spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayeke nû yê dîsiplînê li Ocalan birîn

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji MA’yê re ragihand ku Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 13’ê cotmehê de ji wan re ragihandiye ku cezayeke nû yê dîsiplînê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo malbat bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li cem Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ne re hevdîtin bikin di 10’ê cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Her wiha parêzeran di serlêdana xwe de xwest ku heke hebe “cezayekî nû yê dîsiplînê” mînaka dosyeya lêpirsînê radestî wan bê kirin û ceza bê betalkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) Dadgeriya Înfazê, di 13’ê cotmehê de bersiva serlêdana parêzeran daye û gotiye ku der barê Abdullah Ocalan û girtiyên din de “cezayekî nû yê dîsiplînê” hatiye birîn. Dadgeriyê, di bersiva xwe de destnîşan nekiriye ku “cezayê dîsiplînê” kîngê hatiye birîn û hemû daxwazên parêzeran red kiriye û daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê jî bi hinceta ku dê “di çapemeniyê de belav bibe” red kiriye.