17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan 3 rojnamegeran binçav kir

Polisan li Enqere û Îzmîrê bi ser malan de girt û nûçegihanên ajansa MA’yê Firat Can Arslan û Delal Akyuz û rojnameger Sîbel Yukler binçav kirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de polisan di saetên zû yên serê sibehê de li Enqere û Îzmîrê bi ser malên rojnamegeran de girt. Li Enqerê, polisan di serdegirtina malan de piştî ku lêgerîn pêk anîn nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan û rojnameger Sîbel Yukler de girtin û ew binçav kirin.

Sedema binçavkirina her du rojnamegeran jî nehat zanîn û hat hînbûn ku di serdegirtina mala Arslan de polîsan telefon û qompîtura wî desteser kirine. Piştî binçavkirinê Arslan û Yukler birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de polisan li Îzmîrê jî bi ser mala nûçegihanê MA’yê Delal Akyuz de jî girt û ew binçav kirin. Piştî lêgerîna ku li malê pêkanîn polîsan Akyuz bi xwe re birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Sedem binçavkirina Akyuz jî nehat zanîn.

Nayê zanîn ku gelê rojnamegeran bînin Amedê ya na.