên din zaroka biçûk dimire. Li herêma ku mirov ji ber nexweşiyên biçûk jî dimirin goristanek jî tune ye. Dîmenên zarokek mirî jî dixuyê. Bunuel, jiyana hovane ya vê herêma ku di nav çiyayan de veşartiye û ji dinyayê qut e bi şêweya xwe ya surrealîst û rexneyî nîşan dide. Bunuel, estetîka surrealîst bi kar tîne û hin hêmanên dijrastî jî li film zêde dike. Dîmênên di film de carînan ji rastiyê ber bi xewnekê ve diçe ango ber bi xewnereşkekê ve. Bi şêweyekê dijrastî bi rastiyên hişk ên jiyanê re rû bi rû dimîne.

Filma, Las Hurdes an Axa Bê Nan bi hurgulî pênase dike. Pirsgrêkên civakî, çînî, têkiliyên mirovan bi xwezayê re, têkiliyên bi mirovan re, nakokiyên sincî, ekonomîk, bi hêza hunerê vedibêje; û careka din nîşan dide bê huner ji bo rexneya civakî û avakirina hişmendî çiqas girîng e.  Çiqas belgefilm be jî, şêweya Bunuel xwe diyar dike. Wek belgefilman heyî nîne, bûyer li pey hev naqewimin û vegotinek parçe parçe heye. Ajalên hov, xwezayeka ripî û rût, jiyana gundiyên xizan wek derbek li mirov dikeve. Mirov dest bi lêpirsînê dike, li ser binyada civakî, nakokiyên çînî, ol û nirxên sincî ji nû ve difikire.

Bunuel di Labîranta Kûsiyan de

Tevî ku edî li gor gelek aliyan ve wek kesekî bi “pirsgirêk e” û divê xwe jê dûr bigirin. Ji ber filma Serdema Zêrîn êdî kes ji bo film piştgirî nade lê Bunuel çawa vî filmî dikişîne? Dema film dikişîne rastî çi tê, çi dijî, çi dike, çi hîs dike? Bersiva van pirsan derhênêr Salvador Sîmo dide. Bersiva Sîmo xêzefilma “Bunuel, Di Labirenta Kûsiyan de” ye. Film di sala 2019’an de hatiye çêkirin û di derheqê serpêhatiyên kêşana filmê Las Hurdes de ye. Sîmo, hewldana çêkirina belgefilm û pêvajoya afirandina derhêner nîşan dide. Em dibin şahidê dijwariya şert û mercan û zehmetiyên ku Bunuel dikişîne û tiştên ku piştî filma Serdema Zêrîn tê nîşandan dibînin. Film wek êrîşeke li hemberî ol, dewlet û malbatê tê dîtin. Yek bi yek derî lê tên girtin, ne malbat ne dost û nasek li dora wî namîne. Bi hevalê xwe yê nêz Salvador Dalî re jî pev diçin. Ji bo filmkêşandinê pere nabîne û tenê li Parisê tê nas kirin lê ev jî bi serê xwe pirsgrêk e, ji ber ku wek yekî bi pirsgirêk tê nasîn.

Bi hevalê xwe yê nêz Ramon Acin re li ser projeya xwe diaxive. Ramon, ji bo piştgirî bide filma bilêtê ya piyangoyê distîne. Bunuel dikene “heqê ku piyangoya jêre derdikeve ew ê têra xwe bibe tiştekî surreal.”Piyango jêre derdikeve û Ramon piştgirî dide projeya wî. Bi hev re diçin herêma Las Hurdesê. Di film de em dibînin bê dema kêşanê çi zehmetî hatine kişandin, pirsgirêkên madî û teknîkî ku derketine. Pêre em Bunuel, xwesteka wî ya çêkirina film û jiyana wî ya şexsî dibînin, pêvçûnên wî, xewnên wî dibînin.

Filmeka anîmasyonî ye û anîsmasyon derfeteka mezin dide ku mirov sînorên rasteqîniyê parçe bike û bîneran ji jiyana rastîn dûr bike û berê wan bide ber bi jiyaneka xeyalî. Vegotina anîmasyonî ji bo derhênerekî surrealîst biryareka di cîh de ye, ji ber ku mirov bi hêsanî dikare ji rastiyê derkeve û ber bi xewnan ve bibe û gerdûneke xeyalî biafirîne. Bi anîmasyonê mirov dikare ji sînorên fîzîkî rizgar bibe û zimanekî azad ê dîtbarî ku ji rastiyê, ji demê û cîh (mekan) qut û hêmayên razber (nedîtbarî) û fantastîk tije ye bi pêş bixe. Tevî ku filma anîmasyonî ye ji filma Las Hurdes dîmenên rastîn jî bikar tîne. Ev yek bîneran di nav sînorên rastî û dijrastiyê de dibe û tîne. Em bi vî filmî, pişt kameraya Las Hurdesê dibînin û zehmetî û pirsgirêkên ku koma film dikişîne dibînin. Pêre em dibînin ku ji bo dîmenên serjêkirina dîkekî ya ji nêz ve, kuştina pezkoviya û kera ku mêşên hingivîn dikujin, Bunuel bixwe amade dike.  Dîmên anîmasyonî ku ne rast in û pêre dîmenên rastî di nav hev de ji bo danasîna derhênerek wek Bunuel ku di filmên xwe de hêmanên kelavijîk, sembolîk, dijrastî bi kar tîne û bîneran ber bi lêpirsînê ve dibe fikreke baş e. Bi vî awayî mirov hem di nav xeyal, hem di nav hiş hem jî di binhişê Bunuel de dikare bi hêsanî rêwîtiyekê bike. Em him tiştên ku Bunuel û hevalên wî dema kêşanê dibînin; hem pirsgrêkên derveyî wan hem ên navxweyî, hem jî bi rêya xewnên wî jiyana wî ya şexsî dibînin. Bi rêya anîmasyonê em di kûrahiya binhişê Bunuel de derdikevin kifşekê û hestên wî, rewşa wî ya psîkolojîk; xewnên wî, xeyalên wî, tirsên wî û daxwazên wî dibînin.

Filma “Bunuel, di Labîrenta Kûsiyan de” filmek Bunuelî ye derheqê parçeyek jiyana Bunuel de.