6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdar Altan: Nûçegihaniya me veguherandin wekî sûcekî

Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, diyar kir ku nûçevaniya wan wekî unsûreke "sûc" hatiye hesibandin û wiha bang kir: "Li dijî bêhiqûqîtiyên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin."

Li Amedê di 8’ê Hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Piştî 8 rojên di binçavan de 16 rojnamevan hatin girtin. Piştî girtina rojnamevanan bi 10 mehan îdianame hat amadekirin û ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, têkildarî îdianameya ku der barê wan de hatiye amadekirin, bi rêya parêzerê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Daxuyaniya Altan bi vî awayî ye: “Wekî tê zanîn, 16 rojnamevanên ku tekane armanca wan ragihandina rastiyê bû, di 8’ê Hezîrana 2022’yan de bi operasyonekê hatin girtin. Piştî 10 mehan îdianameya me hat amadekirin. Em, ev qas roj bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de ne. Girtina me ji tecrîdekê wêdetir, veguherî cezakirinê. Û tevî hemû bangawaziyên me jî pêşî li vê bêhiqûqîtiyê nehat girtin. Îdianameya ku piştî ev qas mehan hat amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê, wekî ku bibêje ‘bila 3 meh jî jikîsê min bin’ roja danişînê wekî 11’ê tîrmehê diyar kir. Her wiha daxwaza me ya ji bo berdanê jî hat redkirin û ev bêhiqûqîtî bi israr hat domandin. Lê dîsa jî em amadekirina îdianameyê wekî tiştekî erênî dihesibînin. A rast me ji destpêkê ve diyar kiribû ku tu sûcekî me tune ye, karê ku em dikin bes rojnamevanî ye û rojnamevanî ne sûc e.

Îdîaname jî piştrast dike ku em rojnamevanin

Ev rastî, bi îdianameyê re zelaltir bû. Em bi îdianameyeke ku bi temamî vikîvala û pûç re rû bi rû ne. Erê, îdianame hefsed û nizanim çend rûpel e, lê a rast meqama dozgeriyê tişta ku me nikaribû vebêje vegotiye û bi delîlên di îdianameyê de rojnamevaniya me piştrast kiriye. Piraniya dosyeyê li ser nûçeyên me, bernameyên me û nivîsên me ne. Ji gelek delîlên eşkere pêk tê.

Alavên rojnamevaniyê jî wekî sûc hesibandine

Nizanim tê bîra we yan na? Gava em hatin binçavkirin, Midûriyeta Polîsan wênegir, kamera, komputer û hard dîskên me wekî delîlên sûc ên bidestxistî li ber nivîsa ‘Têkoşîna Li Dijî Terorê’ raxistibûn û li ber çavê hemû cihanê rezîl bûbûn. Rast gotibûn; ew haletên me yên ‘sûcan’ bûn. Em rojnamevan bi kamera, wênegir, bi pênûs û komputeran sûc dikin. Em van sûcên xwe jî eşkere dikin. Ev sûc jî bi derfetên dewletê tên berhevkirin û taliyê vediguherin îdianameyê.

Lê em dixwazin bê zanîn ku, ger li holê sûcek hebe, ew ne sûcê me ye, sûcê kesên ku bi mehan e em bi awayekî bêhiqûqî ji azadiyê bêpar hiştine bi xwe ye. Û ser vî sûcî bi operasyonên wiha komplogerî û îdianameyên pûç nayên girtin. Ez cardin dibêjim; em rojnamevan in. Heke rojnamevanî sûc be, em ê her tim vî sûcî bikin. Lewma ez cardin gazî meqamên têkildar dikim; em têra xwe hatin mexdûrkirin. Êdî dawî li vê bêhiqûqîtiyê bînin û rojek berî rojekê hevalên me yên rojnamvean, me berdin.

Bi vê boneyê ez careke din ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqîtiyê û ji bo piştevaniyê gazî hevpîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û raya giştî dikim.

Bi hêviya ku em di 11’ê tîrmehê de hev bibînin…”