30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bedîrhanoglu: Tecrîd li dijî hiqûqê ye

 Akademîsyen Fadil Bedîrhanoglu, diyar kir ku tecrîd ne li gorî hiqûqa îslamê ye û girtiyên siyasî li gorî olê îslamê ne sucdar in.

Di 27’ê çile de li Amedê di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Amedê de li Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran “Konferansa Îslama Demokratîk” pêk hat.

Konferans bi 4 rûniştinan pêk hat. Gelek alimên olê yên Kurdistan û Tirkiyeyê, rêxistinên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û akademîsyen tev li konferansê bûn. Di rûniştina yekemîn de Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsel mijara “Misilmanbûna di serdema kapîtalîzmê de”, di rûniştina duyemîn de Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA’yê Rumeysa Menîce Gulmez mijara “Aştiya Rojhilata Navîn, dewlet û ol”, di rûniştina sêyemîn de Akademîsyen-Îlahiyatnas Fadil Bedîrhanoglû mijara “Li dijî siyaseta demokratîk a kurd, amûra olê ya dewletê” û di rûniştina çaremîn û dawiyê de jî Bedrettîn Gunat û nîvîskar-lêkolîner Şukru Aslan mijara “Îslama demokratîk” niqaş kir.

Piştî Kongreya Îslama Demokratîk têkildarî rewşa îslamê ya li Tirkiyeyê, şer, tecrîd û girtîgehan Akademîsyen û Îlahiyatnas Fatil Bedîrhanoglu pirsên me bersivandin. Pirsî û bersîvên me wiha ne.

Li Tirkiyeyê şer, neheqî, bêhûqîqî, zor, zext û tecrîd heye. Olê îslamê çiqas li dijî vê yekê ye?

Ola îslamê li dijî van hemûyan e. Li gorî îslamê neheqî jî, bêhuqûqî jî, zor û zext û tecrid jî ne rewa ne, weke zulim tê qebûlkirin. Yên wan tiştan dikin ne li gorî îslamê dikin, bi serê xwe dikin û li cem Xwedê gunekkar dibin.

*Eger olê îslamê aştî û edaletê diparêze û rayedarên hikûmetê xwe wekî misliman û girêdayî olê îslamê pênase dikin;  çima li Tirkiyeyê tecrîd, şer, neheqî, bêedaletî û zordarî zêde ye?

Raste ola îlamê li hemû misilmanan ferman dike ku edaletê bikin û di nava aşîtiyê cihê xwe bigirin. Derbarê wan de, ayetên Qur’an’ê (nass) hene. Sûreyê Nehl, ayeta 90’ê fermanê bi edaletê dike, sûreyê Beqere, ayeta 208’ê fermanê bi cihgirtina her kesî din ava aşîtiyê de dike. Yek rayedar be yan jî ne rayedar be, xwe girêdayê ola îslamê pênase bike, tenê bi wê pênasekirinê nabe misilman. Divê di pratika xwe de jî wê bide rastkirin.(Sûreyê Ankebût ayet 2) Dema pratîka wan ne li gorî fermanên Xwedê be, ew gotina ew dibêjin ji derewekê pê ve ne tiştekî din e.

*Di olê îslamê de neqebûlkirina ziman, nasnameya civak û milletekî tê çi wateyê?

Nasname jî, ziman jî xelatên Xwedê ne û ayetên Wî ne ku dayîn mirovan. Neqebûlkirina wan, şerê li hember Xwedê ye. Ew kesên zimanan înkar dikin an jî nahêlin ew ziman di nava jiyanê de bê bikaranîn û ew nasnamê mafên xwe karbînin, pirsgirêka wan ne tenê bi wan mirvan re heye, pirsgirêka wan a esas bi Xwedê re heye.

*Li Îmraliyê û li dijî girtiyên siyasî tecrîdek heye. Eger bi milyonan kes Birez Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl bike û tecrîd li ser wî hebe, mirov dikare di olê îslamê de vê rewşê çawa şirove bike?

Girtiyê sîyasî ne li gorî huqûqa îslamê hatine girtin. Ew tiştên ku bi sedema wan ew hatine girtin, bi piranî li gorî huqûqa îslamê ji xwe ew ne suc in. Tecrîd bi xwe teserrufek idarî ye; ne huqûqî ye.

* Li Tirkiyeyê mele û seydayê di bin baneyê Diyanetê de xizmetê dikin, çiqas xizmeta aştî, wekhevî, edalet û olê îslamê dikin?

Ew melayên di bin banê diyanetê de xizmetê dikin memûrên dînê dewletê ne; dewlet fermana wan bi çi bike, ew mecbûrin ku wê bikin. Êw xutbeyên ku ew dixwînin bi fermana dewletê dixwînin, ew wa’zên ew dikin jî dîsa bi fermana dewletê dikin. Li gorî kîjan nassa îslamê qeymeqam dikare, bi sedem xeletkirina xutbeyê, li imamekê heqaret bike?  Li gorî kîjan nassa îslamê, xutbeyên welatekê bi tevayî ji paytextê wî welatî têne diyarkirin?

*Mele û seydayên ku li dervê pergala dewletê xizmeta olê îslamê dikin, li dijî neheqî, zext, tundî, zordarî û înkar, kuştin û bêedaletiyê çiqas erka xwe ya îslamê pêk tînin? Eger pêk nînin çima?

Di vî welatî de weke her kesê, mela û seyda jî, li bin zext û zordariyan de dijîn. Ew hêza wan a ku li hember dewleta zordar dengê xwe bilind bikin tune ye. Lewra tifaqekî wisan di nava gel de nîne ku dema neheqiyek li melayekê bê kirin, her kes rabin ser piyan. Ji ber wê çendê, di dilê xwe de û li pişt perdeyê de berteka xwe nîşan didin.