10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirk û tirkperestên netirk

Ziya Gökalp kirmancekî (zazayekî) ji bajarê Amedê ye; kurdek e û kurdek bûye avakarê fikra nijadperestiya tirkîtiyê. Heke Ziya Gökalp yekî baş bûya wê bi kêrî xwe û miletê xwe bihata, nexwe tiştên wî giş derew in; kesayetên qels û sexte… kesayetên ji xwe re kwîr û ji xelkê re jîr…

Jixwe kesên ku nijadperestiyê dikin bi piranî ne ji wî miletî ne; ji bo ku ji wî miletî bên hesibandin xwe ji wan tûjtir û tuntir dikin. Hitlerê almanperest mesela, qet naşibe almanan, ne bi bejna xwe, û ne jî bi pêjna xwe; Atatürkê ku xwe kiriye kalikê tirkan jî dîsa wiha, qet naşibe tirkan, ne bi rengê çavê xwe û ne jî bi bajarê ku lê çêbûye… Rast e, Atatürk tirk “xelas” kirin, lê bi herdu wateya peyva “xelaskirin”ê ew xelas kirin; hem tirk rizgar kirin û hem jî ew tune kirin. Wiha xuya ye ku Atatürk sergêjî û krîzeke wî ya nasnamê hebû. Nizanîbû ne tirk e ne jî na, nizanîbû ne misilman e ne jî na; ji ber wê, wî li ser navê vejandina tirkîtiyê çanda tirk kuşt, ew çand kir bi qurbana çend tiştên nijadperest; ango wî tiştekî wek “Deli Dumrul” vejand lê ziman û alfabe û salname û gelek tiştên din kuştin.

Li Tirkiyê kesên nijadperestiyê dikin bi piranî ne tirk in. Vana netirkên ku ji tirkan tirkperesttir in, vana kesayetên derewîn, êrîşkar, durû û berjewend in. Vê gavê li meslîsa tirkan hemû serokên partiyên nijadperest kesên netirk in. Serokê Ak Partî Recep Tayyip Erdoğan gurcî ye, serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu kurd e, seroka İyi Partî Meral Akşener koçereke balkanan e, serokê MHPê Devlet Bahçeli ermenî ye; vana yek ji wan jî ne tirk e lê giş tirkperestiyê dikin û bûne bavê tirkan. Helbet a girîng ew e ku mirov xwe ji kîjan miletî bihesibîne, ne ku xwîna wî aydî kîjan miletî be. Hişîn û hişmendiya mirov aydî kîjan miletî be ew ji wî miletî ye, xwîna wî jê ye ne jê ye ferq nake. Lê belê heke mirov bûbe nijadperestê miletekî û miletê xwe yê esil tune bike êdî ev dibe xetere, dibe sextekarî, dibe nexweşî.

Li Tirkiyê ji bo mirov rê li ber tirkperestên netirk bigire divê helwest ev be: Her tim û bênavber divê mirov li nasnameya kesan bipirse. Gava mirov yek nû nas kir, divê jê bipirse bê ew ji kîjan miletî ye. Dewlet kêfa wê ji vê pirsê re nayê helbet, û mirov pir ji vê pirsê şerm dikin û ditirsin, lê belê divê mirov her tim vê pirsê bike ji bo nasnameya mirovan a resen di bîra wan de were, ji bo xwe nas bikin û nebin nijadperestên tirk.

Li Tirkiyê kesên netirk nahêlin kurd bigihêjin nasnemaye xwe; dibên, “Madem nasname û eslê me tune bû divê ê kurdan jî tune bibe.” Ji ber vê, vana ji tirkan tirkperesttir in. Di meselê de hesûdiyeke mezin heye. Gava kurd li kurdbûna xwe xwedî derdikevin, “tirkên netirk” têkçûn, tirsonektî û bêkêriyan tê bîra wan; ji ber vê li gorî wan divê nasnameya kurd jî ji holê rabe. Tirk, ji ber ku tirkbûna wan winda nebûye biqasî “netirk”an ji kurdan nahesidin, lê belê netirkên ku hatine asîmîlekirin ji bo kurd jî asîmîle bibin her tiştî dikin: Heke nasnameya netirkan hatibe çirandin, wê çaxê nabe gerek a kurdan jî bê çirandin; heke ên netirk têk çûbin û bê rûmet bûbin, wê çaxê nabe gerek kurd jî têk herin û bêrûmet bibin. Vana hêrs û qehreke wan a mezin heye, pir didexisin; madem ew tune bûne gerek kurd jî wek wan tune bibin. Zikreşî û kumreşiya wan, wan ji tirkan êrîşkartir, tundtir û tirkperesttir dike. Vana dev ji xwe berdaye, her tim li benda kurdan in; gerek kurd negihêjin heqê xwe. Her ku çav li têkoşîna kurdan dikevin birîna wan tê bîra wan. Ev çavlêketin wan pir diêşîne, bêrûmetiya wan tê bîra wan. Ew difikirin ku heke kurd bi ser nekevin wê her tişt bê jibîrkirin, ew ê pîs nebin û birîna wan zûtir rehet bibe. Ji ber vê, şerê kurdan ê herî mezin bi vana re ye, bi netirkan re ye. Mirovê bêesl û asîmîle ji guran xerabtir û xeteretir e.

Ev rewş û nexweşî sûcê dewleta Kemalîst e. Dewletê, tirkên netirk xist wî halî. Vana teba û dehbeyên Kemalîzmê ne. Kemalîzma nijadperest ji wan re go; ji bo hûn li vê dewletê bibin xwedî cî û derfet û xatir, gerek hûn xwe înkar bikin, gerek hûn asîmîle bibin, gerek hûn bibin tirk û nijadperestiya tirkan bikin. Ji ber wê, heta cî û radeyekê tirkên netirk sûcdar in, sûcê herî mezin ê pergala rasîst e.

Lê hinek tirkên netirk jî hene ji kurdan pirtir dixwazin kurd bi ser bikevin, hema ev pir kêm in. Vana gava kurd bi ser dikevin wek ew bi ser ketibin kêfxweş dibin. Girr û şerê wan bi tirkan re ye bê çima wan ew xistine wî halî. Lê ev kesayetên rast û dilpak kêm in, ên din wek keriyan pir in.

Li Tirkiyê hemû nasname hatine çirandin, pê re kesayet jî çiriyane. Tiştê bê kirin ew e ku kurd her tim polîtîkaya nasnamê bikin, hem nasnama xwe her tim bînin ziman û hem jî nasama tirkperestên netirk. Bibîranîna nasnamê, wê hem bi kêrî kurdan were û hem jî bi kêrî tirkperestên netirk. Jixwe ji ber vê, ji ber vê rastiya ronî, dewlet dibêje siyaseta nasnamê tiştekî ne baş e; wiha dibêje ku kes newêribe bi nasnama xwe re rû bi rû bibe. Li Tirkiyê kolana kesayet û nasnamê ziravê her kesî diqetîne. Hundirê her kesî bi înkar û derewan kufnikî bûye. Kes xwe nas nake, kesayet têk çûye, her kes girtî û tarî ye. Di vir de a girîng “vebûn” e, vebûn têgeheke tendurist e. Divê kesayet û nasname û bîr û hiş vebin; vebin ku rastî û ronahî derkeve holê.

Encama asîmîlasyonê… asîmîlasyon nexweşiya çandî çêdike, çanda mirov a ewil û esil di giyanê mirov de jehrî dike û ew jehr di kesayeta mirov de dibe nexweşiya nijadperestiyê. Li Tirkiyê  sedem û bingeha rasîzmê, înkara mirovan e, bişaftin e. Heta înkara etnîk û asîmîlasyon hebe rasîzm naqede. Jixwe tirk û tirkên netirk ji ber vê rasîzma pîs û kirêt di ti warî de bi ser nakevin; ne di dîn de, ne di hunerê de, ne di felsefê de, ne di zanistiyê de…

Li dinyayê tirk zêde ji wan nayê hezkirin. Gava ew xwe bi xwe bin, xwe dikin mêr, xwe dikin şêr, lê ev hêç e, sermezintiyeke bi derewan e. Tirk ji alî miletên din ve qet nayên ecibandin. Ji ber ku wan her tim bi şer emel kiriye û çandeke wan a xurt tune bûye ew navno bûne di çavê miletên din de. Ji ber ku şerûd û cirnexweş û talanker bûn netewên din timî ew biçûk xistine, ji wan nefret kirine. Di pirtûkên klasîk ên dinyayê de ev yek pir eşkere xuya dibe, ji wan di gelekan de ciyê ku navê tirkan tê re derbas dibe bi xerabî qala wan dibe. Wêjeya Rojava (Ewropa) timî wesfên tirkan bi nebaşî daye, di wêjeya Rojhilat (Îran) di nivîskarên wek Hafiz Şîrazî û her wekîdin de “çeşmê tirk” (çavê tirk) her tim kujerî û qetl û êş pênase kiriye. Tirk ji bo ewropiyan dibên “Ji ber ku ew file ne û em misilman in zêde ji me hez nakin,” lê ev ne rast e; ji ber ku farisê misilman jî, û avakarê misilmantiyê ereb jî, ji wan hez nakin. Li dinyayê îmaj û navekî xerab ê tirkan heye: kujerî, êrîşkarî, cahiltî, der-hunerî, der-sincî ji wan re bûye wesf û rengdêr. Tirk li cem xelkê şerm dikin bêjin em tirk in; bi piranî dibêjin em misilman in. Ji ber van semptomên derûnî kompleksa xwebiçûkdîtinê bi tirkan re heye. Ew ji xwe ne bawer in. Paranoîd in: Li derve û hundir her kes dijminê wan e. Ji ber vê kompleksê, di ser re xwe mezin dibînin lê di bin re xwe pir biçûk dibînin. Ev kompleksa xwebiçûkdîtinê bû sedem ku tirk bibin nijadperest û tirkên netirk çêkin. Mustefa Kemal xwest vê kompleksê bişikîne lê xerabtir kir, ew siyasetmedarek bû, wî ji psîkolojiyê fam nedikir, her tişt kir jehr û dev jê berda; rez berê çi rez bû îja tew “Kemalîzmê” jî lê xist!

Sedema zilm û zora tirkan a li ser kurdan ji ber kompleksa xwebiçûkdîtinê diqewime. Gava tirk tên cem kurdan xwe mestir û hêjatir hîs dikin. Kes ti qîmetî nade wan, tên li ser serê kurdan xwe dikin însan. Heke tirk di mijara kurdan de xwe baş bikin û ji bo mirovahiyê bixebitin wê karibin xwe ji kompleksa biçûkdîtinê xelas bikin, yan na ti carî ji vê kompleksê safî nabin.