3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çep lêxin û rast vegerin

Her ku hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin di nava rayedarên desthilatê de panîk û metirsiya têkçûnê zêde dibe. Di nava vê panîkê de gelek daxuyaniyên ecêb didin û dikin qareqar û kef bi devê wan dikeve. Yek ji mînakên berbiçav ên vê panîkê jî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye. Soylû, serkeftina muhtemel a partiyên muxalefetê û têkçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê weke darbeyekê bi nav kir û wiha got: “14’ê Gulanê darbeyeke siyasî ye.”

Soylû, dixwaze bibêje ku ew têk biçin dê vê yekê weke darbeya siyasî bibînin û divê çawa qaşo darbeya 15’ê Tîrmehê têk birin divê vê darbeyê jî têk bibin. Bi gotineke din heke di hilbijartinan de têk biçin û nemaze ku ferqa di navbera wan û muxalefetê de hindik be, dê bibêjin ev darbeyeke û encamên hilbijartinan qebûl nekin. Di heman çarçoveyê de tê gotin ku Wezareta Karên Hundir saziyeke paralel bi Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) re ava kiriye, ew jî tê  wê wateyê ku çavên wan li hîle û dek û dolaban e.

 Riya 20 salan û bawerî

Daxuyaniyeke din a ava wê bi ser coga vê panîkê û tevliheviya deshilatê de diçe, ji hevkarê wan ê nû derket. Hevkarê nû ango partiya HUDA PAR’ê. Serokê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicîoglû beriya çend rojan daxuyaniyeke ecêb da. Yapicîoglû, di mitîngeke partiya xwe ya li Êlihê de wiha gotibû: “Divê hûn xwe ji roja 14’ê Gulanê re amade bikin, dibe ku tevliheviyên mezin derkevin.” Ev jî tê wateya ku metirsiya têkçûnê heye û xwe amade dikin ku li dijî encamên hilbijartinê derkevin. Bi her halî qelsî û metirsiya desthiladaran ji pankart û dûrişmeyên wan ên îsal jî aşkera dibe. Tifaqa Cumhûr a bi serkêşiya AKP’ê pankart û dûrişmeyên ew qasî qels, dubarekirî û bê wate derdikevin pêşberî gel ku tu bandoreke wan li ba gel tune ye û ne ji nêz ne jî ji dûr ve xîtabî rewşa gel nakin.

Yek ji wan pankartên ku herî zêde bi kar tînin (Bi gavên rast em ê riya xwe berdewam bikin) îca wê çawa baweriya xelkê bi ew riya ku ev zêdeyî 20 salan e ev welat ber bi krîz û tofanên mezin ve ajot, bê. Çi kesên ku piçekî mêjî di serê wan de hebe wê bibêje; Na heyra na, tu tenê bi riya xwe de here, me tu xêr ji vê riya te nedît. Em ê ji xwe re li riyeke din bigerin. Ev zêdeyî 20 salan e ev rê her ku diçe xerabtir dibe. Riya we riyeke talûke ye û hûn ketine nava çiraveke wiha ku hûn di nav de teqinîne. Lewre hûn ê riya xwe bi tenê dewam bikin. Ew çi bikin jî wê tiştên jê ditirsin bi serê wan de were.

Pankarta herî balkêş

Lê  pankarta wan a herî balkêş ev bû: ‘Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan’ bi rastî jî wiha ye ji destpêka desthilatiya xwe ve hûn dijiminahiya kurdan dikin. Zarokên ku wê niha dengê xwe bi kar bînin, dayik û bavê wan ji aliyê we ve hatine girtin, met û apê wan ji aliyê we ve hatin kuştin. Xwişk û birayên wan ji ber zordestiya we yan di zindanan de ne yan jî xwe ji ber zilm û zordariya we dane alî û bi çol û çiyan ketine. Îca wê çawa we dijminê xwe nebînin û bi çi rûyî hûn daxwaza dengan ji wan dikin.

Bi rastî jî dijminê bavan nabin dostê lawan. Ji hemû gotin û soz û pankartên we kêfa min ji vê pankartê re hat ji ber ku ew rastiya vê civakê tîne ziman. Kurd ji bo vê yekê ne tenê wiha dibêjin lê hin gotinên wan ê din jî di vê wateyê de hene. Weke mînak kurd dibêjin: Teriya kûçik tu caran rast nabe. Her wiha dibêjin rî dibe bost lê dijmin nabe dost. Di nava civaka me de her dem ev gotin jî tê gotin; Xwedê me ji ya haya me jê tune ye bistirîne. Lê carinan divê mirov bibêje Xwedê mirov ji tiştê ku haya mirov jê heye jî bistirîne.

Sibeha15’ê gulanê

Îca bila haya her kesî ji dengdanê hebe, mohra we di destê we de, siberoja zarokên we di destê we de ye, heke hûn bixwazin bi destê xwe mala xwe xira bikin û jiyana zarokên we jî weke ya we derbas bibe mohra xwe li ser vê riya wan bidin û di nava vê çiravê de biteqinin.

Ji bo siberojeke azad, bi dad û demokratîk dengê xwe bidin xwe û nûnerên xwe di meclisê de zêde bikin. Her nûnerekî/ê we di meclisê de zêde bibe hûn gaveke din nêzî azadiyê dibin. Mohra xwe bide destê xwe û li binê dara jiyanê ya Partiya Çepên Kesk bide. Di ber de jî strana hunermend Şemdîn bibêje ‘Çep lêxe û rast vegere’ wê ronahiya riya azadiyê ji te ve jî xuya bike.  Bi hêviya sibeheke nû, xweş û azad em li hêviya berbanga roja 15’ê gulanê ne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê