2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo derxistina 4 parlamenteran şirnexî li benda 14’ê Gulanê ne

Li Şirnexê, gel bi biryar e ku tişta ji HDP û partiyên beriya wê kiriye di 14’ê Gulanê de ji Partiya Çepên Kesk re jî bike û her çar namzetên wê bişîne meclîsê. Ji ber vê jî şirnexî dibêjin ku ew li benda roja hilbijartinê ne.

Piştî Sêrtê derbasî Şirnexê dibim. Ji ber ku dormîşên diçin Şirnexê heta saet 14.00’an hene ji neçarî bêyî ku tev li mitînga Partiya Çepên Kesk a li bajar bibim ji Sêrtê derdikevim. Rêya di navbera Sêrtê û Şirnexê de rêyeke ne xweş e. Heta nîvê zêdetir jî rê hevraz e û mirov berberjor diçe. Di navbera her du bajaran de navçeya Dihê ya Sêrtê heye. Li Dihê çend rêwî li dormîşa me siwar dibin. Balkêş e ji van rêwiyan 2 jê heta em derbasî Şirnexê bûn jî di navbera xwe de bi tirkî diaxivîn.

Ji axaftinên wan diyar e ku her du jî karmendên dewletê ne û xwe ji kesên di wesayîtê de cuda dibînin! Ez dev û diranên xwe di hev didim û dixwazim ji wan re bibêjim ku ev çî tirkî ye hûn pê diaxivin. Lê ji ber ku wan nas nakim û nizanim wê çi bertekê nişan bidin vê nakim. Lê qet bi wan re tirkî xeber nadim. Lewre her dû jî kurdî baş dizanin. Werhasil bi vê aciziyê em gihîştin navenda Şirnexê. Li navenda Şirnexê jî mitînga Partiya Çepên Kesk heye, lê tevî ku girseyeke baş li hev civiyaye jî ji ber têkçûna pergala deng mitîng ne xweş derbas bûye.

Suryanî li bajar nemane

De ka berî ku derbasî atmosfera hilbijartinê ya li bajar bibim derbarî beşa xwe ya danasîna bajar û rewşa hilbijartinên borî bibim û der barê Şirnexê de hin agahî bi we re parve bikim. Di sala 1990’î de ji aliye dewletê ve bi armancên leşkerî Şirnex Ji Sêrtê hatiye vqetandin û bûye bajar. Bajar ji kurdan pêk tê. Heta radeyekê suryanî jî li bajar jiyane lê ji ber polîtîkayên dewletê yên li herêmê hatine meşandin suryaniyan bajar ter kiriye. Niha tenê li navçeya Hezexê hejmareke suryanî mane. Her wiha hejmareke zêde koçer jî li Şirnexê dijîn.

Ji ber ku li ser sînorê başûr û rojavayê Kurdistanê ye hejmareke zêde leşker li Şirnexê hatine bicihkirin û bi armancên leşkerî çend bendav jî li beşahiya bajar hatine çêkirin. Bi navê Elkê, Cizîr, Silopiya, Basa, Hezex, Qileban 6 navçeyên Şirnexê hene. Navçeyên Cizîr û Silopiya ji navenda Şirnexê mezintir in. Şirnex yek ji bajarên bakurê Kurdistanê ye ku hem di hilbijartinên giştî de hem jî di hilbijartinên herêmî de partiyên li ser xeta HDP’ê lê rekor dişikînin. Ji bilî Basayê şaredariyên Şirnex û hemû navçeyên wê ji aliyê partiyên li ser xeta HDP’ê ve hatine qezenckirin.

324 hezar hilbijêr hene

Lê di hilbijartinên dawîn ên herêmî de AKP’ê bi dek û dolabên ku kir li navenda Şirnexê û piraniya navçeyên wê xwe bi ser xist. Piştre şaredariyên ku HDP’ê girtibûn jî hevşaredarên wan ji peywirê girt û qeyûm tayînî şûna wan kir. Li gorî daneyên dawîn, li Şirnexê 566 hezar û 279 kes dijîn. Li gorî daneyên ku Lijneya Bilind a Hibijartinê (YSK) parve kiriye, li bajar 324 hezar û 61 hilbijêr hene û wê şirnexî di hezar û 24 sindoqan de dengê xwe bi kar bînin.

Mîna bajarên din li Şirnexê destpêkê diçim avahiya HDP’ê. Namzetên Partiya Çepên Kesk û rêveberên HDP’ê yên bajar hê nû ji mitîngê hatine û li avahiyê ne. Namzet û rêveberên HDP’ê dibêjin ku wê her çar parlamenterên bajar bigirin. Piştî ku ji xwe re cihê mayînê eyar dikim derdikevim nav bajar. Kolanên bajar tişta ku namzet û rêveberên HDP’ê dibêjin piştrast dikin. Lewre tu ji kê pirsa hilbijartinê dikî destpêkê naxwazin bersiv bidin, lê di dawiyê de rengê xwe diyar dikin. Piraniya kesan an bi nîşaneya serkeftinê yan jî bi gotina “em deng didin xwe” rengê dengên xwe diyar dikin.

AKP zêdetir ji navendê deng digire

Lê tevî vê yekê jî li navenda Şirnexê kesên ku dibêjin wê dengê xwe bidin namzetê AKP’ê Arslan Tatar jî hene. Balkêş e ev kes mîna li Îdîrê, dibêjin ku deng nadin AKP’ê didin namzetê wê. Lewre ev kes dibêjin ku wê di hilbijartina serokkomariyê de bidin Kemal Kiliçdaroglû. Li ser vê yekê berê xwe didim buroya AKP’ê ya li bajar. Ji bo buroyê cihekî mezin hatiye eyarkirin. Lê mixabin tenê cih mezin e û kes li buroyê tuneye. Tenê çend kes hene ew jî extiyar in. Dema ku ez ji wan pirsa hilbijartinê dikim, weke ku kursiyên li der û dora wan ne vala bin angaşt dikin ku du parlamenteran digirin.

Lê bi qasî ku min li navenda bajar çavdêrî kir ev gotinên AKP’iyan ji rastiyê dûr in. Tenê ev heye, li navenda Şirnexê dibe ku AKP hinek deng bigire. Lê li hemû navçeyan Partiya Çepên Kesk bi ferqeke mezin li pêş e. Dengê ku ji navçe û bajarokan ji AKP’ê re derkeve jî wê dengê hejmara zêde ya leşkerên ku li wan bi cih kiriye û û polîsan be. Ji bo ku rewşa li navçeyan bişopînim di roja xwe ya duyemîn de jî diçin navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê.

Cizîr û Hezex

Li Cizîrê, ji bo mitînga ku wê li bajar bê lidarxistin, namzetên Partiya Çepên Kesk Zekî Îrmez û Ayşegul Dogan serdana esnafan dikin. Di serdanê de esnaf eleqeyeke zêde nîşanî Îrmez û Dogan didin. Mitînga ku li Cizîrê hat lidarxistin jî hêza Partiya Çepên Kesk a li bajar nîşan da. Piştî mitîngê hewce nake mirov der barê Cizîrê de tiştekî bibêje. Ji ber vê rewşê zêde li Cizîrê nasekinim û derbasî Hezexê ku dema berxwedana rêveberiyên xweser lê hatibûmn binçavkirin û ji navçeyê hatibûm derxistin dibim.

Li Hezexê, namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal serdana gundan dike. Piştî çend serdanên gundan min jî xwe gihand Ûysal û heyeta pê re . Piştî ez gihîştim wan jî em li 5 gundan geriyan. Berî ku Ûysal û heyeta xwe bigihîjin gundan wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk diçe gundan û di nav gundan de tûrek diavêje. Dema ku em digihîjin gundan dibînin ku ji çûçik û qupikan ve herkes li meydan gundan kom bûye û li benda Ûysal û heyeta pê re ne.

Pêşbirka zarokan a alê

Li her gundî Ûysal destpêkê bi gundiyan re govend digerîne û piştre axaftinek dike û polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî gelê kurd vedibêje û herkesî ji bo dengdanê vedixwîne partiya wan. Li gundan, eleqe û kêfxweşiyeke mezin ji bo Ûysal heye. Hedefa zarokan jî her wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk e. Dema ku wesayît ji gund derdikeve hemû zarok didine pey wê û dikevin pêşbirka girtina alên Partiya Çepên Kesk.

Li gundekî kalê 80 salî yê bi navê Îsmaîl Seçkîn ku nikare bimeşe û girêdayî kursiyê gerok e jî hatibû pêşwazîkirina Ûysal. Ez xwe digihînim vî kalî û jê re dibêjim, ‘Xwedê jê razî ka tu çima hatî’? Zora kalê diçe û ev gotin ji min re dibêje: “Weyla te xwelî li serê min kiro. Lê ku ez neyim wê kê were. Xwezî ez ne di vî halî de bûma, te yê wê çaxê bidîta ku min ê niha li vir çi bikira. Em kurd in û em dengê xwe bidin xwe.”

Nikarin xwe bigirin!

Gundekî din jî du dayikên temen mezin piştî ku em gihîştin gund ji malên xwe derketin û hatin meydana gund. Lê çawa ku gihîştin meydana gund hinek dûrî girseyê sekinîn û rûniştin. Bi rûniştinê re bi çokê xwe girtin. Dema ku min vê rewşa wan dît ber bi van ve çûm û pirsa halê wan kir. Her du dayik jî dibêjin ku çokên wan diêşin û bêhna wan diçikê. Li ser vê ez jî wan re dibêjim, ‘Hûn jî nehatina, jixwe tevahiya gund li vir e, ji xwe re li mal bimana’. Her du dayikên serbilind dibêjin ku dema partiyê dibînin nikarin xwe bigirin û ji ber wê hatine. Lê tenê dayikeke dihêle ez wêneyê wê bikişînim.

Hem li navenda Şirnexê hem li Cizîrê hem jî li Hezexê gelek kesan gotin ku ji bo şandina 4 parlamentran a meclîsê ew li benda 14’ê Gulanê ne. Heke mîna hilbijartina dawîn a herêmî AKP serî li dek û dolaban nede wê Partiya Çepên Kesk bi hêsanî her çar parlamenteran derbixe. Partiyên din li Şirnexê bêbandor in û qet naxwazim qala wan bikim.