3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima DYA rasterast bersiva Îranê nade

Piştî êrîşa dawî ya li dijî baregeha Amerîka ya li ser sînorê Sûriye û Urdunê pirsa gelo çima Amerîkayê rasterast li Îranê nade û di bersiva hemû êrîşên li dijî baregehên xwe tenê li milîsên girêdayî wê Îranê dide

Piştî ku derkete holê di êrîşa dawî ya li dijî baregeha Îranê ya li ser sînorê Sûriye û Urdunê de destê milîsên û komên girêdayî Îranê heye di nava komarxwazan de dengê ku çima Amerîkayê raste rast bersiva Îranê nade zêde bûn.

Berdevkê berê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Adam Early bersiva pirsa ku çima Amerîkayê raste rast li Îranê nade da û got ku ew pirs wekî “pirsa milyon dolarî” ye.

Di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala El-Erebiye/El-Hedath de, îro, Adam Early ev pêşniyara rast nirxand, nemaze ku Lîwayên Hizbullah li Iraqê baregehên Amerîkî kirin armanc û Hûsiyan jî hewl dan ku keştiyên Amerîkî bikin armanc û tevî êrîşên Amerîkayê yên li dijî herdu aliyan jî êrîş kêm nebûne, berevajî vê yekê her didomin.

Adam Early di berdewama axaftina xwe de got ku ew meraq dike gelo stratejiya Amerîkayê ya lêxistina hêzên wekalet ên Têhranê heta niha bi ser ketiye an na?

Her wiha di berdewamê de dibêje Îranê kêfxweş dibe ku ajanên wê di ber Îranê de bimirin lê heke raste rast îranî werin hedefgirtin gelo dê ev rewş were guhertin yan na?

“Rasterast li Îranê bidin”

Di heman demê de, gelek Komarparêzan banga êrîşên rasterast li hundirê Îranê kirin. Senator Lindsey Graham di tweetekê de li ser hesabê xwe yê li ser platforma “X” nivîsî: “Tavilê li Îranê bidin û bi tundî lêxin”.

Di serî de John Cornyn di tweeteke xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de daxwaz kir ku Îranê bombebaran bike û wiha nivîsî: “Li Îranê bixin”.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê ku ji aliyê ajansa fermî ya Îranê (IRNA) ve hat ragihandin, roja duşemê, Îranê destwerdana xwe di êrîşa ku 3 leşkerên Amerîkî li Urdunê hatin kuştin, red kir. Berdevkê Wezaretê Nasir Kanaanî jî got, “Armanca van sûcdarkirinan ji bo hilweşandina rastiyan li herêmê ye, her wiha ew dixwazin Îranê bikişînin nava şer.”

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîşa dawî bê şik tansiyon li herêmê bilintir kir û tirsa ku qada şerê di 7ê cotmehê de li zîvala Xezayê dest pê kir, berfireh bibe û bibe pevçûnek ku rasterast Îranê jî bigire nav xwe.

Ji destpêka şerê Hemas û Israîlê de anku ji 7’ê cotmehê de gelek baregehên amaerîkî ji alî milîsên û çekdarên girêdayî Îranê ve hatin hedefgirtin, lê di vê êrîşa dawî ya li dijî baregeha birca 22 a li ser Sînorê Sûriye û urdunê cara yekeme ku leşkerên Amerîkayê tên kuştin.

Ew yek karê serokê Amerîkayê Joe Biden jî zor dike nexasim ku ew amadekariya pêşbaziyeke hesas a hilbijartinan dik.  Bê guman ev êrîşa dawî ne wek yên berê ye ji ber 3 leşkerên amaerîkî tê de hatin kuştin û dê bi xwe re nerazîbûnan li hemberî Biden bîne û lewre divê bersiveke tund bide Îranê.

158 êrîş pêk hatin

Ji destpêka şerê Xezayê ve, alozî bi giştî li herêmê û li çend eniyan zêde bûye, ji Iraq heta Sûriye, Yemen û Lubnanê, ku komên çekdar ên ser bi Îranê ve girêdayî ne û piştgiriya wan dike.

Baregehên leşkerî yên ku hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyê lê dijîn, ji 17ê Cotmeha borî ve rastî 158 êrîşan hatine.

Lewre jî bi vê êrîşa dawî ya bixwîn dibe ku bersiva Amerîkayê jî ji hemû bersivên berê cudatir be û dibe ji bo razîkirina raya giştî ya Amerîkayê û nerazîbûnên li dijî rêveberiya Qesra Spî dibe ku hin êrîşên rasterast li dijî Îranê werin kirin.