6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mala Êzidiyan bi 300 delegeyan kongre pêk anî

Mala Êzidiyan bi tevlêbûna 300 delegeyan 6`emîn Kongreya xwe ya Hesekê ya kantona Cizîrê pêk anî.

Mala Ezidiyan bi tevlêbûna 300 delegeyên ku û cilên gelêrî li xwe kiribûn 6`emîn Kongreya xwe ya Hesekê ya kantona Cizîrê pêk anî.

300 delegeyên ku Nûnerên Mala Êzidiyan bûn, bi cil û bergên xwe tev li kongreyê bûne. Şaneyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partî, saziyên sivîl, oldar û rûspiyên êlên Ereb jî beşdarî kongreyê bûne. Hevserokên Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê Leyla Îbrahîm û Farûq Tozo bixêrhatina beşdaran kir.

Leyla Îbrahîm xêrhatina delegeyan kir û wiha got: “Bi hebûna we em gelek kêfxweş in. Em destnîşan dikin ku hebûna we, moralê me bilind dike. Têgeha biratiya gelan û fikreya neteweya demokratîk disepîne.”

Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser kariye xwe bi pêş bixe û wiha got: “Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi encam kir. Hevpeyman ji aliyê gel ve hate qebûlkirin. Bi van xebatên xwe dijmin tirsand ji ber wê har bûn û êriş binesaziya herêmê kir.”

Leyla Îbrahîm da zanîn ku lidarxistina kongreyê di vê demê de bersivdayîna êrişên dijminan e ku gelê herêmê dê li ber xwe bide û piştgiriya rêveberiya xwe bike. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo hêvî kir ku kongre bi biryarên girîng ku civata êzidî ji vê bêtir birêxistin bike, bi dawî bibe. Gulo got: “Çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê û Kobanê komkujiyên hovane kirin. Siyasetên wê dişibin dewleta Tirk a dagirker ku li ser xwîna gelan ava bûye û komkujî li dijî ermen, suryan, kurd, ereb û asûran kirin. Lê belê gelê Rojava û Şengalê karîn li hember her duyan bisekinin.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Mihemed El Birak rola Rêveberiya Xweser di rizgarkirina Şengalê û parastina wê de ji hêzên tarî ku hevalbendên dewleta tirk in, xilaskirina jinên şengalî ji lepên DAIŞ`ê di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de silav kir.

Dûre sînevizyonek têkildarî kar û xebatên Mala Êzidiyan ên 2 salan hate pêşandan.

Mala Êzidiyan sala 2012`an hate avakirin, 3 şaxên wê hene ku ya sereke li navçeya Amûdê ye.

Kongre bi dirûşma “Xwegirtin û mana li ser axê û vegera koçberan armanca me ya sereke ye” û tevlêbûna 300 delegeyan pêk hat. Di kongreyê de Nalîn Reşo û Îsmaîl Delif wek hevserokên nû yên Mala Êzîdiyan a kantona Cizîrê û Cîhan Xorî û Celal Xidir Hecî wek cîgirên wan hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de rêveberê Meclisa Rêveberiyê ya Mala Êzîdiyan Farûq Tozo daxuyanî da. Tozo pêşniyar û plansaziya Mala Êzîdiyan parve kir û pêşniyar wiha rêz kir:

*Vekirina perwerdeyan ji bo ciwanan û zarokan û dayîna semîneran li şaxên Mala Êzîdiyan. Damezirandina komeke hunerî li şaxê Hesekê û girîngîdayîna şaxên heyî û pêşxistina wan.

*Pêkanîna peymanên zeviyên çandiniyê yên Êzîdiyên koçber li Mala Êzîdiyan a kantona Cizîrê li gor rêziknameyê.

*Qedexekirina firotina mal û zeviyên li gundên Êzîdî ji bo kesên ne Êzîdî da ku guhertina demografîk çênebe.

*Koordînekirina bi hemû mal û yekitiyên Êzîdiyan ên girêdayî Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê û rêgirtina li ber derketina nakokiyên kesayetî û herêmî.