19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê AKP-MHP’ê têk biçin û tecrîda li Îmraliyê were rakirin û wiha got: “Em ne ji bo bibin parlamenter lê ji bo têkoşînê diçin meclisê.”

Ji bo hilbijartinên serokkomarî û giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin demekî kin ma ye. Hilbijartin, ji bo hemû partiyan jî xwedî cihekî girîng in. Hem AKP ku 21 sal in îktîdar e û şirîkê wê yê biçûk MHP’ê û hem jî Maseya Şeşling ku serkêşiya wê CHP dike van hilbijartinan ji bo xwe weke “hilbijartina man û nemanê” dibînin. Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Çepên Kesk pêkhateyeke wê ye jî van hilbijartinan ji bo xelasiya ji tarîtiya heyî weke firsendeke girîng dinirxîne.

Hemû derdorên civakê namzetên serdema nû pir mereq dikirin. Lîsteyên hemû partiyan diyar bûn û gelek navên surprîz di lîsteyan de cih girtin. Yek ji van surprîzan jî rojnameger Cengîz Çandar e ku raya giştî ji nêz ve nas dike.

Partiya Çepên Kesk Çandar li Amedê weke namzet nîşan da. Çandar, di sala 1948’an de li Enqereyê ji dayik bû û ji Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû. Li Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya ODTU’yê weke asîstan dest bi kariyera xwe ya akademîk kir. Lê ev kariyera wî bi “Muxtiraya leşkerî” ya 12’ê Adara 1971’an nîvco ma. Di tevgerên ciwanan ên nifşê 68’an de roleke çalak lîst. Di sala 1976’an de jî dest bi rojnamegeriya profesyonel kir. Di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de ku nîvesre didome de hem nûçegihantî, hem edîtorî hem jî qunciknûsî kir. Di serî de çapemeniya Lubnanê, bi gelek weşanên biyanî re xebitî.

Endamekî Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) yê berê bû lewma di qada polîtîkaya derve û herêma Rojhilata Navîn xebatên bibandor kir. Çandar, li gelek welatên Rojhilata Navîn xebitî û di şerên Îran-Iraq, şerê navxweyî yê Lubnanê, Îsraîl-Filistîn û Ereb-Îsraîlê de nûçegihantiya şer kir. Ji hilweşandina Dîwarê Berlînê heta “Şoreşa Qedîfe” ya Çekoslovakyayê, şahidiya gelek bûyeran kir. Ne tenê li Rojhilata Navîn, her wiha li Ewropa û Amerîkayê jî ma.

Di salên 70’î de li Sûriyeyê bi pirsgirêka kurd re hevnas bû. Celal Talabanî ku piştî Sedam bûbû yekemîn serokkomarê Iraqê, di sala 1973’yan de nas kir. Piştre jî eleqeyeke wî ya zêde ji bo pirsgirêka kurd çêbû. Têkildarî pêvajoyên şer gelek nivîs û gotar nivîsand. Yek ji raporên wî yên herî zêde tê zanîn jî ev e: Daketina ji Çiyê-PKK dê Çawa Çekan Berde? Xelaskirina Pirsgirêka Kurd ji Tundiyê.

Di tevahiya jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran hêjayî xelatan hate dîtin. Di heman demê de pirtûkên Filistîna li Ber Xwe Dide (1976), Nedera Rojhilata Navîn (1983), Randevûya bi Dîrokê re (1983), Heft Rengên Rojê (1987), Bajarên Min (1999), Bi Serfirazî bi Ser Ketin (2000) û Ekspresa Mezopotamyayê: Rêwîtiyeke Dîrokê (2012).

Çandar, di gulana sala 2016’an de li ser vexwendina Enîstîtûya Xebatên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Stockholmê çû Swêdê. Piştî ku namzetiya wî diyar bûy jî piştî 7 salan hate Stenbolê. Demekî kin piştre jî derbasî Amedê bû ku dibêje “Di dîtina ewil de lê aşiq bûm” û dest bi xebatan kir.

Li kuçeyên Sûrê eleqeya mezin

Piştî eşkerekirina navan, yek ji namzetên herî zêde nîqaş li ser tên kirin jî Çandar e. Hinek derdoran ji ber helwesta wî ya di referandûma guherandina makeqanûnê ya di sala 2017’an de ku digot “Bes nîne lê erê” û hinek jî bi hinceta “lîberalbûnê” wî rexne dikin. Tevî van rexneyan jî weke namzetê Partiya Çepên Kesk hate nîşandan. Vê yekê di nava beşeke mezin de jî rê li ber kelecaneke mezin vekir.

Nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Azad Altay hevpeyvînek bi namzetê Sûra Amedê Cengîz Çandar re amade kiriye û wiha dest pê dike:  Me jî li navçeya Sûrê ku Çandar weke “şêrîna dilê min” pê re hevpeyvîn kir. Hem li cihê ku me bi Çandar re hevpeyvîn kirî hem jî li kolanên Sûrê eleqeyeke zêde bo Çandar heye.  Welatiyên Sûrê yên ku li ber deriyên malên xwe li benda fitarê disekinin, weke “wekîlê min” bang lê dikin, hembêz dikin û pê re wêneyan dikişînin.

Hejmara kesên pirsa “Gelo Cengîz Çandar hûn in?” dikin jî kêm nîne.  Ji eleqeya mezin xuyaye ku şêniyên Sûrê hêj ji niha ve Çandar weke “wekîlê” xwe qebûl kirine.

Me jî li “kuçeyên” Sûrê pirs ji Çandar kirin û wî jî bersiv dan…Berfirehiya vê hevpeyvînê wiha ye:

 Hûn li Amedê weke namzet hatin nîşandan. We ev yek çawa pêşwazî kir? Ji bo we tu wateyeke vê heye?

Ji bo vegotina vê rewşê peyvên min dê nekarin têr bikin. Ji ber ku ez gotineke wisa nabînim ku vê keyfxweşî û şanaziya xwe vebêjim. Dema cara ewil mijara namzetiyê hatiye vekirin, Hevserokê Giştî yê HDP’ê (Mîthat Sancar) – hevalekî min pir kevn e – bi min re hevdîtin kir. Min jê re got; ‘Gelo hûn dê min li ku weke namzet nîşan bidin. Gelo dikarî îşaretekê bidî min?’ Lê tiştek negot. Ji min re got; ‘Dê li bajarekî kurdan be, ne li bajarên rojava.’ Min jî jê re got; ‘Ez gelek keyfxweş bûm. Ji ber ku ez bi awayekî çalak tirk im lê ruhê min kurdistanî ye.’ Min ew gotin jî cara ewil ji wî bihîstibû. Wî gotibû ku kurdistanî ye. Min jî jê re got; ‘Ez ne di wateya erdnîgariyê de Kurdistanî me lê ji hêla ruhî ve kurdistanî me.’ Digotin çendek gotegot hene û Amed e. Min digot; ‘ax, xwezî ew der bûya, îşala.’ Dema vegeriyam Stenbolê, parêzerê min ez pêşwazî kirim. Ji bo radestkirina namzetan a YSK’ê tenê du saet mabûn. Lê li ser medyaya civakî hatibû belavkirin. Ji min re got ser xêrê be. Min jê pirsî bê ka ku dere. Ji ber ku bi sala ye her tim di deqeya dawî de golê diavêjin min. Got; ‘Amed.’

Dema navê Amedê hat gotin hûn çi fikirîn? Ji ber ku hûn her carê dibêjin ku girêdaneke we ya taybet bi vê derê re heye.

Keyfxweşiyeke gelek mezin bû. Ez li bajarekê kurdan hatibûm nîşandan û ser her du çavan. Lê cihê Amedê pir cuda ye. Ji ber du sedeman; Amed cihekî pir taybet e. 23 sal berê min pirtûkeke bi navê ‘Bajarên Min’ weşandibû. Quds, ji bo min cihekî wisa bû. Bajarê dayika min Selanîk bo min cihekî wisa ye. Stenbol bo min cihekî wisa ye. Amed ji bo min cihekî wisa ye. Cihekî pir taybet e.

Çavê her çar aliyên Kurdistanê li Amedê ye. Nebûye paytexta tu dewletan. Lê hem kurdên Başûr (Herêma Federe ya Kurdistanê), hem yên li Îranê, hem jî yên li Sûriye û Iraqê gelek pêşketin. Ez tevahiya pêşengên damezirîner ên wan deveran nas dikim. Ji Mam Celal Talabanî yê rehmetî heta Mesût Barzanî. Ji bo wan jî ya diyarker, Amed. Çavê wan her tim li vê derê ye. Ev der berê xwe bide ku derê, çi bike, ruh û zêhna her kesî jî li gorî vê derê teşe digire. Erdnîgariya Tirkiyeyê jî wisa ye.

Çavê her çar aliyên Kurdistanê li Amedê ye. Eyarê dide her çar aliyên Kurdistanê. Ez evîndarê bajarê Amedê me. Weke zarokê vê derê têm hesibandin. Madem ez zarokê vê derê me, madem wê demê dê bibim nûnerê wê, wê demê divê ez bikarim ji wan mirovan re bibim bersiv.

Wan, bajarekî girîng û mezin e. Heta li Wanê jî çavê her kesî li Amedê ye. Colemêrg, devera herî dûr e. Lê hûn tiştekî bipirsin, dibêjin; ‘Ka em lê binêrin bê ka dê li Amedê çi bibe.’ Ev der, eyarê dide her deverê. Eyarê dide her çar aliyên Kurdistanê. Her wiha eyarê dide Tirkiyeyê. Em ji vê gotina bi nav û deng a Mesût Yilmaz vê rastiyê fêm dikin; ‘Rêya Brukselê ji Amedê re derbas dibe.’ Bruksel, devera herî rojava ya rojava ye. Nîvsaet piştre Ewropa diqede. Bruksel tê çi wateyê, tê wateya Yekitiya Ewropayê. Rêya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê ji Amedê re derbas dibe. Amed, cihekî wiha ye.

Ji ber van sedeman jî namzetiya min a vê derê bo min bo cihê keyfxweşiyeke pir mezin. Min 40 alên emrê xwe da pirsgirêka kurd, hinek bedel dan ber çavan, hinek aktorên sereke yên erdnîgariya kurdan ji nêz ve nas kir. Peyvên Amed û parlamenteriyê dema li gel hev bi kar tînim, bo min cihê şanaziyeke mezin e ku jiyan xwedî wate dibe wê demê. Civaka herî wefadar a vî welatî kurd in. Namzetiya min a li bajarê ku ew bo xwe weke sembol dibînin, ez gelek bi kelecan kirim.

Ji hêla din ve jî ez evîndarê Amedê me. Min navê ‘Evîna di dîtina ewil de’ lê kiribû. Cara ewil dema ez ji Wanê ber bi Dîlokê ve diçûm, di adara sala 1971’an de min Amed dîtibû. Weke min çendek roj berê di vekirina bûroya hilbijatinê ya li Sûrê de gotibû; her cara ez dikatim Amedê, ji bo min weke gihiştina hev a du evîndaran e. Ez niha weke zarokê vê derê me. Û ez ê niha bibim nûnerê wê. Di van sê rojên dawî de dema di nava gel de digerim, hezkirina wan a ji bo min, li hemû keyfxweşiyên min hesteke pir cudatir li min zêde kir; berpirsyartî. Madem ez zarokê vî bajarî me û dê bibim nûnerê wê; wê demê divê ez bikarim ji hezkirina van mirovan re bibim bersiv û xeyalên wan têk nebim.

 Tê zanîn ku we di demên berê de perwerdeya bi zimanê kurdî dît. Piştî ku hûn bûn namzet, hûn cara ewil li Erxeniyê bi kurdî axivîn. Gelo sedemeke vê ya taybet hebû?

Ez çima ji vî temenî şûnde xwe hînî kurdî dikim? Vê yekê eleqeya xwe bi temamî bi rêzgirtina min a li hemberî kurdan re heye. Ji ber ku ne diyar e bê ka dê bi kar bînim an na. Li rexekê kesekê ku bi pirsgirêka kurd û kurdan re ewqas eleqedar, li rexa din jî miletekê ku welatê min ji sedî 20 ji wan pêk tê. Ew zimanê min ê dayikê diaxivin. Lê ez zimanê wan nizanim. Em ji bo ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bidin kurdan, ji bo kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin. Heke kesek rabe û pirsa; ‘gelo tu bi kurdî dizanî?’ bike, wê demê bersiveke ku tu bikarî bidî tune ye. Madem hûn ji bo mafên gelê kurd ewqas têdikoşin – di serî de zimanê kurdî- wê demê divê mirov rêzgir be û hînî zimanê wan bibe. Min dest bi dersan kir. Min 2 saet ders digirt. Lê min nekarî 7 salan qet bi kar bînim.

Ez çima ji vî temenî şûnde xwe hînî kurdî dikim? Vê yekê eleqeya xwe bi temamî bi rêzgirtina min a li hemberî kurdan re heye. Madem hûn ji bo mafên gelê kurd ewqas têdikoşin – di serî de zimanê kurdî- wê demê divê mirov rêzgir be û hînî zimanê wan bibe.

Weke henekekê wiha dibêjim; 7 sal berê kurdiya min baştir bû. Lê ji ber kurdan qels bû. Digotin; ‘çima?’ Min jî digot; ji ber ku her tim bi min re bi tirkî diaxivin! Dema ez çûm Erxeniyê – ez nikarim bi dûvdirêjî li pêşberî girseyan biaxivim – ji nişkan ve hate bîra min. Heke ez li herêma kurdan bi wan re bi kurdî biaxivim, wê demê ew tişta ku jê re dibêjim rêzgirtin, şênbertir dibe. Wê kêliyê peyv nehate bîra min, min jî got ‘gît’ çawa dihat gotin. Gotin; ‘here.’ Li ser vê yekê min jî ji Tayyîp Erdogan re got; ‘Here Erdogan here, oxir be.’ Me karî ewqas xelas bikin. Dîmen, li ser medyaya civakî belav bû. Min jî got me baş kiriye.

Em bi navçeya Erxeniyê berdewam bikin. We di axaftina xwe de pênaseya rejîma zordest kir û we derî nîşanî îktîdarê da. Gelo hûn jî tev li nirxandina dê ev hilbijartin bibin dawiya AKP û Erdogan dibin an na?

Heke Erdogan biçe, dê AKP di nava çendek salan de ji hev belav bibe. Ji ber ku rejîma yekzilamî ye, partiya yekzilam e. Heke otorîteya wî ya li ser welêt têk biçe, dê partiya wî jî nekare xwe li ser pêyan bigire. Partiyên girêdayî şexsan, nikarin bêyî şexsan xwe li ser pêyan bigirin. Partiya Anavatanê, ANAP, DSP… Dê mîna wan partiyan, AKP jî nemîne. Lewma divê Erdogan têk biçe. Îhtîmalek dê Erdogan têk biçe. Tespîta min ev e; ev rejîm di karesata erdhejê de di bin kavilan de ma. Mimkin nîne ku bikare ji bin van kavilan derkeve. Divê hîleyên pir mezin bike ku ev jî ewqas hêsan nîne. Dê vê biceribîne. Lê muxalefet gelek berfireh bûye, bertekên gel pir mezin in ku dê êdî hîleyên wan jî bi kêrî pênc qirûşan neyên. An jî dê li fîrikê bide û li dijî cihekî şer bide destpêkirin. Divê rewşeke pir awarte derxîne. Ji bo wê jî demekî pir kin ma. Heke nekare vê bike, mimkin nîne ku têk neçe. Dê rejîma wî jî li gel wî têk biçe û îxtîmaleke ku em di 15’ê gulanê de li Tirkiyeyeke nû hişyar bibin.

Ev salên dûvdirêj in hûn li ser pirsgirêka kurd diaxivin, nivîsan û pirtûkan dinivîsin. Gelo ev hilbijartin ji bo pirsgirêka kurd û çareseriya wê tê çi wateyê?

Ya yekemîn; heta ku Erdogan hebe dê pirsgirêka kurd bi tu cihekî ve neçe. Çendek roj berê Selahattîn Demîrtaş digot; ‘Erdogan, ji bo kurdan rûpeleke tarî ye ku dê tu carî neyê vekirin. Û ew rûpel hatiye girtin.’ Dema hûn dibêjin Erdogan, di heman demê de wiha dibêjin; Ev rejîm, rejîmeke pir neteweperest û êrîşkar e. Ya ku hêmanên vê rejîmê bi hev re girê dide jî dijminatiya kurdan e. Ewqas dijminatiya kurdan dikin ku ji bo pêşîlêgirtina avadaniyeke kurdan a li Sûriyeyê, êrişî kurdan li Sûriyeyê dike. Ji ber vê yekê bi DYA’yê re pirsgirêkên mezin dijî. DYA, sîwaneyeke leşkerî bo kurdên wê derê çêdike lewma jê re dibêje; ‘Tu çawa dibî şirîkê minî. Ev pirsgirêk, ji bo min pisgirêkek man û nemanê ye.’ Heke kurd nebin, AKP û MHP nikarin bi hev re vê rejîmê ava bikin û bidomînin. Heke ev rejîm bimîne dê li ser navê çareserkirina pirsgirêka kurd tu tiştek çênebe. Ji ber ku tişta ev ji pirsgirêka kurd fêm dikin ev e; divê kurd bên eciqandin. Dixwazin kurdan tune bikin.

Heke ev rejîm bimîne dê li ser navê çareserkirina pirsgirêka kurd tu tiştek çênebe. Ji ber ku tişta ev ji pirsgirêka kurd fêm dikin ev e; divê kurd bên eciqandin. Dixwazin kurdan tune bikin. Divê piştî çûna Erdogan ev mijar bê nîqaşkirin û bingeha wê bê avakirin.  Ji bo dareke ku hûn li axê diçînin şîn bibe, divê hûn av bidin û ji bo wê tav lazim e. Hewcehî bi avhewa heye.

Dema em ji vî alî ve nêz dibin, gelo dê di çareserkirina pirsgirêka kurd de pêşketin çawa bibe? Şertê ewil; çûna Erdogan e. Şerê duyemîn; hilweşandina rejîma AKP-MHP’ê ye. Piştre jî dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de pêşketin çêbibe. Ev pirsgirêk, pirsgirêkeke zehmet e. Di yek du rojan de çareser nabe. Tiştekî baş e ku li meclisê bê çareserkirin. Di vê mijarê de Kemal Kiliçdaroglû, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li ser mitabiq bû. Ev destpêkeke baş e. Lê ji bo ku li ser mijarê were axaftin, divê ji ewil Erdogan biçe û piştre jî mercên wê bên amadekirin. Ji bo dareke ku hûn li axê diçînin şîn bibe, divê hûn av bidin û ji bo wê tav lazim e. Hewcehî bi avhewa heye.  Hûn nikarin tiştekî li ser botenê biçînin. Divê hûn axê peyda bikin ku tovik li ser bireşînin. Heke wisa çêbû jî dê Tirkiye asayî bibe. Dê bibe destpêka demokratîkbûnê. Pîvana vê jî ew e ku hemû siyasetmedarên kurd werin berdan, dawî li rejîma qeyûman bînin. Divê siyasetmedarên kurd ên li derveyî bajar li sirgûnê bikarin vegerin. Ya ku em ê ji vê rewşê fêm bikin jî dê ev be; Tirkiye asayî dibe, bingeha demokratîkbûnê çêdibe. Piştî van mercan hûn dikarin êdî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd biaxivin.

Gelo pirsgirêka herî dijwar a welat ku ev pirsgirêk e wê bi kîjan muxatab û li ser kîjan zemînê were çareserkirin?

Pirsgirêka kurd pirsgirêkek pir alî ye. Di nava demê de êdî kevnare bûye. Lewma ye ku çareseriya wê jî ne pir hêsan e. De hadê em çareser biki; Em bêjin nûnerên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk rûniştin, Alî Babacan dê îtîraz neke, Partiya Pêşerojê dê îtîraz neke û dibe alîkarî jî bikin. Partiya Saadetê jî neyînî nêz nabe. Em bêjin ku piştî hilbijartinê Partiya ÎYÎ helwestek cuda jî nîşan bide. Temam baş e wê demê em biaxivin û çareser bikin. Baş e em ê ji têkoşîna çekdarî ya kurdan çi bikin? Bi salane ew li serê çiya ne. Demek hat behskirin ku wê dest ji çekê berdin. Heta hin hewldan jî çêbûn. Ji ber ku ev hewldan bi dilek nîvçe dihat kirin, ji berk u rehendên pirsgirêkê baş nehat têgihiştin otorîteya siyasî di nîvî de hişt. Pirsgirêk hin bêtir kûr bû. Heta ku şert û mercên danîna çekan neyên mîsogerkirin dê nebe. Heta ji bo berdana çekan divê muxatab bên girtin. Dibe ku hin şertên wan jî ji bo berdana çekan hebe, tu yê çi bêjî? Wê wek her tim gotin û daxuyaniyên xwe klasîk bêjin, ‘çekan berdin, werin teslîmî edaleta tirk bibin, em ê we bi darizînin, bikevin girtîgehê, çi were serê we jê razî bin’? Ji bo çi, ji bo berdana çekan… Jixwe çareseriyek wiha eletewşî nabe. Kî wê çima çekan berdin. Ji bo ew dest ji çekan berdin divê hin geşedanên ku wê mîsoger bike û gavên mîsogerkirî bên avêtin.

Îsabeta vê meseleye ew e ku yanî divê pirsgirêka kurd di bin sîwana Meclisê de were nîqaşkirin û çareserkirin. Tenê bi partiyên siyasî jî nabe. Partî tenê ji bo çareseriyê têr nakin. Wekî din jî muxatabên vê pirsgirêkê hene. Hûn neçarin wan muxataban jî di quncikek hişê xwe de bicih bikin. Hûn neçarin wan muxataban jî wek aliyên diyalogê tev li pêvajoyê bikin.

Aktor û muxatabê herî girîng ê pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan tê zanîn û tecrîda li ser wî didome. Bi salane ne parêzer û ne jî malbata wî nikare li gel wî hevdîtin bike. Gelo ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêwîstî bi vekirina deriyên Îmraliyê nîne?

Şertek asayîbûnê jî rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Tecrîd jî rê li ber asayîbûnê digire. Dikarim vê bêjim, wê deriyên girtîgehan bên vekirin, wê deriyên Tirkiyeyê jî li yên sirgûnê re vebibin, dê dawî li sepanên qeyûman bê anîn û tecrîd rabe. Dê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Heta ku ev nebin ne mimkûn e ku asayîbûn çêbibe û kes nikare pirsgirêka kurd jî çareser bike.

Gelo Abdullah Ocalan muxatab e? Jixwe Tayyîp Erdogan wî muxatab girt. Ji sala 2013’an heta sala 2015’an gelek ûnsûrên di nav dewletê de çûn pê re hevdîtin kirin. Wek li Osloyê 11 caran pê re hevdîtin kirine, ne hevdîtinên veşarî bûn jî. Serokkomar bi xwe got, “em bi Îmraliyê re rûdinên, hevdîtin dest pê kirin û em pêvajoyek aştiyê ya nû didin destpêkirin.” Ev serkeftinek girîng e. Em ne mecbûr in ku Amerîkayê ji nû ve kifş bikin. Çima bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin? Belê hevdîtin hat kirin. Em behsa tiştek ku qet nebûye nakin. Baş e gelo ev hevdîtin ji bo ku Abdullah Ocalan çêdikir bi dawî bû?

Şerteke din a asayîbûnê jî rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Hûnê bi baskê çekdar re biaxivin ka çek çawa tê berdan. Ya herî girîng jî hûn ê tecrîda li ser kesê ku pêşengê vê tevgerê ye rakin û pê re hevdîtinê bikin. We berê hev dît. Em dikarin bi pêvajoyeke ku ev hemû pêk werin ber bi çareseriya pirsgirêka kurd ve biçin.

KCK’ê bi wesîleya erdhejê biryara bêçalakatiyê girt lê paşê ragihand ku vê biryarê heta piştî hilbijartinê dirêj kiriye. Lê belê ev pêvajo nehat nirxandin. Gelo niha ji bo ev bêçalakatî nekeve valatiyê divê nêzîkatiya partiyên siyasî û bi taybetî muxalefeta ku dibêje ez bibim îktidar çawa be?

Wisa xuya dike ku ew ê xwe nexin bin vî barî. Derdê wan ew e ku xwe bigihînin vê hilbijartinê. Heke ku Partiya Çepên Kesk bi awayek xurt biçe Meclisê û tesmîliyeta xwe ava bike, ev girîngiyek awarte ye. Em navê hin tiştan lê bikin; Di nava çend rojên dawî de hest û tecrûbeya min li Amedê wergirt bêjim. Ev tevgerek gel e. Hûn dixwazin bêjin HDP an jî bêjin Partiya Çepên Kesk. Li ber çavê min û li ber çavê her kesî tevgera gel heye. Ne tu tesmîliyet. Heke ku Partiya Çepên Kesk biçe Meclisê tê wê maneyê ku tevgera gel diçe Meclisê. Qeweta tu partiyê wek ya Partiya Çepên Kesk nîne. Çimkî ew tevgera gel tesmîl nakin, ew hilbij3eran temsîl dikin. Em vê tevgera gel temsîl dikin. Ev tevger tam jî alî û îskeletê vê meseleye ye. Lewma divê ev pirsgirêk ji aliyê muxalefetê ve jî rast were xwendin û baş were têgihiştin. Lewma jî di vî warî wezîfeyek mezin dikeve ser milên me.

Ez li gorî ku dawî li rejîma AKP-MHP’ê hatiye dibêjim. Heke xwediyên rejîma nû alîgir in ku pirsgirêk li ser qada Meclisê were çareserkirin, wê demê divê em wekî Partiya Çepên Kesk rave bikin û wan razî bikin ka ev çawa dibe. Dive ew werin qanihkirin. Em dikarin wî karî jî bikin. Hê Tifaqa Millet xwe nêzî meseleyê nekiriye. Lê em dikarin wan nêzî meseleyê bikin. Aliyê herî girîng ê Partiya Çepên Kesk ev e. Ev aliyê girîng çiye; wê bibe hêza mifteya Parlamenteya Tirkiyeyê ya nû. Yanî wê bibe hêza mifteya çareseriya demokratîkkirina Tirkiyeyê. Wê bibe mifteya guhertina li Tirkiyeyê. Çimkî heke li parlamentoyê hêza Partiya Çepên Kesk nebe, ne mimkûn e ku li aliyê Tirkiyeyê gav werin avêtin. Pêwîste ku Tifaqa Millet ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên rast biavêje. Divê ku rê û rêbazên rast werin ceribandin. Ji bo vê jî rola Partiya Çepên Kesk gelek girîng e.

Em dîsa vegerin ser hilbijartinê, partiya we 100 parlamenter daniye pêşiya xwe, bi rojane hûn li qadê ne, li qadê rewş çawa ye, hûn rojnamevanek xwedî ezmûn in, gelo texmîna we ya ji bo hilbijartinê çiye?

Dema em li Amedê dinêrin em ê 600 parlamenteran derxin (dikene). Heke pêkhateyên tifaqê bi lîsteyên cuda neçûna hilbijartinê, dibe ku me 112 parlamenteran bi dest bixista. Hin kes dibêjin, 75 parlamenter. Hin kes jî dibêjin 80-82 parlamenter. Lê belê texmîna min ew e; pêlek ku wê îktidarê serûbin bike tê. Gelek normal e ku em derdora 90-100 parlamenteran bi dest bixin. Yên mayî jî bila tifaq parî bikin.

Li gorî rewşa ku tê xuyakirin hûnê di heyama nû de hûnê li parlamentoyê bin, hûn wek parlamenterekî hedefa we çiye? Armanca we çi ye û hûnê li ser kîjan mijaran bisekinin?

Heke ez bêm hilbijartin ez ê nûnertiya rûmeta Amedê bikin. Tişta ku ji min tê hêvîkirin, ez wiha rave bikim; Partiya Çepên Kesk ango HDP ev partiyên têkoşînê ne, ne tenê partî ne. Tevgera gel bi xwe ye. Lewma em endamên partiyeke ku kevneşopiya wê têkoşîn e. Bi vê ferasetê em ê di Meclisê de cihê xwe bigirin. Em ji bo têkoşînê diçin ne ku bibin parlamenter diçin wir. Ji bo têkoşîna aştiyê, ji bo têkoşîna demokrasiyê. Ji bo vê yekê gel nûnertiya xwe dide me. Di serdema qanûnçêkirina ya bê de serdemek ku em ê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimînin. Dema em biçin wir, ez jî dizanim ku; Pêvajoyeke ku em ê têde bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimînin. Ya ku li wir ji min tê hêvîkirin ev e ku bi zanîna ku min heya niha berhev kiriye, rolên ku dê di nav plansaziyek stratejiyek guncan de bikevin destê min. Weke soz, sozek ji bo Amediyan, ku ez bibim wekîlê wan, dikarim vê bêjim; Ez ê qet tu carî we nedim şermê, ez ê nehêlim ku serê we bê tewandin, ez ê vî bajarê rast û leheng, bajarê êşdar, lê serbilind, bi rûmet, hay ji taybetmendiyên wê hebim û hewl bidim ku temsîl bikim.