2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê di mehekê de 16 jin hatin qetilkirin

Li Afganistanê di mehekê de 16 jin û zarokên keçîn hatin qetilkirin. Her wiha mirina biguman a jinan wek xwekuştinê hatine qeydkirin.

Hat diyarkirin ku li Afganistanê di navbera 22’yê Hezîranê û 22’yê Tîrmehê de herî kêm 16 jin û zarokên keç hatine qetilkirin.

Bûyerên tundiya li ser jinan di dîrokên cuda de wiha ne:

22’ê Hezîranê: Jina bi navê Bîbî Zehra ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Talîbanê li bajarê Laşkar Gah li navenda parêzgeha Helmand hat girtin. Bîbî Zehra ku di girtîgehê de rastî îşkenceyê hat, piştre hat qetilkirin.

23’ê Hezîran: Li bajarê Şebergan ê eyaleta Juzcanê jineke ciwan hat qetilkirin.

2’ê Tîrmeh: Li Kabulê jineke 28 salî ji qata çaremîn a mala xwe hat avêtin û hat qetilkirin.

4’ê Tîrmeh: Li navçeya Sançarkê ya eyaleta Sarpolê jineke ku nû zewicîbû bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê wek ‘xwekuştin’ hat qeydkirin.

6’ê Tîrmeh: Li bajarê Ainomina a parêzgeha Kandaharê, jinek ciwan a 30 salî ber bi xwekuştinê ve hat xişkandin.

7’ê Tîrmeh: Jineke 18 salî li Meywand a parêzgeha Kandaharê ji aliyê mêrê ku pê re  zewîcî bû hat qetilkirin.

8’ê Tîrmeh: Li navçeya Hasanabad a Mezar-i-Şerîf cesedên mêr û jinekê bi yek destî hatin dîtin. Di heman rojê de li taxa Savaslar a bajarê Bamyan keçeke 18 salî ber bi întîharê ve hat xişkandin.

11’ê Tîrmeh: Li navçeya Arcûn a parêzgeha Paktîka ku keçeke 18 salî qetilkiri hat dîtin û keçeke 18 salî jî di heman rojê de li parêzgeha Cewzcanê ber bi întîharê ve hat xişkandin.

13’ê Tîrmeh: Talîbanê jinek û birayê wê li parêzgeha Xost qetil kir.

15’ê Tîrmeh: Li Behra Pencşîrê cenazeyê dayikekê û zarokê wê hat dîtin. Di heman rojê de jineke bîst salî ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye xwe ve li parêzgeha Helmendê hat qetilkirin.

17’ê Tîrmeh: Li taxa 10. a Mezarî Şerîf jineke 55 salî piştî ku hat revandin hat qetilkirin.

18’ê Tîrmeh: Talîbanan hemşîreyek û birayê wê li parêzgeha Herat gulebaran kirin.

21’ê Tîrmeh: Bibî Hecra, di çil saliya xwe de, li parêzgeha Faryabê xwekuştin lê hate ferzkirin.