8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevanekî gumanbarê kuştina rêveberê DEM partiyê xwe teslîm kir

Têkildarî êrîşa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun û kurê wî, 3 ji wan cerdevan li 4 kesan dihat gerîn. Ji van kesan kesekî 60 salî xwe radestî cendirmeyan kiriye

Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun, li gundê Taloka yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû û kurê wî jî birîndar bûbû.

Têkildarî êrişê agahiyên nû derketin holê. Li gor agahiyên bi dest kestin, hat diyarkirin ku Enver Babat (60), Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekîr Babat êrişî Gun û kurê wî kirine. Qereqola cendirmeyan der barê van kesan de biryara lêgerînê girt. Hat hînkirin ku ji van kesan Enver Babar ji bo îfadeyê teslîmî cendirmeyan bûye.

Ji van kesên tê îdiakirin êrişa çekdarî pêk anîne Enver Babar û Siddik Babat cerdevan in û kurê Siddik Babat Enver Babat jî berê cerdevanî kiriye, lê paşê ji cerdevantiyê hatiye avêtin.