15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye’

Parêzer Sedat Duşunmez bal kişand ser qedexekirinan û got: "Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kirine Girava Îmraliyê ye. Tecrîd, astengiya li ber fikira azad e

Li Wanê lidarxistina çalakiyan ji aliyê walîtiyê ve tên qedexekirin. Parêzer Sedat Duşunmez ku bal kişand ser van qedexekirinan got: “Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kirine Girava Îmraliyê ye. Tecrîd, astengiya li ber fikira azad e.”
Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, Rewşa Awarte (OHAL) hatibû îlankirin û di 20’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bûbû. Lê Rewşa Awarte li Wanê bi qedexekirina çalakiyan dewam kir. Ji ber vê li gelek endam û xebatkarên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û saziyan doz hatin vekirin. Biryara qedexekirina çalakiyan ku ji sala 2016’an ve 15 rojan carekê tê girtin, piştî Tîrmeha 2022’yan jî beriya lidarxistina çalakiyan û dayîna daxuyaniyan tê girtin.
Herî dawî beriya meşa li dijî tecrîdê ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TÛHAD-FED’ê xwestin li dar bixin, walîtiyê li bajêr 2 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan ragihandibû. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê û Rêveberê HDP’a Wanê Parêzer Sedat Duşunmez, qedexekirina çalakiyan nirxand.
Duşunmez diyar kir ku qedexeyên li Kurdistanê bi desthilata AKP’ê ve ne sînordarkirî ne û wiha axivî: “Ji sala 1990’î ve li Kurdistanê her tim qedexe û pêkanînên kêfî hene. Carinan Walîtiyên Rewşa Awarte di çarçoveya polîtîkayên ‘ewlehiya’ dewletê de ev biryar girtin. Ev pêkanîneke ku rêveberî dixwazin xwe pê biparêzin. Ev encama fikara ji têkoşîna rêxistinkirî ya gelê kurd e. Lê mixabin hemû îtiraz ji aliyê darazê ve tên redkirin û van biryaran wekî biryarên ‘astengkirina etrorê’ rave dikin. Lê ev, ew e ku desthilat pê dixwaze bibêje ‘kes bêyî min nikare biaxive û nikare doza mafên xwe bike.'”
Biryarên walîtiyê yên kêfî 
Duşunmez destnîşan kir ku ev biryarên navborî li dijî Destûra Bingehîn in û got: “Mafê xwepêşandan û çalakiyê, bivênevê ye. Ev qedexe nêzî 6 hezar rj in ji aliyê Walîtiya Wanê ve tên pêkanîn û tu cihê wan di Destûra Bingehîn de tune ye. Walîtî, bi kêfîbûneke ku xwe di ser Destûra Bingehîn re dibîne, van qedexeyan pêk tîne. Ev jî tê wateya ku êdî li Tirkiyeyê tu wateyeke Destûra Bingehîn nemaye. Mafê çalakiyan ên mirovan bi hevokine hêsan ji aliyê walîtiyê ve tê qedexekirin.”
Duşunmez bilêv kir ku lê belê li Kurdistanê mirov ji ya xwe danekevin xwar û wiha domand: “Tevî cezayê girtîgehê, cezayên pereyî jî têdikoşin. Qedexe û pêkanînên li Wan û Kurdistanê, çi qasî giran dibin bila bibin, dê mirov çalakiyên xwe li dar bixin.”
 Bêhiqûqî li Imraliyê dest pê kiriye 
Dulunmez diyar kir ku qedexekirina çalakiyan tê wateya tecrîdkirina gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîda ku 24 sal in li ser birêz Ocalan tê pêkanîn, li tevaiya civakê belav bûye. Li Tirkiye û Kurdistanê, cihê ku hiqûq hatiye hilawistin, Girava Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser kesekî, li ser tevahiya civakan tê pêkanîn. Tecrîd, astengiya li ber fikira azad û parastina aştiyê ye.”