19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Azadiyê serdana ‘Nobeda Edaletê’ kirin

Rêwiyên Meşa Azadiyê piştî meşê berê xwe dan çalakiya "Nobeda Edaletê" û serdana çalakvanan kirin.

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji baskê Wan û Qersê ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, dest pê kirine, di roja 9’emîn de didome.  Rêwiyên Azadiyê gihaştin Mêrdînê û gel ew bi coşek mezin pêşwazîkirin. Rêwiyên meşa Azadiyê piştî daxuyaniyê, berê xwe dan çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tê lidarxistin.

Meşvanên Azadiyê ji hêla çalakvanên “Nobeda Edaletê” ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Di nobedê de Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, axivî û got: “Hûn ji bo azadiya vî gelî bûn pêşengên Gelê Kurd. Îro Meşvanên Azadiyê guh da dengê we û 9 roj in dimeşîn. Heta azadiya Gelê Kurd û têkbirîna tecrîda li hemberî Birêz Ocalan dê têkoşîna me û meşa me bidome. Em ê bi ser kevin.”

Piştre Nûnerê TUHAD-FED’ê ya Mêrdînê Fettah Tekîn axivî diyar kir ku dibêjin dê heta15’ê Sibatê çalakî dê bi dawî bibin lê mixabin ne wisa ye dê heta azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin Fettah, daxuyand ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin di nava civakê de çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin. Dibe ku bedelên gelek giran jî bê dayîn lê encam çi dibe bila bibe em di çalakiyên xwe de bi israr in. Em dev jî çalakiyên xwe bernadin.”

Rêwiyên Azadiyê piştî ku çalakvanên Nobeda Edaletê ziyaret kirin, bernameyên xwe ya di çarçoveya “Meşa Mezin a Azadiyê” berdewam kirin.