6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîda li ser Ocalan li Basel û Cenevreyê hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarên Basel û Cenevreyê yên Swîsreyê bi mîtîngan hat şermezarkirin.

Ciwanên Kurdistanî di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li stasyona trenê ya Baselê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 25 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin û li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bang li her kesî hate kirin ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.

Mîtîng bi qîrîna dirûşmên “Freîheît fur Abdullah OCalan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Li Cenevreyê jî mîtîngek hate lidarxistin û daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke ciwanên welatparêz di her şert û mercî de em dilsozên Rêber Apo ne, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin. Li ser vê bingehê em bang li civaka navneteweyî, saziyan û gelê xwe dikin ku pêşî li mejiyê êşkencekar bigirin.”