18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedar ji parastina rastiyê ditirsin

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran, bertek nîşanî biryara dadgehê da û destnîşan kir ku desthilat dixwaze TTB’ê bigire û wiha got: “Biryara rayadarên dewletê, biryareke dijhiqûqî ye.’

Di 27’ê cotmeha 2022’yan de ji ber daxuyaniya wê ya der barê bikaranîna çekên kîmyewî de Seroka Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Sebnem Korûr Fîncanci bi angaşta “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve doz li TTB’ê hatibû vekirin. 7’emîn danişîna dozê di 30’ê mijdarê de li 31’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya Enqerê hat dîtin û dadgehê biryar da ku endamên Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya TTB’ê ji peywirê bên girtin û ji bo diyarkirina rêveberiyeke nû ya TTB’ê 5 delege peywirdar kir.

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran ji rojnameya me re axivî û bertek nîşanî biryara dadgehê da. Tûran, di despêka axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilat dixwaze TTB’ê bigire û wiha got: “Ev biryara ku ji aliyê rayadarên dewletê ve hatiye dayîn biryareke hiqûqî nîne. Em vê biryarê weke biryareke siyasî dinirxînin. Em dikarin bibêjin ku her sal tê rojevê û rayedar dibêjin ku bila TTB bê girtin. Dibêjin kesên ku endamê wê ne terorîst in û îthamên nexweş li me dikin. Rayedarên desthilatê dema pandemiyê jî ji bo TTB’ê ku xebatên tenduristiya gel dimeşand digotin bila bê girtin. Ji bo ku TTB bê girtin li ser medya dîjîtal hastag vedikirin.”

Biryarê qebûl nakin

Tûran, di berdewamê de ev rexne li biryara hatiye dayîn kirin: “Dixwazin bi van biryaran me ji heqîqetê dûr bixin. Ger hiqûqî tevbigeriyana wê vê biryarê nedana. Me bi hilbijartinê van kesan hilbijart. Ger ku pêwîstî bi guhertinê hebe em dikarin bi hilbijartinê wan ji peywira wan bigirin û bi hilbijartinê hîn kesê din peywirdar bikin. Ev biryar vîna me nas nake ji ber wê em vê biryarê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Me her tim rastiyê parastiye. Tiştê ku di qada me de şaş be em her tim li dij sekinîne û me bertekên xwe aniye ziman. Dema em rastiyê diparêzin rayedar ji vê helwesta me hêrs dibin û li dijî me dertên. Em rêxistineke pîşeyî ne û ji bo mafê bijîşkan têdikoşin. Lê di zagona me de yek ji peywira me ew e ku em ji bo mafê tenduristiya gel û civakê bixebitin. Tişta ji destê me bê em ê ji bo tenduristiya civakê bikin.”

‘Em ê heqîqetê biparêzin’

Di dawiya axaftina xwe de Tûran, bal kişand ser xebat û daxwazên wan û ev tişt anîn ziman: “Ji bo nexweşan çi hewce be em dikin. TTB’ê heta niha çi peywir ketibe ser wê bi cih anîne. Di dema darbeyê de jî li hemberî cezayên îdamê derket. Em dibêjin, bila nexweşên me bikaribin bi zimanê xwe û bi awayekî wekhev xizmeta tenduristiyê bigîrin, hempîşeyên me di şert û mercên ewle de bixebitin û li nexweşên xwe binêrin. Lê ev helwesta me rayedaran hêrs dike.

Heta îro em çewa tevgeriya bin û çewa têkoşiyabin em ê ji niha pê de jî wisa tevbigerin û têbikoşin. Ji bo rastî û heqîqetê tişta ji destê me were em ê bikin.

Duh me çi gotibe îro jî em wî dibêjin û em ê sibê jî wî bibêjin. Em tu car paş ve gav navêjin. Em ê her tim heqîqetê biparêzin. Em her tim dibêjin kes nikare dengê TTB’ê qut bike.”