2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP-MHP cotkaran mexdûr dike

Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, diyar kir ku bi pergala ku ava kirine desthilata AKP-MHP’ê coptkaran mexdûr dike û ji xwe re kiriye mecbur.

Desthilata heyî bi polîtîkayên çewt ên li ser çandiniya Kurdistanê û li Tirkiyeyê dimeşîne hewl dide çandiniyê ji holê rake. Ev qirkirina çandiniyê bandoreke mezin li esnafan û cotkaran dike. Ji ber ku her roja diçe qeyrana aboriyê rê li ber neçariyan vedike cotkar jî ji vê rewşê gelek bi gazinc in.

Buhayê mazot, gubre, dermanên ku li nava zeviyan tê kirin zêde bûye û êdî nayê stendin. Li gelek deveran cotkar erdên xwe vala dihêlin nikarin bajon. Ji ber ku ji aliyê hilberînê ve gelek qelsî dane avakirin û gelek toxmê zad dane guhertin. Êdî tu kes nikare ew tiştên ku çend sal beriya niha avitên û çandin niha jî ji bo erda xwe nikarin peyda bikin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, der barê qirkirina çandiniyê de ji rojnameya me re axivî.

Di despêka axaftina xwe Samet Ûcaman, diyar kir ku desthilata heyî cotkaran ji xwe re kiriye weke kole, wan mecbûrî xwe dike û wihat got: “Dema ku em li dîrokê dinêrin pergala hatiye avakirin ji aliyê çandiyê ve nêzîkî 80 sal in ev pergala kapîtalîst xwe daye nîşandan. Cotkaran kiriye mecbûrî xwe ji wan re dibêje; ‘dema ku ez destek bidim we hûn mecburin tovên xwe ji sertîfîqayê bistînin.’ Ev tovên ku bi sertîfîqayê têne kirîn em jê re dibêjin tovê mehellî. Ev tovên ku bi sertîfîqayê hatine kirin ew jî yê genova wî giradayê vê herêmê ye. Ev tovên ku bi tecrûbeya hezar salan şîndibûn êdî ew bixwe jî hatine tunekirin, hemû ji derveyî welat anîne. Divê ku gubreya jê neyê kêmkirin û pêwîstî bi însteksiyê û fûngûrsî jî heye. Niha pergala ku li ser çandiniyê hatiye avakirin cotkaran girêdayî derve kiriye. Jixwe tişta ku pergala kapîtalîst jî dixwaze ev e. Dixwaze tu her tim derman, gubre, tov û her gav ji wan re xizmetkariyê bikî. Niha cotkar jî neçar dimînin ji ber rewşa guhertina demsalî mirov ji aliyekî ve dinêre qeyrana aboriyê heye û ji aliyê dinê ve jî xela radibe. 30-40 sal beriya niha carek xela rabibû, em îro lê dinihêrin ji 3 salan carek çêdibe. Ev jî ji pergala kapîtalîst dertê holê. Ji ber van kiryaran demsal diguhere û qeyrana aboriyê dertê holê.”

Amed di rêza 5’an de ye

Ûcanman, da zanîn her roja ku enflasyon radibe rabûna enflasyonê bandorê li cotkaran jî dike û ev tişt anî ziman: “Niha cotkar ji qeyrana aboriyê  ne memnun in. Li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê giştî ev rewş heye. Desthilata heyî naxwaze ji xezîneyê pereyan xerc bike. Ev jî bandorê li ser hemû hilberînên cotkaran yên navendî dike. Tov, gubre, derman ji derve tên stendin hemû endeksa wê bi dovîzê re heye. Ji ber ku qeyrana aboriyê her roj bilind dibe hilberîner û cotkar neçar dimînin, dermanên zeviyan buha bistînin. Pergala niha xetereyeke mezin di nav çandiniyê de ava kiriye. Li Tikiyeyê, sala çûyî û îsal 22 milyon ton pêdivî bi genim hebû. Niha dema ku em li Amedê jî lê dinihêrin me got 8 milyon dekar araziyên çandiyên hene. Ji vana heta du milyonan genim hatine ajotin, milyon û 800 ton genim ew ê bê derketin texmînî em niha diyar dikin. Li gora çandinî hatiye avakirin. Niha li sîloyan 200 hezar ton bi tenê zad hatiye  girtin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ûcaman, bal kişand ser rewşa neçariya cotkaran ku nikarin bi hêsanî ji xwe re çandiniyê bikin û wiha axivî: “Li cihekî weke Amedê, 17 depoyên dewletê yên saziyên çandiniyê hene. 17 depo jî weke şîrketan hatine avakirin. Me demên berê jî digot herêm weke bîrê tên xebitandin. Erdên çandiyê li Amed û navçeyên wê cur bi cur cihên weke koperatîfên sîlo yê bên avakirin. Hemû hilberînerên sîloyê jî endamên wê herêmê bûn. Ton bi ton jî wê mirov dikari bin bi vî awayî hesab bike. Lê mixabin niha polîtîkayên bi vî awayî nehatine kirin. Niha di sîloyên dewletê de tovê garisên sala borî hene. Ji ber wê nikarin yên nû bikirin. Ev jî rê li ber mexdûrkirina cotkaran vedike.”

Hilberîner bigazinc in

Ûcaman, li ser nestendina zadên cotkaran anî ziman ku dewlet neçar e ku hilberînên cotkaran bistîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin tu mecbûrî hilberînçn cotkaran bistînî. Jixwe ev wezîfeya te ya fermî ye. Ev tişt bi zangonan hatiye parastin. Niha tişta ku heye jî pêdiviya Tirkiyeyê hemû têr nake, em dibêjin nêzîkî 20-21 milyon ton bê berhevkirin, dîsa jî 3-4 milyon ton vekiriye. Ev jî pêdiviya Tirkiyeyê bi cih nayne. Ji ber vê yekê di aliyê genim de teqez dê bê xebitandin. Yên ku di vir de di bin navbeynkar bêhtir kar dikin. Yên ku ked dane û yên ku li ber tavê zad ajotine ew cotkar û hilberîner wê qezenc nekin.”