17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li Şamê ye

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin di serdana xwe ya paytexta Sûriye Şamê de dê bi Beşar Esed û Feysel Miqdad re bicive.

Çavkaniyekî Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê ji medyaya Rûsyayê re got, çîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin dê îro di serdana xwe ya li Şamê de bi Beşar Esed û Feysel Miqdad re bicive.

Hêjayî gotinê ye ku ev serdana Vershinin a li Sûriyeyê piştî çend rojan ji civîna cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, hikumeta Şamê, Îran û Tirkiyeyê ya li Astanayê ya ji bo normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê, pêk tê.

Hjer wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku îro balafireke şer ya Rûsyayê êrîşî sûkeke gundewarên Idlibê kiribû û di encama êrîşê de gelek sivîl hatibû kuştin û birîndarkirin. Lewre serdana rayedarên Rûsyayê dibe ku ji bo lihevkirin û bazarên nû ên li Astanyaê be û hin gavên nû ji bo nêzîkatiya di navbera Şam û Enqerê de bên avêtin.