6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevrîn Xelef ji bo şoreşê kedeke gelek mezin da

Hevrîn Xelef, di 15’ê mijdara 1984’an li gundê Rêhanik ê ser bi bajarê Dêrikê yê Rojava li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di 11 saliya xwe de tev li nava Koma Şano ya Newroz a Zarokan bû. Di lîstika xwe ya destpêkê de ku li ser Komkujiya Helebçeyê bû, bi rola parêzvana mafên mirovan rabû. Sala 1996’an ku hingî xwendekara pola 5’an bû, di pêşbirka matematîkê de bû yekemîn. Di sala 2009’an de li Zanîngeha Helebê li ser Endezyariya Înşaetê dixwend. Piştî ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, di 19’ê tîrmeha 2012’an de tev li nava Şoreşa Rojava bû. Li Komeleya Nûrî Dersim cihê xwe di nava karên rêxistinî de girt. Piştî ku Herêma Xweseriya Demokratîk a Cizîrê di 21’ê çileya 2014’an de ava bû, bi erka alîkara serokê Desteya Enerjiyê rabû. Li dû yekbûna hin komîteyên Rêveberiya Xweser di sala 2015’an de ji bo Desteya Aboriyê ya Cizîrê hat hilbijartin. Herî dawî di 27’ê adara 2018’an de li Reqayê bi beşdariya rûspiyên ereb, kurd, suryanî Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê ava bû û weke jineke kurd bû Sekretera Giştî ya vê partiyê.

Hevrîn Xelef yek ji wan siyasetmedarên kurd bû ku li dijî tarîtiya DAIŞ’ê xwedî li Şoreşa Rojava derket û kir ku gelek jin beşdarî karên siyasî bibe. Di êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di 12’ê cotmehê de li ser rêya M4 ku diçû Qamişloyê bi êşkenceyê hat qetilkirin. Piştî ku hat qetilkirin, navê Hevrîn Xelef li taxa Guilotiere ya bajarê Lyon ê Fransayê li qadekê, li Berlînê li Bexçeyê Şîfayê, li bajarê Parma yê Îtalyayê ji aliyê Şaredariya Berceto ve li pireke li ser Çemê Sar ‘Rio Rivi Freddi’, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li şitilgeheke li Qamişloyê û bexçeyekî li Reqayê hat kirin.

Navê wê li gelek cihan nivîsandine

Hevrîn Xelef piştî ku hat qetilkirin di sala 2019’an de hêjayî xelata ‘Margerita Troli’ hat dîtin ku her sal ji aliyê Şaredariya Capoa ya Îtalya ve tê dayin. Her wiha xelata ‘aktîvîsta ciwan’ ku Koalîsyona Îtalya ya Azadî û Mafên Mirovan dide, hêjayî Hevrîn Xelef hat dîtin. Navê wê li ‘Arşîva Hêviyê ya Femînîst’ a Komeleya Mafên Jinê ya Pêşvebirinê di 1’ê cotmeha 2020’î de hat nivîsandin.

Jineke xwedî fikrên xurt bû

Ji hevalên Hevrîn Xelef û hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsûf ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Hevrîn Xelef yek ji wan jinên kurd bû ku hîn di çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojava de li ber xwe da û got: “Jineke ciwan a bi fikrên xurt bû, ji bo çarenûsa gelê xwe diyar bike û serketina şoreşê misoger bike. Hîn di zarokatiyê de pê hesiya bû ku xaka gelê kurd dagirkirî ye û ziman, çanda wê lê hatiye qedexekirin. Kesayeteke welê bû ku bi nirxên welatparêziyê hat mezinkirin. Lewma hîn di zarokatiyê de nirxên welatparêziyê nas kiribû û felsefeya ‘jin azad nebe civak azad nabe’ pejirandibû. Ji bo xwebûna jinê gelekî hewl da.”

‘Bi şev û roj dixebitî’

Yûsûf, destnîşan kir ku Hevrîn kesayetek wisa bû ku xwe teslîmî zorê nedikir wiha berdewam kir: “Li ser şert û mercên zehmet gelekî difikirî û çareserî diafirand. Ji bo rûniştandina sîstema Rêveberiya Xweser gelekî hewl da, ked da. Bi şev û roj dixebitî. Ji avakirina komeke biçûk heta bi partiya siyasî ya ku Sûriyeyê bi temamî hembêz bike, gav avêt. Bi taybetî ji bo bikaribe felsefeya azadiyê bigihîne gelê ereb kete nava hewldanên nû, di avakirina Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê de bi roleke esasî rabû. Ji bernameya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê heta bi rêxistinkirina wê kedeke mezin da.”