3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo kûrkirina têkoşînê tecrîd hişyarî ye

Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, diyar kir tecrîda li Îmraliyê ji bo kûrkirina têkoşînê hişyarî ye û  bêhiqûqiya ku tê kirin tenê bi tecrîdê nikare bê îfade kirin

Desthilata AKP-MHP’ê di polîtîkaya xwe ya tecrîda giran de bi israr tevdigere û tecrîdeke giran li ser Îmraliyê û hemû girtîgehan dide meşandin. Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan û girtiyên li ba wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li girtîgeha Îmraliyê bi tecrîda girankirî re rû bi rû dimînin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de Ocalan bi riya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivibû û ji ew roj pê ve tu agahî jê nayê wergirtin. Ji bo astengkirina hevdîtinan cezayên disîplînê yên bê bingeh li Abdullah Ocalan dibirin. Herî dawî li dijî vê polîtîkaya tecrîda girankirî, Buroya Sedsalê ya Hiqûqê, di 9’ê gulanê de serî li Komîteya Pêşîlêgirtina (CPT) ya Konseya Ewropayê da. Heta niha CPT’yê tu agahî nedaye Baroya Hiqûqê ya Sedsalê û neketiye nav tu hewldanan.

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, der barê tecrîdê de ji rojnameya me re axivî. Di despêka axaftina xwe de Raziye Ozturk, diyar kir ku wan gelek caran ser li Serdozgeriya Bûrsayê dane lê tu bersiv jê wernegirtine û wiha got: “Wekî ku tê zanîn li girtigeha Grava Îmraliyê em gelek serî li Serdozgeriya Bûrsayê didin lê mixabin tu bersiv nadin me. Ji sala 1999’an ve weke parêzerên birêz Abdullah Ocalan, ji bo ku hevdîtin were kirin me gelek caran me serlêdan kirine. Ji sala 1999’an heta sala 2011’an bi awayekî ne bi rêk û pêk be jî dîsa parêzer dikaribûn bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikirina. Ji sala 2011’an heta sala 2019’an ji bo hevdîtinê 5 caran bi tenê hevdîtin bi parêzeran re hatiye kirin. Bi hezar caran me ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê daye hemû caran jî serlêdanên me hatine redkirin.”

Hewldanên hevdîtinê

Ozturk, destnîşan kir ku ji sala 1999’an heta tîrhema 2016’an ji ber şert û mercên rewşa hewayê yên xirab, serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê hatin redkirin û ev tişt got: “Ji sala 2016’an heta 2018’an bi hinceta biryarên dadgehê nehiqûqî maqûl tê hatin redkirin. Ji sala 2018’an ve tu bersiv ji daxwazên me yên ku em hevdîtinê bi Ocalan re bikin nehatiye dayîn. Lê serdema ku dadgehê biryareke wiha girtiye nehatiye diyarkirin. Tevî hemû hewldanên me jî ev yek bi awayekî veşartî tê meşandin.”

Di dewamê de Ozturk, bal kişand ser rewşa Ocalan ku demeke dirêj e ne bi malbat û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye û hewldanên ji bo hevdîtinê û wiha pêde çû: “Dîroka dawî ya pêwendiya bi birêz Ocalan re ji 25’ê adara 2021’an ve di bin şert û mercên awarte de pêk hat. Ocalan, dibêje bila li gorî qanûnên xwe tevbigerin û parêzer bên. Gelek hewldanên me yên hiqûqî hene ji bo hevdîtinê. Hem ji rayedarên neteweyî û hem jî ji rayedarên navneteweyî re ji aliyê hin rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûqî û STK’ê ve hewldan hatin kirin. Lê 27 -28 meh derbas bûn me ji girtîgeha Girava Îmraliyê tu agahî negirtiye.”

‘Têkoşînê kûrtir dike’

Ozturk, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:  “Me gelek caran diyar kir ku çawa hemû riyên siyasî yên diçin Îmraliyê tên girtin. Hewl tê dayîn ku hemû rê bi awayekî qanûnî bên vekirin. Lê tevî hemû astengiyan em weke parêzvanên mafên mirovan têkoşîna xwe ya hiqûqî ji bo azadiya birêz Ocalan didomînin. Di mijara birêz Ocalan de bêhiqûqiyek heye ku tenê bi tecrîdê nayê îfadekirin. Tecrîd û tecrîda siyasî li ser hemû civakê, çandî, hiqûqî û fîzîkî ya li dijî tavahiya gele kurd derdorên demokratîk û li ser birêz Ocalan, ev demek dirêj e tê meşandin. Ev rewş pêwîstî bi hişyarkirina rewşa heyî û di her qadê de têkoşîneke kûrtir dike.”