2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên DAIŞ’ê herî kêm 23 leşker kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser otobusekê ku leşkerên Sûriyeyê têde bûn. Herî kêm 23 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker jî winda ne

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li herêma Dêra Zorê roja pêncşemê li hemberî otobuseke artêşa Sûriyeyê êrîşek hate kirin. Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin.

Saziyê ragihand ku di encama êrîşê de herî kêm 23 leşker mirine, 10 birîndar bûne û bi dehan leşker jî winda ne. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji destpêka meha tebaxê û vir ve êrîşa sêyemîn a mezin a DAIŞ’ê ye ku li hemberî artêşa Şamê dike. Her wiha roja duşemê li Reqayê 10 leşker, di 1’ê tebaxê de jî 5 jê leşker 7 kes ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin.