13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rihayê civînên gel berdewam dikin

Li Rihayê di civîna gel de welatiyan nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û xwestin HDP bêtir tecrîdê bixe rojevê û ji bo bidawîkirina tecrîdê di nava hewldanan de bin

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinan di çarçoveya pêvajoya ji nûve avakirinê de civînên gel ên li Rihayê berdewam dikin. Civîna îro li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hewagê ya Rihayê hat lidarxistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û gelek kes tev li civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Ebru Gunay axivî û bi lêv kir ku rexneyên gel ji bo wan pir girîng in û got: “Em ê hemû rexneyên gel nîşe bigrin û binirxînin. Tu rexneyeke we dê berhewa neçe. Ji bo me avakirina civaka demokratîk beriya hilbijartinan tê. Ji bo wê rexneyên we pir girîng in.”

‘Divê tecrîd bêtir bê rojevê‘

Piştî axaftina Gunay, welatiyên beşdarî civînê bûn bi dorê axivîn. Welatiyekî da zanîn ku HDP ji gel dûr ketiye û divê siyaseteke di nava gel de bê kirin û hewceyî bi siyaseta Kurdistanî heye. Welatiyekî jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku ji ber paradîgmaya Ocalan ew ê têk neçin û tu carî jî wê ev gel û partî têk neçe.

Ciwanekî jî anî ziman ku divê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û divê tecrîd li Meclisê bêtir bê rojevê. Du ciwanan jî destnîşan kirin ku ji bo rakirina tecrîdê hewldan kêm in û divê ji bo bidawîkirina tecrîdê bêtir xebat û hewldan bên kirin.