2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye gefê li ewlehiya Iraqê dixwe

Parlamenterê Iraqê Refîq Salih da zanîn ku dewleta tirk bi kûrahiya 90 kêlometre ketiye nava xaka Iraqê û xwedî 4 baregehên mayînde ye. Refîq got ku dagirkerî li ser ewlekariya Iraqê gefe

Êrişên dewleta tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî xaka başûrê Kurdistanê, bê navber dewam dikin. Li hemberî êrişan Hikumeta Iraqê jî Herêma Kurdistanê jî bêdengin. Derbarê dagirkeriya dewleta tirk de, parlamenerê Iraqê Refîq Salih ji medya Iraqê re axivî. Refîq Salih got ku dagirkeriya tirk ya di nava xaka Iraqê de gihiştiye astek metirsîdar. Refîq da zanîn ku Tirkiye bi kûrahiya 90 kêlometre ketiye nav xaka Iraqê û xwedî 4 baregehên leşkerî yên mayîndeye.

Salih di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku dagirkeriya artêşa tirk bûye sedema gefa ser ewlekariya nîştimanî ya Iraqê û divê serokwezîrê Iraqê vê mijarê bi Erdogran re guftugo bike. Salih ragihand ku Tirkiye di heman demê de hinek baregehên leşkerî yên nû jî avakiriye û wiha got; “Ji bo Tirkiye rêz li cîrantî û serweriya Iraqê bigre, gelek zextên ku bên bikaranîn hene, wek mînak, dikarin li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê bikin.”