4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareseriya krîzê rawestandina şer e

Heke desthilat çareseriyeke mayînde dixwaze rê hêsan e; divê şer rawestîne, bi kurdan re rêya aştiyê veke. Kurd di Rojhilata Navîn û cîhanê de xwedî hêzeke mezin in. Aştiya di navbera Tirkiyeyê û kurdan de wê rêya demokrasî û derfetên aborî bi hev re veke.

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê roj bi roj giran dibe. Her ku pereyên xezîneyê kêm dibin desthilat bi zam û bacên nû barê krîzê li civakê bar dike. Di şeva 15’ê tîrmehê de ku desthilata AKP’ê vê rojê weke “Cejna Demokrasiyê” bi nav dike de buhayên benzîn, motorîn û LPG’ê bi yekcarê zêde kir. Zêdekirina buhayê sotemeniyê bi awayekî xwezayî dê bike ku buhayê hemû tiştan zêde bibe. Desthilat bi awayekî zanebûn tenê buhayê hinek tiştan zêde dike. Stratejîk tevdigere. Buhayê enerjiyê zêde dike. Tu carî rast e rast buhayê zexîreyên malê zêde nake. Buhayê zexîreyan, fêkî û sewzeyan girêdayî buhayê enerjiyê zêde dibe. Dema buhayê tiştên din zêde dibe (weke ku ne ji ber biryarên desthilatê buha zêde dibin) dibêje; ‘Em ê li hemberî van derdorên ku buhayan zêde dikin têbikoşin.’ Bi fen û fûtan dixwaze nîşan bide ku ne ew buhayan zêde dike. Lê dîsa jî mezinbûna krîza aborî nikare were veşartin.

Erdogan ji bo pereyên pêwîst bikaribe peyda bike hefteya borî derket serdana welatên Kendavê. Bi awayekî vekirî pere xwest. Lê dewletên ereb hînî pergala fînansê bûne û tu carî pereyên xwe naxin xeterê. Dewletên ereb niha pereyên xwe li ser sektorên ku dê di pêşerojê de biqîmet bibin radizînin. Ewqas ne hêsan e ku Erdogan ji dewletên ereb pere bigire. Heke piştgirî bidin divê were zanîn ku di beranberî bedeleke mezin de pere dane.

Lûtkeya NATO’yê

Di hilbijartinên dawî de her çiqasî Erdogan hatibe hilbijartin jî li gorî demên borî rayên wî kêm bûne û ji bo were hilbijartin mecbûr ma bi gelek derdoran re tifaq bike. Ango hilbijartina wî nayê wateya mîsogerkirina desthilata wî. Hêzên navnetewî jî vê rastiyê dizanin. Niha li beranberî raya giştî ya ereb û navneteweyî Erdoganekî baskşikestî heye. Ev rewşa wî di civîna dawî ya NATO’yê de jî hate xuyakirin. Erdogan berî Lûtkeye Vîlnîûsê bi çend saatan bi zimanekî tund li dijî endamtiya Swêdê derket. Lê piştî civîna lûtkeyê Erdogan aşkera kir ku ew ê zagona ku pêşiya endamtiya Swêdê vedike bişîne parlementoyê.

Gelek nîqaş li ser vê lûtkeyû hatin kirin. Gelek çavdêrî hatin parvekirin. Li gorî yek ji van çavdêrî û agahiyên hatine bidesxistin Erdogan ji Serokê Amerîkayê Joe Bîden xwestiye ku pêşiya alîkariya ÎMF’ê ji bo wî veke û piştgiriya aborî bide wî. Bîden jî li beranberî vê xwestekê xwestiye Tirkiye daxwazên NATO’yê pêk bîne. Di encamê de xuya dike ku Tirkiye dê xwestekên NATO’yê pêk bîne.

Di lûtkeyê de helwest û daxuyaniyên Tirkiyeyê çiqasî NATO’yê memnûn kiribe ewqasî jî Rûsyayê aciz kir. Peyamên ku dê Tirkiye bi NATO’yê re hevbeş tevbigere Rûsyayê tengav kir. Lûtkeya dawî ya NATO’yê bi tevahî li ser têkoşîna dijî Rûsya û mutefîkên wê bû. Tirkiyeyê jî beyî ku îtîrazekê bike îmze avête bin biryarên hatin girtin. Tê zanîn di krîza aborî de Rûsya alîkariya Tirkiyeyê dikir. Çend caran wextê deynan paşve xist, pêşiya herikandina gaza xwezayî vekir, ji bo xatirê Tirkiyeyê korîdora genim vekir. Niha ev hemû ketin xetereyê. Jixwe piştî lûtkeya NATO’yê bi du sê rojan Rûsya veguhestina genim betal kir. Bi vî awayî peyama yekemîn da.

Bazara aborî

Tirkiye ji bo ku ji derve alîkariya aborî bigire amade ye hemû tiştên xwe bike mijara bazarê. Li ser penaberan bazarê dike, li ser kurdan bazarê dike, li ser kêmaran bazarê dike. Ji bo Ewropa alîkariya aborî bide penaberan weke çek bi kar tîne. Ji aliyekî ve behsa feraseta ensar û mihacirtiyê dike, ji aliyê din ve li ser mirovên ku dibêje birayên me yên olî ne, bazara aborî dike. Niha jî tê gotin ku Erdogan ji bo alîkariyê ji dewletên ereb bigire dê hinek şîrketan bixe mijara bazarê. Berî niha kargeha tank-palet firotibû Qeterê. Vê demê jî tê gotin ku ew ê hewl bide şîrketa çêkirina balafirên bêmirov Baykarê bifiroşe Erebistana Siûdî.

Erdogan û wezîrên wî ji bo pere peyde bikin her rê diceribînin. Her roj serdana dewletekê dikin. Hevdîtinan û bazaran dikin. Lê deriyê çareseriya li ber çavê xwe naxwazin bibînin. Erdogan bi dijminatiya li dijî gelê kurd dewlet anî ber îflasê. Barê şer hemû li civakê bar dike. Bi girankirina tecrîdê dijminatiyê roj bi roj kurtir dike. Her ku dijminatî kur dibe krîz girantir dibe.

Muxalefet jî bersûc e

Îsal jî hate xuyakirin ku butçeya herî zêde ji bo wezareta hundir û parastinê tê veqetandin. Ev butçe hemû di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurd de tê xerckirin. HPG’ê her roj bîlançoya şer radigihîne. Her roj bi dehan fuze, bi sedan obus û top têne avêtin. Her roj li çend cihan operasyonên hewayî û bejahî têne destpêkirin. Heke pisporek maliyeta vî şerî bi awayekî rêkûpêk lêkolîn bike dê rastî were dîtin. Di vê mijarê de mixalefet jî bersûcê vê krîzê ye. Di şer de alîkarî dide desthilatê û piştre dibêje çima krîz heye. Heke şer nebe, krîz jî çênabe.

Desthilat di rojekê de dikare barê krîzê sivik bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê birêz Abdulah Ocalan û destpêkirina diyalogê dê hewayeke pozîtîf li ser aboriyê çêbike. Bi mesrefa ku sê mehan li şer xerc dike dikare bi milyar dolaran deynê dewletê bide. Israra di şer de Tirkiyeyê tenê ne di hêla aborî de dixe zorê, her wiha di mijarên herî krîtîk ên civakî û polîtîk de jî destê desthilatê girê dide. Desthilatê ev çend salên dawî ye ji bo Tevgera Azadiya Kurd têk bibe tavîz da her derî, ji bo piştgiriya di şerê dijî Tevgera Azadiya Kurd de bigire ji xwestekên hêzên navneteweyî re got ‘erê’. Çi polîtîkaya ku Erdogan bi dengekî bilind li dij derket, piştî demeke kurt jê re got ‘erê’. Ew dewlet û hêzên ku Erdogan ew bi dijminatî û komployan di bin gumanan de hiştin niha ji bo Tirkiyeyê çavkaniyên pereyan e. Lewma weke tu sûcdarî û gotin nekiribin serdana van welatan dike û pesnê wan dide. Helbet ev dewlet rastiyê dizanin, dibînin ku Tirkiye tengav bûye, dikarin xwestekên xwe pê bidin qebûlkirin. Lewma beyî ku bûyerên berê bînin ziman bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin. Lê ez ne bawer im, ew gotinên berê yên rayedarên Tirkiyeyê ji bîr bikin.

Çareseriya mayînde

Heke desthilat çareseriyeke mayînde dixwaze rê hêsan e; divê şer rawestîne, bi kurdan re rêya aştiyê veke. Kurd di Rojhilata Navîn û cîhanê de xwedî hêzeke mezin in. Aştiya di navbera Tirkiyeyê û kurdan de wê rêya demokrasî û derfetên aborî bi hev re veke. Yên dixwazin rastiya vê gotinê bibînin bila li pêvajoya 2013-2015’an binêrin. Di wê demê de Tirkiye hem ber bi demokrasiyê ve çû hem jî aboriya dewletê mezin bû. Lê mixabin bi “Plana Çokşikandinê” ku dixwest Tevgera Azadiya Kurd bi tevahî tasfiye bike û bi vê re Tirkiye kete nav şerekî nû. Ji roja ku dewletê biryara pêkanîna vê planê daye ve rewş ji her awayî ve xera dibe.

Niha Tirkiye ber bi hilbijartineke nû ve diçe. Ev ji bo desthilatê fersendek e. Ger ku tecrîdê bi dawî bike, şer rawestîne û zemîna çêkirina makezagoneke demokratîk ava bike dê krîza aborî ji ber xwe ji holê rabe. Çare ne deynkirina pereyan, ne gaza Derya Reş ne jî petrola Çiyayê Gabarê ye. Çare dawîkirina şer e. Ji bo vê jî divê civaka sivîl, partiyên siyasî, muxalefet, saziyên hiqûqî û saziyên karsazan di vê hêlê de daxwaza rawestandin û bidawîkirina şer bikin.