2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Ocalan heye

Şaredarê Herêma 8’an a Romayê Amadeo Ciaccheri destnîşan kir ku hewcehiya wan bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û got: “Tiştên îro li Rojhilata Navîn diqewimin, nîşaneya girîngiya azadiya wî ye.”

Şaredarê Herêma 8’an a Romayê Amedeo Ciaccheri di dema serdana Navenda Çanda Kurd a Araratê de bi ANF’ê re axivî û peyamên piştevaniyê da. Ciaccheri bal kişand ser êrişên li dijî gelê kurd û got ku ji bo piştevaniya bi gelê kurd re û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye serdanê.

Ciaccheri qala girîngiya azadiya Abdullah Ocalan kir û ev tişt anî ziman: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan ji bo çepên li Ewropa û Îtalyayê jî pirsgirêkek girîng tê dîtin. Beriya hemû têkoşînên li Ewropayê, pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye. Ya ku îro li Rojhilata Navîn diqewime işaretê bi girîngiya azadiya wî dike.”

Bi domdarî Ciaccheri destnîşan kir ku ji bo Parlamentoya Ewropayê ya ku li hemberî tecrîdê bêdeng maye bikeve tevgerê ew ê bixebitin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi Meclisa Bajêr a Romayê re dixebitin û em hewl didin bala gel û raya giştî ya neteweyî bikişînin ser belgeyekê ku bibe sedem Parlamentoya Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bixebite. Abdullah Ocalan li Romayê ma û em piştevaniya xwe ya li cem gelê kurd û Rêber Abdullah Ocalan li Romayê didomînin.”