4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Cezakirina Şêrwanî, binpêkirina yasaya rojnamegeriyê ye’

Rêxistina Peyamnêrên ji bo Maf û Pêşketinê, li ber Dadgeha Hewlêrê kom bûn û ragihandin ku biryara Dadgeha Hewlêrê ya cezakirina Şêrwan Şêrwanî, binpêkirina yasaya jimara 35 ya rojnamevaniyê ye û daxwaza betalkirina biryarê kirin

Girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî ku di Tebaxa sala 2020’an de li gel 80 rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û mamosta li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, duh ji aliyê Dadgeha Hewlêrê ve bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê ya ji bo Şêrwan Şêrwanî, Rêxistina Peyamnêrên ji bo Maf û Pêşketinê li ber Dadgeha Hewlêrê kombûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Koçer Elî Mentik ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara Dadgeha Hewlêrê ya bi 4 salan cezakirina Şêrwan Şêrwanî, binpêkirina yasaya jimara 35 ya sala 2007’an a rojnamevaniyê ye û her wiha Dadgeh gelek bê xem tevdigere.

Her wiha di heman daxuyaniyê de daxwaza dubare berçavan derbazkirina biryara Dadgeha Hewlêrê hate kirin ku were hilweşandin û wiha hate gotin: “Biryarbû di 9’ê Îlona îsal de bi biryara Serokatiya Herêmê rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û hevrêyên wê bihata berdan. Lê em nizanin agahiya Dadgehê ji vê biryarê nebû yan jî weke pêwîst Dadgeh rêz li biryara Serokatiya Herêmê nagire. Rojnamevan di dema karê xwe rastî êrişê tên û bê biryara Dadgehê têne girtin. Ji bo wê erkê hikûmet û aliyên ewlekariyê ye ku bi awayekî guncaw nêzîkatî li gel rojnamevanan bikin.”

Parêzerê Rêxistina Peyamnêran Aso Haşim jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di biryara Dadgehê ya li ser rojnamevan Şêrwan Şêrwanî de, xeletiyên yasayî hene. Nabe ku 4 sal cezayê girtîgehê lê were birîn. Ji ber vê yekê emê îtîraza biryara Dadgehê bikin da ku biryar biçe temyîzê.”

Aso Haşim her dawî diyar kir ku pêwîste dadgeh bêalîbûna xwe biparêze, lê di doza Şêrwan Şêrwanî de Dadgeha Hewlêrê bi awayekî pir xirab nêzîkatî li gel kir.