spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan ji bo çûna Imraliyê serîlêdan kirin

Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo astengkirina hevdîtinê 6 ‘cezayên displînê’  

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.

Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî hincetên van cezayên disiplînê û hejmara dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin.

Di encama serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ji bo Dadgeriya Înfazê ya Bursayê de dadgeriyê da zanîn ku di 18’ê tebaxa 2021’an de ji bo 3 mehan, di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo 3 mehan, di 31’ê gulana 2022’yan de ji bo 3 mehan û di 9’ê îlona 2022’yan de jî ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hatiye birîn.

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn.

Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.