17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhanê ji Rûsyayê re got hûn nikarin sînoran biguherînin

Civata Neteweyên Yekbûyî di civîna xwe ya der barê pêşnûmeya Ukraynayê de nameyek aşkera dan Rûsyayê û bi piraniya dengan li dijî biryara Rûsyayê ya dagirkirina 4 herêmên Ukraynayê derketin. Di dengdanê de 143 welatan got divê Rûsyasyê rêzê ji serweriya axa Ukraynayê re bigire û nabe ku wean 4 herêmên wê tev li axa Rûsyayê bike. Tenê 4 welat aliyê Rûsyayê girt û ew welat evin: Belarûs, Koreya Bakur, Nîkaragua û Sûriyeyê. Her wiha 35 welat jî bê alî man.

Piştî vê biryarê serokê DYA’yê daxuyaniyek der barê vê mijarê de da û wiha got: “Welatên cîhanê bi biryar û bi yek dengî li dijî Rûsyayê derketin û dan xuyakirin ku binpêkirinên wê nayê qebûlkirin.”

Ev biryara ku ji alî 143 welatan ve li Civata Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin referandûma ku Rûsyayê ji bo bixwevegirêdana 4 herêmên Ukraynayê kiribû, şermezar kir û ew yek wekî kiryareke ne qanûnî binav kir.

Her wiha di biryarê de bang li welatên cîhanê tê kirin ku wê biryara Rûsyayê nas nekin. Di biryarnameyê de bang li Rûsyayê tê kirin ku ji vê biryara xwe vegere û rêzê ji serweriya Ukraynayê re bigire.

Hêjayî gotinê ye ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja duşemê 10’ê cotmehê dest bi gotûbêjkirina pêşnûmaya ku ji alî Ukraynayê ve hatibû pêşkêşkirin, kir. Biryarname ji alî Ukrayna ve hatibû pêşkêş kirin û ji aliyê Yekîtîya Ewrupayê ve hatibû sererastkirin.

Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken ji bo komkirina piştgiriyê ji bo pêşnûmeya biryara dijî Rûsyayê hefteya borî di dema gera Amerîkaya Latîn de li Kolombiya, Şîlî û Perû dest bi kampanyekê kirbû. Bilinken ji wan welatan xwestibû ku ku li dijî Rûsyayê dengê xwe bidin piştgiriya bi metina wê pêşnûmeya Ukraynayê.