4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!

Li Newala Qesaba ku kurd û ermeniyên hatine qetilkirin û bi awayekî komî lê hatine veşartin, vîlayên luks tên çêkirin

Li gorî nûçeyeke ku ji alî  nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Fethî Balaman ve hatiye amadekirin li newala Qesaba ku kurd û ermeniyên hatine qetilkirin û bi awayekî komî lê hatine veşartin, vîlayên luks tên çêkirin. Newala Qesaba ku heya niha bûye mijara gelek stran, pirtûk û fîlman, nêzî navenda Sêrtê ye û li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), qadeke 405 donimî ye.

 Cenazeyê Mahsum Korkmaz

Newala Qesaba, ew cih e ku tê gotin gelek ermeniyên di sala 1915’an de hatine qetilkirin lê hatine veşartin. Her wiha gelek PKK’iyên di şer de jiyana xwe ji dest dane û gelek kesên di cinayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin jî bi awayekî giştî lê hatine veşartin. Tê gotin ku cenazeyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mahsûm Kormaz (Egîd) jî li vir hatiye veşartin. Li gorî hin daneyan, herî kêm 300 cenazeyên kurdan li vir veşartî ne. Di 22’yê Nîsana 1989’an de cara ewil newal hatibû kolandin û di nava çend saetan de hestiyên 8 kesan hatibûn dîtin. Xebata kolandinê, bi biryara walîtiyê di heman rojê de hatibû sekinandin û ji wê rojê heya niha tu xebat li newalê nehatine kirin.

Lê belê bi demê re newal ket ber îmarê. Li vê qada ku bûbû sergo, ewilî rêyeke dubleyî hat çêkirin. Paşê ji bo çêkirina hêwana dawetê destûr hat dayîn. Bi ser de li vir Akademiya Polîsan hat avakirin. Niha jî li vî cihê ku bi sedan kurd û ermeniyên bêkefen lê hatine veşartin, vîla tên çêkirin. Ji bo projeya nû, li têketina newalê tabeleya ku hûrguliyên projeyê li ser hatiye çikandin. Şîrketa bi navê Warê xwe daye ber projeyê. Di çarçoveya projeyê de bi dehan vîla tên çêkirin. Li ofîsa ku li vir hatiye çêkirin firotina vîlayan didome. Hat diyarkirin ku gelek polîs, leşker û AKP’î jî ji bo stendina vîlayan serlêdan kirine.

Heya niha nêzî 100 vîla hatine çêkirin

Heya niha nêzî sed vîla hatine çêkirin û nayê hiştin ku kes nêzî vir bibe. Her wiha li derdora înşeatê gelek kamera jî hatine bicihkirin. Hat ragihandin ku kesên li vir bi wesayîtên sivîl digerin jî, gefê li kesên ku dîmenan digirin dixwin. Tevî ev qas astengiyan jî me dîmenên înşeata ku li vê qada wehşetê tê çêkirin, girtin. Hat hînkirin ku dê li vir avahiyên 8 qatî û hawizê avjeniyê jî bê çêkirin.

Gelek kes li ber çêkirina avahiyan rabûbûn. Di 11’ê Nîsana 2022’yan de gelek baro, rêxistinên mafan û hiqûqê, rêxistinên civaka sivîl daxuyanî dabûn û bertek nîşan dabûn. Di daxuyaniyan de hatibû bibîrxistin ku li vir kurd, ermenî, keldanê û gelek neteweyên din bi binpêkirinên mafan ên giran re rû bi rû mane û bi sedan mirov bi darê zorê hatine windakirin, îşkence li wan hatiye kirin û kiryarên wan nehatine dîtin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 13’ê Nîsana 2022’yan de şandeyek ava kiribû. Şande li Newala Qesaba daxuyanî dabû. Parlementerên partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr tevlî daxuyaniyê bûbûn. Polîsan hewl dabû ku şande li vir daxuyaniyê nede û lêkolînê neke. Piştî nîqaşên dûr û dirêj şandeyê li vir daxuyanî dabû.